PAŞAYÊ ADIL Û DIZÊ MALA XWEDÊ

Hebû tunebû, dibêjin paşayekî pir adil û rasgo hebûye.

Xelqê bajêr gelek ji Paşayê xwe razîbûn û Paşe jî ji wan razî bûye.

Di wê navê re sal û zeman bihurîn, Paşê kal bû, kete ser gopalan, êdî nikaribû paşatiya xwe berdewam bike. Rojekê Paşa xwe bi xwe fikirî û got:

  • Ez im, ez im, tenê ez heme û keçeke min heye. Divê ez xorteki zana û zîrek û bawermend bibînin û keça xwe lê mehr bikin, da ew li şûna min paşatiyê jî bike.

Rojek ji rojan, Paşê rabû bangê Wezîrê xwe yê milê rasttê kir û gotê:

  • Ez ji te dixwazim ku tu her sibe û berî banga melê herî li mizgeftan bigeri, heta ku tu yekî dîndar bibînî û wî bînî ba min. Îcar eger te kesekî wisa li mizgeftekê dît ku ji bo nivêja berbangê hatiye mizgeftê, hema wî bi xwe re bîne serayê, were ba min.

Wezîr li ser gotina Paşê kete tatêla xwe û ka wê Paşe çi ji kesê nivêjker bike. Lê dibêjin Fermana Paşeyan, nayê betalkirin.

 

Wezîr roja dinê dema êlindê rabû çû Mizgefta Mezin a bajêr û kilîl li derî xist, kete hindurê wê. Dît ku wa ye zilamekî ciwan li ser nivêjê ye. Wezîr dilê xwe xweş kir û got: Maşaelah! Çiqas kesên oldar û paqij di nava xelkê me de hene. Evê hanê nîvê şevê rabûye û hatiye li mizgeftê şevnivêjan dike, heta ku Melê were û li pey wê bi cemaet jî bike.

Tu nabêji, ew zilamê li mizgeftê ku nivêj dike, dizekî xasûk bûye. Wî bihîztibû ku xaliyên nû ji mizgeftê re kirrîne û ew jî çûye ketiye mizgeftê, da sibehê derî vebe û dema xelk dest bi nivêjê bikin, Diz jî xaliyan derxîne derva û bibe.

 

Zilamê diz hey ji tirsan nivêja xwe dirêj kir û dirêj kir, Wezîrê Paşê jî li benda wî ma û ma, heta ku ew nivêja xwe biqedîne…

Wezî bala xwe dayê ku zilamê nivêjker dawî li nivêja xwe nayine, hema çû pêşiya wî ku gotê: Êdî bese, divê em te bibim cam Paşê.

 

Dema Wezîr wisa gotiye, tirpînî ji nava dilê yê diz hilatiye û xwe bi xwe gotiye: Eheh! Wele Paşê bi min hisiyaye ku ez ketime diziya mizgeftê û wê serê min jê bike…

Wezîr bangê leşkerên li derva kiriye ku werin û zilamê limêjker bibin.

Leşkeran ew girtine û birine. Wezîr jî li paytûna xwe siwar bûye û çûye serayê, gotiye Paşê:

  • Paşayê min. Min yekî wisa bisilman û nivêjker anî ku li çu deveran peyda nabin.

Leşkeran zilamê diz birine pêşberê Paşê û Wezîr gotiye:

  • Paşayê min, ez berî banga melê çûm Mizgefta Mezin û min derî vekir. Dema ketin hindurê Mizgeftê, min dît ku ev ziam li ser nivêjê bû. Ez li ber wî mam ku silav bide da ez wî bînim, lê wî çiqas silav dida û pêre pêre radibû niyet dianî dest bi nivêjeke din dikir. Ha wisa wî li nivêjê domand û ez jî li benda wî mam. Min dît ku dawî li nivêjê nayine, leşker hatin û wî girtin, û anîn virê. Ez bawer dikim ku kesekî wek vî bawermend û nivêjker peyda nabe…

Paşê got Zilamê Diz:

  • Tu zanî ku çima leşkerên min te hanîne virê?

Zilamê Diz got:

  • Paşayê min, ez nizanim, lê bawer dikim ku bi şaşî wan ez hanîme…

Paşê, Wezîr û leşkerên xwe derxistin dervan û got Zilamê Diz:

  • Ez li yekî wek te bawermend digeriyam ku ez keça xwe bidimê. Were desê min maç bike, ev e min da te. Tu merivekî oldar û bawermend î. Tu yê piştre li şûna min bibî paşa jî.

Paşê bangê meleyekî kir û mehra keça xwe û ya Zilamê Diz da çêkirin. Li serayê avahiyekê da raxistin û herduyan tê de bi cih kirin. Heftiyek şûnde, Paşê desthelatiya xwe ya paşatiyê jî dewrê zavayê xwe kir.

Zavayê Paşê xwe bi xwe got:

  • Ya Rebî! Karê ku tu dikî, kes nake û kes pê nizane jî. Ez ji bo diziyê ketibûm mala te, lê te ez xelat kirim û vê xweşiya hanê jî da min. Lê heke ez ketibûma diziya mala te ya li Mekeyê, belkî te paşatiya dinyayê jî dabûna min! Ne beredayî ye ku pêşiyên me gotine: Kî ji te xafil e, ew kafir e…

 

Zilamê diz li paşatiya xwe domand, min jî çîroka xwe li virê qedand.

 

Zeynelabidin Zinar

(Ev kurteçîrok, beşek ji çîrokeke dirêj a di vîdeoyekê de hatiye wergirtin. Lê mixabin navê gotî ne diyar bû. Lêborîn ji çîrokbêjî dixwazim).

11/ 11/ 2021

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply