‘KURDIYEK BÊMIŞK’ – Ömer Faruk Özcan

Min nivîsa xwe yê yekem de jî gotibû ku ‘Kurdî huner e’.

Lê mixabin îro gelek Kurd ji ber bişavtinê rast axivîna zimanên xwe wenda kirine û peyva ‘mişkirin’ tevê zimanên xwe kirine. Ez bi xwe di nav axaftinan de vê peyvê (mişkirin) gelek caran dibînim.

Ev peyv li gor min bandora herî mezin a bişavtinê ye. Kurdî bi qasî huner û şekirbûna xwe, zehmet e jî. Divê Kurd ji vê zehmetê ji xwe re bikin armanc. Ez hertim diyardikim ku ziman hebûn e. Û çiqas zaf rast bê axivîn ewqas biqîmet dibe.

Ango pêwîst e ku em ji zimanên xwe rast bipeyivin. Çima em aramişkin ku? Tu gerîn miriye? Çima em gitmişkin? Tu çûn miriye? Çima em oqimişkin? Tu xwendin miriye? NA!

Peyvên me hertim birastbûnên xwe ve dijîn. Ê şaş em in. Bo çareserkirinê jî divê em hertim nivîsên bi Kurdî bixwînin. Ev girîng e.

Dixwazim gotineke nemir Celadet Elî Bedîrxan bînim zimên; Kurdno malxirabno an bi Kurdî bipeyivin an jî nebêjin em Kurd in. Divê her Kurd ji vê gotinê, ji xwe re bike bîrdoz. Wekî din navbera me û yên din de ciyawaziyek namîne. Dema ku peyvên ne bi Kurdî tevê Kurdî dibe him xwendinê him jî axaftinê xeradike û Kurdî hejar dike.

Pêwîst e ku her Kurd hay ji karbidestiye xwe yê Kurdbûnê hebe.

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Şiroveyek

  1. Raste Mamoste ,mixabin em Kurd pir giringîye , nadin zimanê xwe. Pewiste heya ji me be em bixwînin û rast biaxifin û binivîsin.Em xwe û mirovên dora xwe perwerdeyek bi pergal bixebitin Slav û rêz Mamoste…

Leave a Reply to Heybetulah TaşCancel reply