MEWLÛDA NEBÎ
Sallallahu ‘Aleyhi we Sellem
Seyda Mihemed Emînê Heyderî
BÎSMÎLLAHÎRAHMANÎRRAHÎM
“Xweda û melaîketê xwe li ser Nebî selât didin.
Ey ê go îman anîne; win jî selât û selâma li ser (Mu’hemmed) bidin”
Em bidin hemdê xwedê ey musliman
Daye me peyxemberê axir zeman
Ew xwedayê go hîdayet daye me
Nî’meta xweş dînê Îslam daye me
Nî’meta ji her nî’metê xweştir ev e
Minneta ji her minnetê mestir ev e
Go me îman aniye bi rebbê ‘ezîm
Em mûşerref bûn bi Qur’ana Kerîm
Ey xwedayê xaliqê erd û sema
Tu nehêlî ummeta ha der xema
Em gunehkar çav li xufrana te ne
Hêvîdarê rehm-û îhsana te ne
Em bi îman bêne erdâ mahşerê
Pey Mû’hemmed herne ‘hewdê kewserê
Ey Mû’hemmed ey şefî’ê ummetê
Hadî û Mehdî hebîbê izzetê
Ey tu buyî çêtirê kewn û mekan
Şehsiwarê alemê fexra cîhan
Ey Mû’hemmed ey resulê îns û cin
Xwediyê tac û beyreqa roja mezin
Mesneda vê ummeta ha her tu wî
Deriyê fetha cenneta me her tu wî
Ey Mû’hemmed ey îmamê enbiya
Ey tu nûra ruh û canê êwliya
Em gunehkar û de’îfin bê ’emel
Hêvi ma efwa xwedê ezzewecel
Em bi cahê te xelas bin ey nebî
Ruh û canê me fîda canê te bî
Hûn ji eşqa dil bibêjîn berdewam
Ser Mû’hemmed essellatu wesselam
Ew kesê ku talibê xeyrê pir e
Guh bide vê mewlûda peyxamber e
Kî dixwazî ku Mû’hemmed şa bîbê
Qîmetê vê mewlûda wî zanibê
Lew bi hubba wî îman kamil dibê
Cenneta baqî bi wî hasil dibê
Ê go qîmet dane mewlûda nebî
Bûn xwediyê qedr û keramet ey ebî
Pir ji eşqa wesfê wî mesref kirin
Wan meqamê ‘alê xeyrê pir birin
Em bi çêbûna Mû’hemmed pir xweşin
Em misilman ser bilind in, dilgeş in
Ez ji dana wesfê wî dûr im ‘heqîr
Nîn e eşqa dilmirîme ez feqîr
Girtî yek parçe ji nûrê go bibe
Lê hebîbê min Mû’hemmed çêbibe
Çend hezar sal çûn Mû’hemmed hê hebû
Êrd û esman erş û kursî yek nebû
Paşê ew nûr kiriye bêhrê der ‘hîcab
Ma di behra qudretê da bê hîsab
Go xwedê ew nûr ji behrê anî der
Jê re go ez kî me ey nûra beşer
Go tu yî rebbê e’hed hem secde bir
Go ji bo vê secdê min xelqa te kir
Ey Mû’hemmed ey hebîbê min bizan
Dê ji bo te çêbikim kewn û mekan
Ewelê xelqê tu yî axir nebî
Tiştê mayî wê ji te peyda bibî
Wî ji fedya girtî xweydan yek bi yek
Nuqtê xweydanê dibarin jê gelek
Sed û bîst û çar hezar nuqtê ‘ezîz
Her yekî bû yek nebiyê diltemîz
Hûn ji eşqa dil bibêjin berdewam
Ser Mû’hemmed esselat û wesslam
Çûn xwedê xwestin ku Adem çêbike
Hem ji wê zûrriyetê zêde bike
Wî li wê nûra Mû’hemmed kir nezer
Nuqtê xweydanê ji nûrê hatî der
Da ketî ser axa Adem bû ‘hêrî
Emrê ruh kir ket cesed wî çêkirî
Ji Îbnû Abbas yek rîwayet hatiye
Go nebiyê me Mû’hemmed gotiye
Ez nebî bûm çend hezar sal hê berê
Bavê me Adem ku hê av û ‘herî
Ru’hê Adem ket cesed ew bûne yek
Xeyrî şeytan çûn sucûdê tev melek
‘Heq te’ala gote adem ba vefa
Hilgire nûra Mû’hemmed Mustafa
Go xwedê nûra Mû’hemmed danî pişt
Şu’le da nav cennetê bax û bihişt
Go tu wû ‘Hawa herîn nav cennetê
Herdu serbestin li kêf û lezzetê
Her tiştê ku hûn bixwazin jê bixwin
Xeyrî vê dara genim hûn jê nexwin
Ew di nava cennetê de man gelek
Dît ji pişt ve tên temaşa wî melek
Gotî ya reb ev ji bo çi têne paş
Go li wê nûra Mû’hemmed mane şaş
Gotî ya rab bîne pêş nûra mezin
Da melek bêne muqabil vechê min
Nûr ji piştê anî eniyê ‘heq xwedê
Hin dibêjîn anî tiliya şahidê
Hatî ‘Hewa gote adem ey ‘Hebîb
Ev çi nûra safê nazik reng êcîb
Got’ ev nûra hebîbê ‘a’zem e
Ew ji her peyxamberî ra xatem e
Weqtê wan bê emrî kir wa’j darê xwar
Dîsa ew nûr çûye piştê bû star
Qet nema parçek ji erda cennetê
Îlla wan lêkir nimêj û ta’etê
Nêzîkî dara genim nedibûn yeqîn
Hatin xapandin bi îblîsê le’în
Sond dixwar şeytan di go ez nasi’h im
Namirin ger hûn bixwin dara genim
Ew ji rê çûn ketne dava hesedê
Wan genim xwar ji bîr kirin emrê Xwedê
Mane tazî ew ji libs û tac û per
Lew xwedê go ji cenneta min herne der
Ket serendêbê li erda Hindê tek
Pir girî’yû ah û nalîn çûn felek
Ew di wî halê girî de, dî li erş
Wî di bin navê xwedê dî navkî xweş
Dîtî Laîlaheîllallah heye
Hem Mû’hemmed bû resullulah heye
Tu bi ‘heqê wî kî Adem gotiye
Te di bin navê xwe ra ew daniye
Min ‘efû kî ya îlahî bakirî
Hem selat dan ser Mû’hemmed hem girî
Wî Mû’hemmed daye ber xwe tobe kir
‘Heq te’ala der’yê tobê lê vekir
Hatî Cibrîl go te Âdem ba usûl
Tewbeya te ji bo Mû’hemmed bû qebûl
Her bibîne qisseta peyxambera
Pir bi cahê wî ‘efû bûne ey bira
Ya îlahî tu qusurê me bida
Xatirê navê Mû’hemmed ey xweda
Hûn ji eşqa dil bibêjîn berdewam
Ser Mû’hemmed esselat û wesslam
Bav û ecdadê Mû’hemmed ta bi jor
Cennetî ne merd û mêrxas û cesûr
Silsila wî tev ‘esîl in faxir in
Dê û bavê wî temîz in tahir in
Çû ji ‘Ebdulmutelib nûra hîmam
Hat ji Abdullah re bû piştek temam
Wechê Abdullah ku nûrê lê veda
Bû wekî heyva li çarda şû’leda
Pir jin û qîzê qureyşî yu ‘ereb
Dil ketin husna wî xwestin roj û şeb
Carekî wî bal yekê meylek nebû
Çûnkî ew nûra Mû’hemmed pê re bû
Rojekî Abdullah go te bavê xwe
Daye der esrar û keşf û ‘halê xwe
Gote bavo çend car û çend mehê
Ez tenê diçime newale Mekkehê
Nûr ji min tê der dibê parçe ji hev
Diç’ne şerq û xerbê dîsa têne hev
Deng ji xeybê hate min go mujde ye
Nûra E’hmed wê bi ‘Ebdullah re ye
Dara hişk rûnim li bin ew şîn dibê
Ku ji bin çûm wek berê dar hişk dibê
Nûr ji min derket bi ber asmana çû
Dîsa hatî ser mi’re wek ewrê nû
Bêje bavo ev keramet ka çi ye
Jê re gotî min li te mizgînî ye
Hêviya min her xweda ye ey ciwan
Wê ji te ê pêxemberê axir zaman
Wê ji pişta te Mû’hemmed çêbibe
Xatemê pêxembera wê rabibe
Çûbû ‘Ebdullah hesûdî hat kirin
Ehle ixbar û kîtaba fêhm kirin
‘Hafizê Ebdullah Rebbê mezin e
Tê ‘hemandin ew ji koma dijmin e
‘Ebdullah xortek gihayî taze bû
Bîl xusûs nûra Mû’hemmed pê re bû
‘Ebdullah gote diya xwe başepal
Her bixwaze yek jina bi ‘husn û cemal
Her bibînê yek keça bi esl û neseb
Ku nebî wek wê di nav tuxme ereb
Fatîme çû dît û hat go canê min
Nabe wek wê der dinê da qîz û jin
Xweş mi’dî ew dîlbera ba ‘izz û nas
Gote ‘Ebdulmutellib her wê bixwaz
Çûn û xwestin wan ji bavê Amîne
Kirnê kara da’wetê zû hatine
Bakirin êl û êşîran xasu ‘am
Wan ‘ecêbek çêkirin zadû teâm
Pir qureyşî û ereb hatin bi deng
Xeml û ‘husna Amîne bû renge reng
Roja înê bû nehê heyva receb
Bû nîka’ha Âmîne qîza Weheb
Wê şevê ‘Ebdillah bû zava birin
Wer dibêjin çend jî qîzê wan mirin
Bûk û zava çûne xelwê mantenê
Wê şevê eşqek ketî nava dinê
Hatî Cîbrîl daye mizgîn û xeber
‘Erd û esman şerq û xerb û be’hr û ber
Beyreqa nûrê li ser Ka’bê veda
Gote xelqê ev zemanê E’hmeda
Ev şeva nûra Mû’hemmed bû neqil
Çûye betnê Âmîne pê bû hemil
Hatî dewra xatemê peyxembera
Hat dema dînê Mû’hemmed eşkera
Hat zemanê ‘heq di destê dil yeka
Çû zemanê pût perest û muşrika
Wê şevê pir bûn ‘elamet bêjimar
Text û kursiyên milûkan ketne xwar
Textê Qeyser hat qelaptin ser dev e
Dist û hev werbûn senem eynê şev e
Şeq bû eywana melik Kisra yeqîn
Hem şikestî textê îblîsê le’în
Amîne go ‘hemlê min şeş meh temam
Hatî ‘Ebdulmutallib da yek selam
Gote ‘Ebdullah xwe rabe kar bike
Ber bi Şamê tacirîkî her bike
Tu ji Medînê xurmena bo me biker
Hin te’âm û xwarinê bîne veger
Go xwedê kûr’kî bi Amînê bîde
Xwarinek baş tu bi şîranî bide
‘Ebdullah rabû xwe kar kir çû ji mal
Bîst û pênc sal ‘umrê wî xortê delal
Çûye Şamê hat Medinê ah û wah
Go wefat bû hate ser emrê îlah
‘Hesreta bûna Mû’hemmed dil de ma
Hem Mû’hemmed bav nedî bê xem nema
Karîwanê pê re hatin ber bi mal
Wan ji ‘Ebdilmuttalib re gotî hal
Hem bihîstî Amînê bû dilbirîn
Da girî û da rû ber pê re girîn
Go ‘hebîbê min wefat bû ey xweda
Hem kûrê min ma yetîm ruhêm fîda
Dayê ‘Ebdulmuttalîb sebrek ema
‘Hesreta ‘Ebdullah carek dil de ma
Hem di nava erd û esman bû hezin
Ê bihîstî ma di vê huzna mezin
Hem melek gotin îllahî bakirin
Em bi çêbuna Mû’hemmed şa kirin
Ya ku îro zêde kirye kerbê me
Go Mû’hemmed ma yetîm ey rebbê me
‘Heq te’ala go ji we zanetir im
E’j Mû’hemmed re ji dê û bav çêtir im
Mi’j ezel de daniye emrek ‘ezîm
Wê Mû’hemmed bê dunyayê yetîm
Ey birayê musliman guhdarî bin
Qîmetê zarwê yetîm pir zanibin
Hûn ji eşqa dil bibejîn berdewam
Ser Mû’hemmed esselat û wesselam
Amîne go neh meh’ê ‘hemlê min çûn
Pir îşaret hem ‘elamet zêde bûn
Ze’hmetî qet min jî ‘hemlê xwe nedî
Wek jinê xelqê eziyet mîn nedî
Zanebûna min bi ‘hemlê min nebû
Xeyr weqtê min dî, xwîna min nebû
Pir keramet min dîtin di xewna xwe de
Her mehê peyxemberek mizgîn dida
Yek ji tarîxa Mû’hemmed Îsewî
Pênsed û heftê û yek sal piştî wî
Bîstê nîsanê bû sala ‘herbê fîl
Hem şeva dûşembê bû şahê celîl
Diwanzdehê heyva rebî’ul ewelê
Amîne go mam tenê der menzilê
Çûbû ‘Ebdulmutelib zarwe wî hem
Çêdikir dîwarê Ka’bê der ‘herem
Kes nebû jî mêr û jina wensam mi be
Hat zemanê go Mû’hemmed çêbibe
Mam di wê tirs û mital û dehşetê
Wê çawa be, ez tenê der xelwetê
Mîn dî ronî daye hindur wek fener
Şeq bu xanî çar jin jê dabû der
Van jinê rew’haniyan pir şû’le dan
Çar teref bûne sened hem pal vedan
Wan didan mizgîn digo ey Amîne
Em ji bo ‘hemlê te dayîn hatine
Bejn û bala wan bilind xweş fesal
Wek jinê Haşimiyan naz û delal
Ew go ‘Hewa, Sara, Asya pir meli’h
Ya dî Meryem bû diya Îsel Mesî’h
Nayê wesfa pir go ‘husna wan hebû
‘Husna Meryem hêj ya wana zêde bû
Yek li rast û yek li çep hat yek li pişt
Meryema ‘imranî hat ber min rûnişt
Ruhnî da hindur tîji rew’hanî bûn
Exlebê dengê ji wan suryanî bûn
Pîrika zahir şîfa a Mekkî bû
Dayîna şîr jî ‘Helîma Sa’dî bû
Amîne go çar teref nûrê veda
Ew şeva go çêbibe dostê xweda
Min di wî halê ecîb nûrek dîtî
Qesrê Busra erda Şamê min dîtî
‘Heq te’ala gote Cibrîlê emîn
Hin melek biv, dakeve erda zemîn
Radîbûna min li ser xwe wergirê
Ve şevê mizgînîyê bid her derê
Anî cî emrê xwedê wî yek bi yek
Hate xwarê pê re hatin pir melek
Ew li dora Mekkehê bûn sef bi sef
Hem di ser Ka’bê re bûne ref bi ref
Amîne go ez di wî ‘halî de bûm
Bêhnekî da hindir û pê xweş dibûm
Pirmelek hatin di destê wan tebeq
Hin ji zêr û hin ji zîv û wek şefeq
Hindur û dan ber buxûr û ê’nbera
Dan selata ser Mû’hemmed eşkera
Refkî teyrê per ji cewher niklê zêr
Dane tesbî’ha bi dengê xêr û bêr
Çûn û hatin rast û çep teyrê belek
Ez di wî ‘halî de tî bûme gelek
Dane min yek qede’ha şerbetê zû
Mîn nedî wek wê şîrîn av û gezû
Av, spîtir bû ji şîr, wek berfe sar
Hem şîrîntir bû ji hingiv, mîn vexwar
Min vexwar û tîhniya min çû şikest
Lezzet û zewqa mi’jê dî mame mest
Min dî yek teyrê spî da hindurû
Hatî rûniştî li ber min rû bi rû
Herdu baskê xwe di ser sînga min bir
Hingê çêbûye Mû’hemmed sed şûkir
Bû Mû’hemmed tahir û sûnnetkirî
Devliken nûrê jê hilat çav kilkirî
Yek nezer da asîmana nûr veda
Wî ku tilya şehdê rakir şehde da
Hûn ji eşqa dil bibijîn berdewam
Ser Mû’hemmed esselat û wesselam
Hat Mû’hemmed mer’heba sed mer’haba
Hat Mû’hemmed bû şefî’ê mûznîba
Hat Mû’hemmed ser ser û çava re hat
Hat Mû’hemmed roja îmanê hilat
Hat Mû’hemmed ewwelê xelqê bira
Hat Mû’hemmed axirê peyxambera
Hat Mû’hemmed xwediyê Qur’ana Kerîm
Hat Mû’hemmed merd û mêrxas û re’hîm
Hat Mû’hemmed hedye yê qenc jê re ne
Hat Mû’hemmed nî’metê xweş pê re ne
Hat Mû’hemmed puştebanê dewletê
Hat Mû’hemmed ser şivanê ummetê
Hat Mû’hemmed mestirê ji her milleta
ummeta wî çêtir e ji her ûmmeta
Hat Mû’hemmed bû şefî’ê ‘asiya
Hatî dermanê ‘elîl û za’ifa
Hatî nûra erd û esman û ciha
Hatî îmdadâ gûnehkarê niha
Hatî sultanê cemî’ê enbiya
Hatî nûra herdu çavê ewliya
Hat yekî wek wî nebû ji qewmê berê
Hat yekî wek wî nema ta axirê
Hat Mû’hemmed re’hmeten lîl ‘alemîn
Hat Mû’hemmed xatîmen lîl murselîn
Hûn ji eşqa dil bibijîn berdewam
Ser Mû’hemmed esselat û wesselam
Ey Mû’hemmed seyyidê kewn û mekan
Ey şefî’ê me’hşera roja giran
Ey tu nûra xerb û şewka mişriqê
Sa’hibê tac û buraq û beyreqê
Xatemê cumle resûl û enbiya
Ruhniya çav û qulûbê ewliya
Ya ‘hebîbellah resûlek sadiq î
Ya resûllellah bi rastî natiq î
Nav şêrin û ser bilindê ‘alemê
Merd û mêrxastir ji tûxmê ademê
Sorgulê baxa ji wechê tê fedî
Wek te şîrîn û xweşîk keskî nedî
Lew ji nûra te şeva reş bû şefeq
Yek îşaret ku te da heyv bû dû şeq
Nuqtekî nûra te da erd û sema
‘Erş û kûrsî heyv û roj tev tê de ma
Ger ji Adem be heta dinya hebe
Her serê însanek sêsed dev hebe
Her di devkî de hebe sêsed ziman
Wesfê ‘husna te bibêjin her zeman
Ew tu cara vesfê te nakin temam
Lew ji nûra ‘heq tu çêbû ey îmam
Hêviya vê ummeta ha her tu wî
Rehberê me bal xwedayê ‘heq tu wî
Nefsî nefsî ku ketî nav ‘alemê
Tu şefa’etkî ji bo me wê demê
Em bi cahê te dikin nalîn û zar
Bal xwedê ve dil şikestî û stu xwar
Tabi’ê peyxemberê ve ummetê
Pey Mû’hemmed herne baxê cennetê
Ya îlahî ya xefûr û ya ‘helîm
Ya letîf û ya kerîm û ya re’hîm
Hêviya mê ey xwedayê ‘alemê
Tu efû kî ehlê îmanê hemê
Gerçî em ‘ebdê gunehkar pir hene
Lê tu wî rebbe me, em ebdê te ne
Deryê re’hma xwe li me vek ey kerîm
Me ‘efû kî tu bi Qur’ana ezîm
Tu qebûl kî vê dua û xwendinê
Ecr û xêra yê dide vê xwarinê
Bighê rû’hê nûr Mû’hemmed Mustafa
Hem rû’hê alu sa’habê wî teva
Adem û ‘Hewa cemî’ûl mû-minîn
Ê ji wan çêbûn nebî û murselîn
Fî sebîlullah şehîd û xaziya
‘Haciyê Lîllah cemî’ê ewliya
Ê xerabî kir we ya qencî bi me
Ya xerabî dî we ya qencî ji me
Ê ku mewlûd daye ya lê bû sebeb
Ê ku ‘hazir kir weya lêkir taleb
Dê û bavê hadir û guhdarê me
Mêr û jin sax û mirî hem zarwê me
Bighê rû’he mûslimana mêr û jin
Ehlê îmanê ku sax in yan mirîn
Ya semî’ û ya mucîb û de’ewat
Ya cemîle setrê ‘indel ‘eserat
Bo Mû’hemmed al û hem es’habê wî
Bo rû’hê etba û hem e’hbabê wî
Ê ku telîf kirye ev mewlûd ey bira
Bo feqîrê ‘Heyderî hem ‘hazira
Hûn bixwînin fatîhe ser wan temam
Ser Mû’hemmed esselat û wesselam
El Fatî’he
Nîşe:
1- Nîşana ( ‘ ) di vê pirtûkê de ku hate ber tîpa (h) dengê (ح) dide.
2- Nîşana (‘) ku hate ber tîpa (a)yê, dengê (ع) dide. Her wisa ku tê ber dengê (ê) û (û) jî heman dengî derdixe.
3 d wek ‘hadir ji erebî ku dikeve kurdîde dibe z yanî ‘hadir dibe ‘hazir
Di rastnivîsa pirtûkê de hem orjînala Seyda wekî bingeh hatiye dîtin, hem jî li gor kurdiya nûjen guhertin tê de hatiye kirin.
BERHEMÊN WÎ
1 Mewlud a Nebî, Ş’ir bi kurmancî
2 Aqîde_i İman, Ş’ir bi kurmancî
3 Werd-ul Etfal, Ş’ir bi kurmancî
4 Mewlud a Nebî, Ş’ir bi erebî
5 Diwan a qesîdan ku ji 400 qesîdên bi kurmanci pêk tê.