Pirtûka ‘Hobbit’ a bi Kurmancî Derket!

Hobbit, pêş-pirtûka sêbareya Mîrê Gustîlan a J.R.R. Tolkien, cîhaneke dersirûştî û tijî nepenî bi hêmanên fantastîk pêşkêş dike. Gandalfê sêrbaz, Elf, Goblin, Ork, Cûce, afirîdeyên şiklguhêz ên nîvmirov û nîvhirç (Beorn), Gollumê lenetîyê gustîlê û bengîyê hêzê, dêw, teyr, balinde û gur, xezalên ku difirin û dawîya dawî jî Ejdehar Smaug tev di serpêhatîya Bilbo Baggins de derdikevin pêşberî me. Bilbo Baggins li gel Thorîn û hevalbendên wî yên cûce ji deşt û çîyan diqulibin, di dergeh û şikeftan re derbas dibin û rastî ceribandinên dijwar tên.

Hobbitê pincilîsk, hûrik û bêhêz û heta tirsonek çawa diguhere, dibe leheng û xirabîyê bi safîya dilê xwe û bi bextê xwe yê çê û dilê xwe yê saf dehf dide? Serpêhatîya Bilbo bersiva vê pirsê ye. Li destpêkê Hobbit biçûk e û dinya jî mezin e, lê her ku serpêhatî didome Hobbitê me, Bilbo Baggins, mezintir û dinya jî biçûktir dibe.

 

Ramazan Kaya ji bo pirtûkê wiha dibêje:

Ev pirtûk jî di dîroka wergera Kurdî de qonaxeke bilind e û şahiya zimanê me ye. Lê mixabin bi têra xwe neket rojevê, bala hinek kesan nekişand. Ji ber ku wergêrê pirtûkê xwediyê lobîyeke xurt nîne, mirovekî nefsbiçûk e û naxwaze li ber çavan be. Em minetdar in birêz Samî Hêzil.

  • Wergêr: Samî Hêzil
  • Weşanxane: Lis Yayınları, 2023
  • Cih: Amed
  • 312 Rûpel
  • Ziman: Kurdî
  • Cîld: Berga Karton

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply