”Qal” Qala Çi Dike?

”QAL” QALA ÇI DIKE?

 Qal peyveke balkêş e, meraqdarî ye. Navê romana Hesen Ildiz ”Qal” e. Ev nav di serî de bala mirov dikişîne û mirov dixe meraqê. Gelo Qal qala çi dike? Gelo behsa kîjan mijarê dike? Qal û behs her du jî peyvên hevmane ne û erebî ne. Lê kurd her du peyvan jî di nav kurdî/kurmancî de, di axaftina rojane de bi kar tînin. Van her du peyvan di axaftina jiyana rojane ya gelê kurd de cihê xwe girtiye.

Romana Hesen Ildiz di nav weşanên ”Peywend”ê de, di sala 2019an de hatiye weşandin. Roman 127 rûpel e. Romannivîs H. Ildiz di navbera salên 2014/2017 de, di çar salan de romanê li Budapeşt û Stenbolê nivîsiye. Weşanên Peywendê gelek pirtûkên hêja û her wiha du pirtûkên min jî weşandine. Pirtûkên min yek jê roman e û ya din jî lêkolîn e. Weşanên Peywendê piştî ku xwedî guhert, navenda xwe ji Stenbolê bire Wanê. Niha di hêla weşangeriyê de giranî daye ser weşandina pirtûkên lêkolînî û yên tezên doktorayê yên xwendevanên zanîngehan/unîversîteyan.

Nivîskarê kurd Hesen Ildiz ji gundekî Şemrexa Mêrdînê ye. Ev romana wî ya yekem e. Wî berê pirtûkeke çîrokan nivîsiye û weşandiye û paşê ji çîroknivîsînê derbasî romannivîsînê bûye.

Qal qala çi dike? Behsa qal û belayê dike, yan qala tiştekî din dike? Gelo, naveroka romana bi navê ”Qal”ê li ser çi ye? Ev peyv bi xwe di mirov de meraqê çêdike. Mirov meraq dike gelo ev qal qala çi dike? Min jî wek xwendevanekî kurd meraq kir û roman xwend.

Di destpêka romanê de gotinên Schopenhauer ên bi almanî hene. ” Einerseits vorstellung, andererseits wille.” yanî ” Li aliyekî xeyal, li aliyê din jî xwestek.” Lê wî kurdiya vê hevoka  gotinên Schopenhauer di pirtûkê de nenivîsiye. Çima wî wergera kurdî jî nenivîsiye? Ev ne diyar e.

Roman bi sernavê ”Prolog” dest pê dike, bi sernavê ”Dergevan”, ”Birhan”, ”Lawê Fatma”, ”Fatma”, ”Lîlav”, ”Şemsê” , ”Xewna R. an jî jiyaneke din”  didome û bi sernavê ”Rosîma” bi dawî dibe. Roman bi tevahî 17 beş e.

Di beşa ”Prolog”ê de qala xwekuştinê tê kirin. Ez ji romanên ku tê de xwekuştin hebe qet hez nakim. Xwekuştin tiştekî pir xirab e û divê di berhemên edebî de neyê ravekirin. Roman bi forma ”Ez” hatiye nivîsîn. Lêbelê ew ”Ez” ango vebêjê romanê carinan nivîskar e û carinan lehengê di nav romanê de ye. Awayê teknîka şêweya nivîsîna romanê post/modern e.

Piraniya romannivîsên kurd xwe bi yek ekoleke navneteweyî ve girê nadin, ew tevahiya ekolên navneteweyî dişopînin û ji hemûyan sûd werdigirin, feyde dibînin. Di gelek berhemên edebî yên kurdî de mirov dibîne ku berhem bi giranî li gor ekola realîzmê ne. Lêbelê di wan berhemên li gorî ekola realîzmê de, ekola surrealîzmê jî heye. Hinek berhem berhemên nûjen in/modern in lê di wan de reng û nexşên post/modernîzmê jî hene. Ev awayê afirandina berhemên wan bi her awayî berhemên wan xurttir û serketîtir dike.

Min di destpêka gotara xwe de gotibû; ”Qal” qala çi dike? ”Qal” behsa tiştên vir de wê de, tiştên rojane dike. Qal qala lehengê romanê û jina wî dike. Qal qala bawerî û bêbaweriyê, xwestin û nexwestinê dike. Qal qala kompleksên xwe, hemîletî/ducanî û welidîna jina leheng dike. Lêbelê Qal qala tiştên ku bala min dikişînin nake. Tiştên girîng û balkêş rave nake.

Roman romaneke monoton e. tê de heyecan/kelecan tune ye, ji bilî navê wê meraq jî tune ye. Tiştên ku mirov meraq bike ka ev tişt çi bûn jî tune ne. Gelek romanên post/modern wiha ne, xwendina wan zehmet e. Weke kuçê peyvan in, lê naverok vala ye. Ez jî û dibe ku gelek xwendevan jî ji xwendina romanên wiha hez nakin û bi dilxweşî naxwînin.

Di ”Qal”ê de karekterên kesên di nav cîhana romanê de ne, bi çavên wan kes, fîgur û lehengên romanê hatine nîşandan. Yanî çavên Alo, Welo, bi çavên Welo, Xelo daye nîşandan. Nîşandayîna wan û pêşkêşkirina karekterên wan car caran bi metoda teknîka binhiş nivîs pêşkêş kiriye. Karekterên di romanê de ne li hevûdu çawa dinêrin bi formeke binhişiya post/modern daye nîşandan.

Di romanê de teswîrkirineke xurt, vegotineke  edebî, hunerî û di tehlîla tiştan, bûyeran de performanseke serketî nîşan nedaye. Dibe ku romannivîs xwestibe romaneke civakî binivîse, dîmeneke sosyolojîk a malbatekê bi tev nakokiyên navmalbatî rave bike. Lê, li gorî dîtin û ramanên min bi ser neketiye. Helbet ev lênêrîna min e, dîttina min e. Dibe ku ji bo xwendevanekî din ev roman romaneke pir baş û serketî be. Ez vê jî bibêjim; ev ji bo romannivîserê kurd H. Ildiz  destpêk e û ev romana wî ya yekem e. Heger ew romannivîsiya xwe bidomîne dikare ji vê romana xwe baştir û serketîtir binivîse.

Sedemên fikra xwekuştinê jî di romanê de bi zelalî û berferehî nehatine ravekirin. Ev hêl bi peyveke tirkî ”muxlak/ nezelal” maye. Şêweya xwekuştinê, sedem û encama wê jî rîşo maye.

Lehengê sereke yê romanê R. Baran karekterekî baş nîn e, bedbîn e, bêhêvî ye, bêhîs e, bê hest û ruh e, cih bi cih narsîst e. Asoyê wî deng e, weke nihîlîstan ramanên vir de wê de diparêze, civaknas nîn e, di lênêrîna jiyanê de xweşbîn nîn e. Bi kurtahî R. Baran leheng û karekterekî ku mirov jê hez bike nîn e. Jixwe civak jî ji kesayetiyên wiha pozbilind hez nake. Di romanê de dîmenekî rengekî civakî ya kurdan heye lêbelê hest û ruhê kurdayetiyê tune ye.

Roman qala tiştên ku dike, teswîra wan nake. Di hêla teswîran de qels e, serketî nîn e. Di romanê de ji zimanê edebî/wêjeyî pirtir zimanê rojane û cih bi cih zimanê ”argo” yê kuçeyan bi kar aniye. Qala nakokiyên malbatî dike, lê ew jî qet bala mirov nakişîne. Roman bi naverokeke xurt nehatiye xemilandin.

Helbet tiştek ji sedî sed baş yan xirab, reş yan spî, qels yan serketî, rast yan şaş nîn e. Pirtûk, berhem jî wisan in. Mirov nikare wê bi tevahî reş yan spî bike. Spîbûna pirtûkeke kurdî ji bo min di serî de ji bo ku kurdî ye. Qal jî berhemeke wêjeyî ya bi kurdî ye. Berhemeke post/modernîst e.

Min roman bi zor û bela xwend û qedand. Lê ez vê bibêjim min tam û temam jê fêm nekir. Yanî bi xwendina xwe ez baş tê negihiştim ku ev romaneke çawa ye, çi qas serketî ye? Min bi qasî ku jê fêm kir, şîrove kir, yekî din dikare ji min pirtir û baştir jê fêm bike û şîroveyeke cuda bike. Ev şîroveya min ji bo hinek xwendevanan dibe ku ne rast be jî. Loma jî berhemên edebî ji aliyê çend kesan ve bi şêweyên cuda, cure cure werine şîrovekirin û nirxandin hîn baştir dibe.

Bi hêviya ku Hesen Ildiz hê gelek romanên kurdî binivîse û li romanên kurdî zêde bike.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply