Navdarên Kurd: Erebê Şemo

Erebê Şemo sala 1897 – an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Wê demê ew qeza di bin desthiletdariya Împêratoriya Rûsya da bû. Sûsiz gundekî kurdên êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndare din ne xwedî milk û mal bûn. Kesîb bûn. “ Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan,- gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse,- …diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, adirbêcanan, huruman û ermeniyan rêncberî dikir.

Ereb lawê Şemo yê sisiyan bû, zarokek aqilî çavekirî. Di zarotiya xwe da Erebê çûk dijweryên jîyanê dîtin, di malên zengîna da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe.

Di emrê wî da bûyareke nebîrkirî bû, dema ew di xwendinxana melekana ya Alêksandrovkîyê ya zimanê rûsî da bû berdestî. “ Gerekê min heyat paqij kira ji kaxazan, tozê, lê zivistanê: ji berfê, otaxên dersxanan gêzî kira, toza li ser texte û penceran hilda, av banya têkira boçkan, bona vexwerina şagirtan, sibê û êvarê simawira wê bikelanda, biçûma nava gund û dukanê, çi jêra lazim bûya, bistanda, carna biçûma bajêr temyê wê biqedînim, lê wextê berf diket, gerekê her sibe zû sobê li dersxanê û otaxê wê dada”.

Bi saya nermî, çavvekirî, xebathizyê dersdar his li Erebê biçûk dike. Keça dersdara mektebê : Marûsya çûk ELFEBA zimanê rûsî pêşkêşî Ereb dike û bi alîkariya wê, Ereb, dema xwe yî vala, dest pê dike bi xwe xwe hînî xwendina rûsî dibe. Wextê mamosta re´m wê yekê dibîne, Ereb bê heq hildide xwendexanê…

Usan ew dibe şagirtê wê mekteba du dersxane, ya bi zimanê rûsî. Di demeke kin da dibe xwendevanekî herî pêş. Ji pey qedandina xwendinê ra Ereb dîsa xulamtiya malên dewletîyan, yên tirk, ermenî, rûs, hurum dike. Xulamtiya wan salan wî bêtir di nava emir da qal dike. Ew li ber çavê xwe halê gelê xwe yê bindest û evdên kesîb-kûsîb dibîne. Xelqê kurd ne tenê ji alyê dewletê lê aliyê axa, beg û dîndarên desthiladarên xwe da da jî tên zêrandin, pelçiqandin.

Ew malên dewletî cem kîjana xulamtî dikir kurmancî nizanîbûn. Erebê zîrek mecbûr dibe zimanê wan fêr be, ku karibe bi wan ra bi zimanê wan biaxive.

Usan bû, ku hê 14 – 15 salî jî tune bû, êdî bi serbestî tev zimanê dê USA jî Rûsî, Ermenî, Tirkî, Hurumî diaxivî, rind haj erf – edet, rabûn – rûniştandin û xeysetê wanî miletyê hebû.

Ji bo wê karê jî efrandinên nivîskar da ewqas kûr û rast, bi rêalîstî deb, rabûn- rûnistandin û xeysetê wanî miletyê bi bedewetî hatiye nîşandan…

Zanebûna zimanan roleke mezin emrê wî da lîst.

Şerê Rûs–Tirk dest pê dike. Taxbûrên leşkerên rûsan li kêleka gundê wan çadirê xwe lê dixin. Pê dihesin, ku wî gundî da xulamekî kurd heye yê rind zimanê kurdî, tirkî, rûsî, ermenî zane. Wê demê merivê usan pir kêm bûn. Dest xwe da gazî wî dikin û di ordîya leşkerên Rûs da kivs dikin çawa tercmeçî /werger /. Tevî ordîya rûs ew du salan / 1914 – 1916 / dijî tirkan şer dike. Wan her du salan ew gelek evdên rûse xwendî, yên xweyê bîr – bawarî û fikirên şoreşger ra dibe nas, hevaltîyê tev wan dike, kitêba dixwîne, dinya zanebûn û fikirandina wî fire dibe.

Hê bîst salî jî tune bûye ew zilamê xweyî suret, çawa gel dibêje, êdî digîhîje gilyan, tê derdixe, ku ew nerastyên jîyanê, kul – derdên bêhesav evdên bindest ra ji ku tên.

Sala 1916- an Erebê Şemo diçe Sarîqamîşê û di çêkirina rêya hesin da wak pale dikeve ser kar. Wê derê ew şoreşgerên Rûs ra dibe nas, tevî karê wanî dizîva dibe. Sipartinên wan yê gelekî bi qezya û dizî diqedîne.

Bîr û baweriyên wan nêzîkî ruhê wî bûn. Ew mîtîngên karkir û leşkeran da bi xeberdan pêşda tê, wan dide serwextkirin, ku azaya wan tenê qewlê dêmokratiyê, sosyalîzmê da kare mîyaserbe. Gerekê hukumê axa, beg û milkedaran bêne hedimandin. Mirovê xebatçî gerekê bive xweyê bextê xwe, welatê xwe, xebata xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareserke. Gundî gerekê bivin xweyî milk, xweyî ax. Ji bo wan bawarya jî, wî digrin davêjine hebsê.

Ew pir hebsê da namîne. Çînovnîkên dewletê, dema karê wî lêkolîn dikin pê dihesin, ku Ereb Kurdekî Êzidî ye. Bi fikira wan Kurd gava ewqas jî têgihîştî nînin, sîyasiyê fem nakin û nikarin bibine şoreşger, berdidin.

Peyra demeke kin gundê xwe: Sûsizê da dimîne, paşê dizîva derbazî Rûsyayê dibe, diçe bajarê Stavrapolê…Wê demê Rûsyayê da Şoresa Oktyabirê pêk hatibû. Hukum ketibû destê Bolşêvîkan. Ereb dikeve nava ordiya Sovyêtê ya nû avakirî. Sala 1918– an ew êdî endamê Partîya Komûnîstê Rûsyayê / Bolşêvîka / bû.

Xortê şoreşger serwext texmîn dike bêyî xwendina bingehîn nikare kêrî gelê xwe bê, bîr û bawariyên xwe bîne sêrî, sala 1920 – î diçe bajarê Moskivayê û zanîngeha Lazaryan da çar sala, heta sala 1924 – an dixwîne.

Sala 1924 – an vedigere Ermenistanê. Wê demê Ermenistanê da jî êdî qeydê Sovyêtê alt kiribû. Ew Kommerkezya Partya Komûnîstyê ya Ermenîstanê da dikeve xebatê.

Deshiletdariya Sovyêtê ya nû, hema di salên xwe yên ewlin da mecalên anegor saz kir ji bo pêsdaçûyîna miletên welatê xwe yên weke Kurdaye kêmjimar. Ji bo wê para gelê kurd jî, yên li Ermenistanê dijîtin mecalên pêşvaçûyînê hatin sazkirin. Ku wan ji halê sûndamayîna kûltûryê û aboryê derxin ji her aliya da alîkariya wan hat kirin. Gel halê koçeriyê û nîvkoçeriyê da bû. Merivên kurde xwendî pir kêm bûn. Erf – edetên kevne zîyandar qewlê nû da nedimeşyan, li ser rêya pêsketinê dibûn asteng û zîyana mezin didan civakê.

Erebê Şemo kete nava kûrma wê xebatê. Ewî di nav gelê xwe da karê kûltûriyê, perwerdeyê, ronakbiriyê dikir, pirsgirêkên wan digîhand hukumatê, dijî edetên bêkêr û peymayên hukumdarya berêye fêodal şer dikir. Derheqa jîyana kurda da di rojneme û kovarê welêt da dinivîsî.

Sala 1924– an, heyva hezîranê li zozanê Elegezê civîna kurdên nepartîvan hate derbazkirin. Civînê da axaftina hîmlî ya Erebê Şemo bû.

Sala 1927 – an hukumata Ermenîstanê / Komîsaryata ronkaye û perwerdê / ji bo hazirkirina elfeba kurdî ya nû qirar qebûl kir. Elfeba nû gotî li ser hîmê herfê latînî bihata demezirandin. Sala 1928 – an karê hazirkirna ELFEBÊ bi serfinyazî hate qedandin. Xudanê wê bûn kurdzan Îsahak Maragûlov  û Erebê Şemo. ( Îsahak Mêrangûlov bi eslê xwe Asûrî bû. )

Xwendina bi zimanê rûsî, helaqetiyên wî tevî rewşenbîrên eyan û rêvabirên hukumatê, mecal didan, ku ew pirsgirêkên gelê xwe bigîhîne cîyên bilind. Bi însîyatîva wî sala 1928 – an komek xortên kurd ji Gurcistanê û Ermenistanê şandine Lênîngiradê xwendinê. Ji xwendevanan, bawarkî teva jî karne berbiçav kirin ji bo gelê xwe. Ji wan Qanatê Kurdo bû zanyarekî kurdzaniyê yê bi nav û deng, Semend Sîyabendov serê dijî Almanya Hîtlêryê da bi mêranî şer kir û navê Mêrxasê welatê Sovyêtê stend .

Erebê Şemo xebata berbiçev kir ji bo sazbûna rojnema kurdîye RYA TEZE. Sala 1930 – î li bajarê Yêrêvanê dest bi weşana rojnamê bû. Ew rêvabirekî berpirsarya rojnemêyî herî aktîv bû. Wê salê dîsa li Yêrêvanê xwendinxana dersdarhazirkirnê ya kurdî vebû. Berpirsyarê xwendinxanê yê ewlin ew bû.

Zûtirekê wî disînine bajarê Lênîngiradê xwendinê. Ew aspîrantûra înstîtûta Dîroka Kûltûrayê da qebûl dibe. Wî çaxî ew usa jî di zanîngeha Felsefe, edebiyat û dîrokê da dersê zimanê kurdî dide.

Dawiya salê sîyî welatê Sovyêtê da dest bi dijweryên / rêprêsya / dîktatorya stalînîzmê dibin. Bi mîlyonan evdên wî welatî yên bê sûc, am – tam bûn qurbanên wan dijweriyan.

Kurdên Sovyêtê jî zîyana mezin dîtin. Sala 1937 – a Erebê Şemo li Pêtrogiradê /Lênîngirade / girtin û sirgûnî Sîbîrê kirin…

Sîbîr bi mîlyona evdên wek Ereb ra bû goristan…Ereb zarotî û xortaniya xwe da pir dijwerî dîtibû, qal bû bû. Li ber wê xezebê teyax kir.

Ji pey bîst salên zemete dûr û dirêj ra, ( pey mirina Stalîn ) sala 1956 – an, wî wa gotî “e´fû “ dikin, dibêjinê, ku tu sûcê wî tune, neheqî jê hatiye kirin.

Vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jîyana wî ya sîyasî, civakî û efrandariyê dibe. Çi, ku salê sirgûniyê wenda kiribû, şev – roj dixebitî ku wê valayê tije bike…

Sala 1929 – an ew tev Îsahak Maragûlov bi elfeba kurdîye latînî “Xwe xwehînkirina zimanê kurdî ” diweşîne. Ev kitêba ya kurdaye ewlin e, ku bi herfên latînî çap bûye. Ev elfeba dîrokî bû hîm, ku wê demê, welatê Sovyêtê da nivîsara kurdî ji tîpn ermenî bên guhestin bi herfê latînî.

Ji sala 1929 a heta sala 1945 a, dema bi biryara hukumata Sovyêtê elfeba kurdî ya tîpên latînî tê guhestin tîpên kirîlî bi sedan pirtûk, rojnema RYA TEZE bi elfeba tîpên latînî hatine weşandin. Mektebên gundên kurdan, xwendinxana kurdî ya pêdagojiyê da xwendin bi vê elfebê hatiye meşandin.

Sala 1930 – î pirtûkên wî yên bi navên “ Emirê Lênîn “, “ Terîqa rêvolûsya Oktyabirê “, “ Kolxoz û kara wê gundya ra” tên weşandin.

Wan sala ew rojnemên rûsî û ermenî da bi gotarên berfire pêşda tê, sîyasiya dewleta nû xweyî dike, dixweze çavê gel veke, ku ew zulmkar û kedxwerên xwe naskin, menya hejarî û feqîrya xwe bihesin, dijî erf – edetên kevne seva pêsdaçûyîna gel zîynkar ser dike, efrandinên bedewetiyê dinivîse…

Di sala 1936 –an nivîsara wî ya bi navê „ Li ser pêwendyên Fêodalî di nav kurdan da derket .„ Şeva tîatroyên gundên kurdan şanoya nivîskarê ermenî Alêksandir Araratyan ya bi navê “ Koçekê derewîn “ werdigerîne bi zimanê kurdî ( 1930 s. )

Sala 1935 – an eferandinên wî : ŞIVANÊ KURD, lê salekê pey ra jî KURDÊ ELEGEZÊ tên weşandin.

Bi weşandina van efrandina, îlahî ya “Şivanê Kurd “ Erebê Şemo çawa nivîskarekî kurdî bi suret hat naskirin û nav – dengê wî çawa li nava welêtê Sovyêtê, ûsan jî li nava rewsenbirên kurde yên wê demê da belav dibe.

Ev romana biçûk bi gelek zimanan / rûsî, ermenî, gurcî, azirbêcanî, firansî, almanî, tirkî, erebî û gelek zimanên din / hatiye wergerandin û weşandin.

Cîyê gotinê ye, ku salên sîyî dema rewşenbirên kurd li bajarê Bêyrûtê berevoka efrandinên nivîskarên Kurd diwesînin herd efrandinên nivîskar, yên jorgotî jî cîyê xwe wur da digrin. Berevok jî bi navê romana ŞIVANÊ KURD tê navkirin.

Nivîskar êdî rind haj edebiyeta rûsa û ermenîya hebû. Jîyan, deb, rabûn – rûnistandin, ziman, pirsgirêk û xeysetê çawa gelê xwe usan jî yê gelên wê heremê zanibû. Qir û bira Êzdiyan ya salê 1915-1920 bi çavê xwe dîtibû. Bi bîr û bawariyên şoreşgeriyê jî êdî gîhiştibû…Ev hemû bûbûn hîm ku nivîskar efrandinên berfire binivîse û jîyana gelê xwe / usa jî gelên cînar / bi zaravê kurmancîyî xweş, bi rêalîstî raxe ber çavên xwendevanan.

Ew gelek rewsenbir û nivîskarên dema xwe, yên mezin ra nas bû. Îlahî hukmê edebyeta rûsî ya wê demê ser wî pir tê xanê.

Nivîskar derheqa rasthatina xwe tev nivîskarê rûsî mezin Maksîm Gorkî timê bi kêfxweşî ji bîr tanî.

Ji rûyê sirgûniyê da navbereke mezin dikeve nava jîyana wî ya efrandariyê. Sirgûniya Erebê Şemo, rastî jî, di nav pêşdaçûyîna edebiyeta kurdê sovyêtê da valayîk çê kir, xazma di werê nivîsara vekirî da. Ji romana “Şivanê Kurd “ tê zanîn, ku wê demê li meydana edebiyeta kurdî da nivîskarekî bi suret sekinî bûye.

Eger ew ji nav civakê nehata dûrxistin û mecalên efrandinê bêpar nema, wê berhemên pir giranbiha gelê xwe ra bihîsta…

Bawarkî du dehsal sûnda ew ji wan dijeryên sirgûnyê yê zulm xilaz dibe û dîsa vedigere jîyana efrandaryê. 22 – 23 sal ji pey “ Şivanê Kurd” ra sala 1958– an li Yêrêvanê romana xwe ya “ Berbang “ lê salek şûnda “ Jîyana Bextewar “ diweşîne.

Romana Erebê Şemo JÎYANA BEXTEWAR bi zimanê rûsî û ermenî hatiye wergerandin.

Romana HOPO berdewama romana JÎYANA BEXTEWAR e.

Sala 1965 –an li Yêrêvanê romana wî ya bi sernivîsa DIMDIM hate weşandin. Weşandina vê romanê bûyereke berbiçev bû di nav edebiyeta kurdên sovyêtê da. Ew yek ji wan nivîsaren bedewetiyêye yên dîrokîye ewlin e, ne ku tenê li nav edebiyeta kurdê sovyêtê lê ya temamiya kurda da.

Romana DIMDIM bi zimanê rûsî, ermenî û gelek zimanê din hatiye wergerandin û weşandin..

Erebê Şemo xêncî van roman û nivîsaran usa jî şeva zarokan çîrok nivîsîne, bi miqale, gotaran, bîranînan rojname û kovarên komarên Ermenistanê û Rûsyayê da pêşda hatiye. Bi sênaryoya wî fîlmeke dokûmêntar bi navê KURDÊN ERMENISTANÊ hatiye kişandin.

Emekê Erebê Şemo pir e di warê pêşxistina kûltûra kurdên Sovyêtê da. Ew evdekî xweyê zanebûnên kûr û kûltûra bilind bû., pêşewitekî gelê xwe bû. Tim di civat û êvariyên nivîskar û xwendvanên kurdên Ermenîstanê da hazir bû, bi şêwrên qenc alîkarî dida efradarên gênc.

Derê wî miqîm li ber teva vekirî bû. Ji gundan, bajaran kurdên karker, gundî, xwendevan dihatin cem. Alî teva dikir.

Çawa li Ermenîstanê usan jî temamiya welatê Sovyêtê da qedirekî mezin didane wî. Navê xebatçîyê kûlturayî î emekdar yê Ermenistana Sovyêtê dabûnê… Wê demê navê wa didane rewsenbirên Ermenistanê yên here bi nav û deng, xweyê emekê mezin. Ji bo kar û berhemên giranbiha ew ji aliyê dewleta Sovyêtê da hêjayî du ordênên welêtî herî bilind: Dostanya Gelan û Ala Sor bûye.

Ji pey mirina wî ra Hukumata Ermenistanê xelata lîtêratûrî ya li ser navê wî kivş kirin. Ew xelat didane wan nivîskaran yên berhemên kurdîye giranbiha efirandibûn û weşandibûn. Xelata pêşin nivîskar Wezîrê Eşo sitend…

Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, cîyê herî merkezî, li kûça ser navê ronakbirê ermeniya Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmeta nivîskarê mezin kevirekî mermerî guroverî bedew dardakiriye û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “ Vê malê da ji sala 1963 – a heta 1978 –an nivîskarê kurd û xebatçîyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jîyaye. “

Havîna sala 1978 an 81 salyê da Erebê Şemo çû ser dilovaniya xwe.

Çavkanî: Gotara Eskerê Boyik

Berhemên wî:

Roman:

Şivanê Kurmanca, 1930

Dimdim, 1966

Jiyana Bextewar, 1959

Hopo, 1969

Berbang, 1958

Şano:

Koçekê Derewîn, 1930

Çîrok:

Hikayetên Gelê Kurd, 1967

Kurdên Elegezê, 1936

Gotar:

Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936

Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê, 1930

Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972

Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re, 1930

Şerê Tarîlka, 1972

Senaryo:

Kurdên Ermenistanê, 1959

Jînenîgarî:

Emrê Lenîn, 1930

 

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply