Mîmarê dîwarê xwe bin

Nivîskarekî/ê bi zimanekî biyanî ku berhem nivîsîn, hingî dibe nirxê edebiyata wî zimanî û piştî wextekî jî heman kes êdî ji wê nijadê tê hesêbkirin.
Îro, tu ji yekî pirsa Nizamiyê Gencewî ku ev şa’irên qerrase ên wek Mewlana Celaledînê Rumî, Fuzûlî, Sedî Şirazî, Hafizê Şirazî, Molla Camî û Emir Xusrevê Dihlewî di bin bandora xwe da hiştî bikî, ew ê ji te ra bibêje Nizamî şa’irekî faris e. Halbukî qasê tê zanîn Nizamî şa’irekî kurd ê ji Azerbêcanê ye; ji ber eqleba berhemên xwe bi zimanê farisî nivîsîne, êdî xelk bi qelema wî, nijada wî nas dinase; lewra mafdar in jî. Her wiha dema tu qala edebiyata dîwanê ya osmaniyan dikî, ewil navê Nabî û Nef’î tête hişê mirov. Ev her du kesayetên ku tirk ji xwe ra dihesibînin jî kurd in. Nabî ji Rihayê, Nef’î jî ji Hesenqela Erzirumê ye. Gelo çend kes dizanin dîrokzanê tirkan ê navdar Cemal Kutay pismamê Celadet Elî Bedîrxan e. Ziya Gökalp ê ku rihê xwe jî firotibû tirkan çend kes dizanin ku kurd e. Gava tu li edebiyata tirkan a modern jî dinêrî dîsa nivîskarên wan ên wek Yaşar Kemal, Cahît Sitqî, Cemal Sureya û Ehmed Arif jî ji yên herî nas û hezkirîne. Li gor analîzên sed rexnevanan îro romana Yaşar Kemal (İnce Memed) romana tirkan ya herî serketî ye; gelo ma ev kes jî tirk in? Nexêr, bi berhemên xwe îro bûne tirk.
Eger Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî û hwd. telbê pere, şan û şohretê bikirana, wê ewan jî bi zimanê tirk û farisan berhem biafirandina, bi methiyan şah û xaqan keyfxweş bikirana, ji dewlet û mîrnişînan perû/dîyarî bistandina û ne tenê kurdan, wê dinyayê ew bi berhemên wan nasbikirana; lê belê çendî ev ji wan dihat jî dîsa mîmariya dîwarê xwe, yanê edebiyata kurdî tercîh kirin û her yek bû kevirekî xîma edebiyata kurdî; wê heta hetayê kurd bên nasîn û hezkirin jî. Eva min jê behs kirî ne tenê ji bo nivîskariyê, ji bo stranbêjî û lîstikvaniyê jî lê ye. Tu li muzîka tirkan dinêrî bêguman hûnermendên wan jî yên navdar hema bêje sedî pênceh bi nijada xwe kurd in û malê kurdan ji wan ra kirin sermiyan.
Kesî melheza piştî mirina xwe bike, bivê nijada wî gorî hebûna biyaniyan nebe, divê ji vê çarçoveyê temaşe bike û bi wî awayî gavê xwe biavêje.
Ev nivîs ji rûpela facebookê ya Memê Miksî hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply