Keç ji kuran wefadartir in

Zêdahiya zuriyeta mirovî çawa ku em dizanin bi saya weleda kurîn e. Çi kesî ku dizewice bêguman ewilê dixwaze Xwedê kurekî bidetê. Ji ber di fitriyatê da kur ji keçan biquwettir in, rêncberî û karê giran bi hêviya wan ve ne, ev daxwazî gelek nomal tê dîtin. Her wiha dema dia ji jin û mêrekê bêweled ra tê kirin jî, çi salih çi nesalih, “Xwedê kurekî bide we” dibêjin.
Her bavek dixwaze bibe bavê kurekî an jî çend kurên jêhatî û dilawer. Wextê Xwedê dike nesîb jî li gor derfeta xwe ya ji destan tê ji wan ra dike. Kur, di nav civakê da çiqas jêhatî û çeleng be her wiha bav di nav civakê da çiqas bi wî kurî serbilind û kubar jî be, tu caran ew kur, wekî wê keça ku ew mezin dike, dide mêr û perê nextê wê li kuran mesref dike û piştî da mêr heqqê wê jî li kuran parve dike, dilkovan nîn e jê ra.
çocuklar, çocuk, genç, mutluluk, kız evlat, gülümseyen, mutlu, aile, erkek  kardeş, kız kardeş | Pikist
Dê û bav kuran ji av û agirî diparêzin û heta mezin dibin ka çi gengeşiyê dibînin di imrê wan da nîn e anku fêhma wî qasî nakin heta balix dibin. Piştî ku balix dibin jî evan kuran dawet divê û her dawetê ewqas mesref jî divê. Dema di dest da tune be, ew bav çêleka li derê malê girêydayî jî seba daweta kurê xwe difiroşe; ca ku mirazê wî pêk bê ewê havîna germ û dirêj xwe dihêlin devzuwa. Piştî ku di malê da dengê du an sê bûkan bihev ra hat, vê carê derî li ber cudabûnê vedibe, bi alikariya dê û bavan her yek ji xwe ra hêlîneke nû ava dike. Gelemperî dê û bav xwe didin li rex kurê piçûk lê belê hekî li dor wan hêj tişteka ku ew menfîetê jê bibînin hebe her yek ji aliyê xwe ve divê ku dê û bav li rex wî bimînin her wiha xwedikirina wan ne bi keyfa bûkan jî be û di piş wan ra bikin pitepit jî dîsa seba menfîeta xwe li hemberê wan nabêjin çit.
Rüyada Erkek Kardeşini Görmek Ya Da Kız Kardeş Görmek - StabilHayat
Heta mirinê çavê kuran di destê dê û bavan e mixabin. Çend kur me dîtin ca ku meaşê dê û bavê xwe yê seqetiyê girê bidin, ruşwet dane dixtoran. Ca ku ji heyetê derbaz bibin yek li kerritiyê girê dan, yek li korîtiyê yek li dinîtiyê girê dan yek li şal û şe’tiyê. Bavekî di heyetê da, bi telefona cêban rihê xwe kur dikir, bavekî jî ca ku tansiyona wî bilind bibe bi qemçan îsot dixwar û bavek din jî li aliyê din bi kopalê xwe di gel dîwarê nexweşxanê şer dikir. Dêyekê bi çavê saxlem temaşe dikir kesek neditît, Dêyekê jî li korîdora nexweşxanê derpê xwe diêxist haşa mîz dikir. Di şet û pêlên wê mîzê da çend dixtor xeniqîn nediyar e. Belê mînak zehf in lê ji bo nimûne bi min ew qas bes in.
Sizden iyi kız kardeş/erkek kardeş olur mu? - KizlarSoruyor
Ev dê û bavên seba kuran kevir diavêtin mala Xwedê, qasê ez şahid Xwedê di devê hinekan da anî. Ew kurê ku bavê xwe kerr dikir, Xwedê kurekî kerr dayê. Ew dêya xwe li korîtiyê girêdayê gelek dom nekir kor bû. Ew bavê dîwarê nexweşxanê dida ber kopalan gelek dom nekir Xwedê emanetê xwe jê stand. Ew kurê diya xwe ji direw seqet dikir bû xwediyê keçeke seqet. Ew dê ya ku bi mîza xwe li korîdorên nexweşxanê lehî radikir jî ji mejiyê xwe nexweş e niha.
Di van kirinan da hekî ew dê û bav gunehkar jî bin sedema vî gunehî dîsa kur in. Çimkî ew kur çiqas bibine xwedî zarok jî dîsa li ber dilê wan dê û bavan zarok in. Heta dimirin diçin jî dilê wan bi wan kuran dişewite lê ew kur di wê hessasiyetê da nîn in heta roja wan jî neyê.
Min dêya 9 kuran dît pêxwas digera. Halbûkî her yekî cotek gure jê ra bikiriya du salan têra wê hebû.
Bavê du kurên ku bi keyfa xwe digeran û karê wan geşt û seyd bû, bibû mehkûmê nivînan. Ne wan xwe lê dikire xwedî ne bûkan lê belê yê serguh li wî bavî dikir du keçên wî yên mêrkirî bûn.
Keçik dişibin kehrikan. Dema bav didin derî gelemperî keçik pêşwazî dikin û dema dirûnin jî wekî karxezalan xwe li stuhê wan dialînîn û heman elaqeyê ew jî dixwazin. Kurik jî heman tiştî dikin lê belê ne wekî keçikan in. Heger mirov bala xwe bidetê hêj di wê çaxê da her du kinar xwe kifş dikin.
Bêguman mirov nikare hemî kuran xirab û bêxêr nîşan bide. Elbet gelek yên baş û wefadar jî hene lê dema mirov bi gelemperî muqayese dike kur ne wekî keçikan kezebşewitiyên dê û bavan in. Ji ber vê yekê heta mirov diayê ku ” Xwedê kurekî bide te” ji dê û bavekî ra bike, weledekî salih bixwaze ma ne çêtir e?
Gotina dawî:
Keçik, tu car hingî kuran dilê dê û bavan nayêşînin; di ser vê ra jî dîsa bêhtir ji kuran hez dikin.
Memê Miksî
22.05.2022

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply