Mîrekî Zanyar: Ebû’l Fîda

Ebû’l fîda, dîrokzan, astronom, coxrafyazan, hekîm, helbestvan, alim û mîrekî Kurd e. Ebû’l fîda di sala 1273’an da li Dîmaşkê (Şam) hatiye dinê û ji malbata Eyyubiyan, biraziyê Siltan Salahaddîn Eyyûbî ye. Navê wî yê rastî Melîk Mueyyed Îmadeddîn Ebû’l-Fîdâ Smaîl Hemawî ye. Hê 12 saliyê xwe de di nav refên Artêşa Eyyûbiyan de tev li gelek şer û fethan bûye. Li dijî artêşên Xaçperestan û Mongolan lehengiyên mezin kiriye. Lê hemdemê de ji xoceyên wekî Êsîruddîn Ebdurrehman el-Ebherî û Kādilkûdât Îbn Wâsil, dersên fikih, tefsir, felsefe, botanîk, hekîmî, wêje, dîrok û erdnigariyê jî hilda ye. Dema ku Împaratoriya Eyyûbiyan hilweşiya Mîrektiya Hemayê demekî serbixwe ma, mîrê mîrektiyê  el-Melûku’l-Muzaffer bû û Ebû’l Fîda jî alîkarê wî bû. Lê dema ku el-Melûku’l-Muzaffer jî mir, ev mîrektî ji destên Eyyûbiyan (Kurdan) derket û ket di bin hukmê Memlûkiyan (Tirkan). Lê Ebû’l Fîda dema ku li Kerekê bû bi Siltanê Memlûkiyan Kalavûn ve hev du dîtin û Siltan Kalavûn pêşî rêveberiya Hemayê paşê jî Mîrektiya Hamayê û nasnavê “Siltan” da wî. Siltan Kalavûn bi ilm û kesayetiya wî re heyran mabû û bûbûn dostên hev, bi hev re çûn hec.


Dema mîrtiya wî de, Hema gelek pêşveçûbû û refaha gel zêde bûbû. Ebû’l Fîda kesekî dilnizmî bû, her dem di nav gel de bû, gilliyên wan guhdar dikir û wekî qesr, mizgeft, medrese, kanî gelek avahî daye ava kirin. Li Hemayê mizgefta navdar ‘Câmîû’l-hayyât’ wî daye ava kirin û ev mizgeft wekî hinek avahiyên din yên wî daye ava kirin hê li ser xwe ye û hilneweşiya ye. 

Ebû’l Fîda, helbest nivîsîne û li ser ilman gelek xebat çêkiriye, xwe gelek pêş xistiye. Bi taybetî xebatên wî yên erdnigarî (Coxrafya) û dîrokê gelek navdar in. Pirtûkên xwe bi zimanê erebkî nivîsiye. Çimkî wê demê zimanê Erebkî di nav misilmanan de zimanê ilmê bû. Hemû zanyarên misilman pirtûkên xwe yên li ser ilmê bi zimanê erebkî nivîsîne. Ji bo xebatên wî yên baş NASAyê navê wî daye kratereke hîvê. Navê kratereke hîvê “Kratera Ebûlfîda” ye (The crater Abulfeda).


Ebû’l Fîda di 23 Kewçêr 1331 de li Hemayê wefat kir û tirba wî li Hemayê ye.


Berhemên wî ev in:

el-Muxtasar fî ehbârî’l-beşer, Târîxû Ebî’l-FîdâPirtûkeke dîrokê ye. Ji çêbûna Hz. Adem heta sala 1329’an dîroka dinyayê vedibêje.
Teqwîmu’l-bûldânPirtûkeke erdnigariyê ye. Bi 28 beşan pêk tê. Qala bajar, behr, derya, çiya û çemên dinyayê dike. Ji bo erdnigariya çaxa navîn pirtûkeke gelek girîng e.
Nazmu’l-Hâvî’s-sagīrPirtûka Necmeddîn Ebdulgaffâr el-Kazvînî ya bi navê “el-Hâvî’s-sagīr” wekî şiklê nazim (helbest) nivîsiye.
Şerxu’l-Kâfiye: Pirtûka Cemâleddîn Îbnu’l-Hâcîb ya bi navê el-Kâfiye re şerh nivîsiye.
Kûnaş: li ser bijîşkiyê nivîsiye.
Kîtâbu’l-Mevâzîn: ?
et-Tîbru’l-mesbûk fî târîhî’l-mulûk: ?

dirokzann.tumblr.com

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply