Rêwîtiya Bîrnebûnê bi 82’yan didome

Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê “Bîrnebûn” bi hejmara xwe ya 82’yan li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovara Bîrnebûn yek ji kovarên temendirîj a bi kurdî ye. Kovar ji roja derketiye ve li ser kurdên Anatoliyê weşana xwe didomîne. Di vê hejmara xwe ya nû de jî li ser heman xetê mijarên cur bi cur girtine dest. Yek ji van nivîsan, nivîsa  Muzaffer Ozgur e ku bi sernavê “Cîhanbeylî û êşa 52 rojan” hatiye weşandin. Bûyer li gundekî Anatolîya Navîn rûdaye û Ozgur ev mesele wekî bîranîn pêşkêş kiriye. Mem Xelîkan jî di rêzenivîsa xwe de ji kilamên wê derê, kilama Elegçî  bi kurteşiroveyekê berhev kiriye û pêşkêş kiriye.

Li bajarê Stockholmê Şaredariya Botkyrkayê birayra dibistana şemiyê ji bo zarokên kurd girtibû, ji ber pandemiyê navber dabûn, niha dîsa dest pê dike. Kovarê li ser vê xebatê agahî pêşkêş kirine.

Her wiha nivîskar Burhan Sonmezê ku ji kurdên Anatoliya Navîn, ji Haymanayê ye û bû Serokê PEN’a Naveneteweyî jî di kovarê de cih girtiye. Kovarê bi nasnameyê wî re eleqedar li ser wî nasandineke kurd weşandiye.

Di kovara ku di bin edîtoriya Alî Çîftçî de derdikeve de van kesan nivîs nivîsandine: Adem Ozgur, Altun Başaran, Mem Xelîkan, Feyzî Mîrhesen, Rojan Enes, Rohat Alakom, Muzaffer Ozgur, Hizir Akbîna, Hayrettin Guven,  Abdulbakî Xalîsînan, Seyfî Dogan, Seyîdxan Anter, Nuh Ateş,  Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Ehmed Berber, Ehmed Mîlan

Kovara ku wekî kaxiz çap dibe, piştî demekê li ser hesabê wan ê facebookê jî tê belavkirin.

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply