Kalepîrê Ku Romanên Evînî Dixwîne

Dema ez bibime kalepîr ez ê jî dê wekê kalepîrê lehengê romana Luîs Sepulvêda romanên evînî bixwînim. Romana wî ya bi navê “Kalepîrê ku romanên evînî dixwîne” gelek xelat wergirtiye û li gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Min wergêra wê ya bi tirkî û swêdî da berhev û xwend. Xwezî yekê vê pirtûkê wergerandana kurdî. Heger wexta min hebe, ez ê wê wergerînim kurdî.

Nivîskar ji xwezayê – natûrê- ji çiya û kendalan, ji dar û daristanan, baxçe û bostanan gelek hez dike û ew di nav daristanên Amazonê de bi runiştvanên wir re dijî. Ew li wir seydvanî/nêçîrvanî dike, diçe nêçîra heywanên kovî yên li çîya û daristanan.

Çîroka evînî ya romanê di nav daristanên Amazonê de derbas dibe. Jiyan û naveroka berhemên nivîskar ji gelê kurd re biyan nîne. Kurd jî ji çîya û daristanê hez dikin. Jiyan û nivîsên nivîskar Luîs Sepulvêda weke ê nivîskarê navdar ê Latîn Amerîkî, nivîskarê romana “Tenêtiya Sedsalan” Marquez e. Li daristanan û li navçeyên çiyan de bûyerên ku diqewimin dibine mijarên berhemên wan. Ew di taswîrên xwe de jiyana kambax ya gelên wir, feqîrî û belengaziya wan, pir vexwarina wan a qahweyê û xemgîniya wan tînine zimên. Di naveroka berhemên wan de pirbarîna baranê, navçeyên ku nû hatine avakirin, rêberên ruhanî yên xaçperest, efsaneyên dîrokî û hwd, cih digrin.

Di nav daristanên Amazonê de pisikek ku çêlikên wê têne kuştin, har dibe û êrişê însanan dike. Nêçîrvanan çêlikên wê kuştine û lewre jî ew bûye dijê mirovan û li pey tolhildanê ye. Têkoşîna wê û kalepîrekî nêçîrvan bi taswîrên berfireh tê ravekirin. Di nav pêvajoya têkoşîna kalo de, ew behsa bîranînên xwe jî dike û mirov bi tevahî fêrê çîroka jiyana wî dibe.

Têkiliyên Kalo bi qebîla Shuora ya Amazonî re heye. Êdî ew bûye weke yek ji wan. Lê, nejiwan e. Zilamên qebîlê nezanin, nexwenda ne. Kalo xwenda ye û pirtûk dixwîne. Hewesa wî li ser xwendina romanên evînî ye.

Bi hatina Kalo, xwendina zanîstî û şarezayî jî tê nav jiyana li daristanê. Keştiya wir salê ducar diçe navçeyê û tê. Bazirgan, zenetkar, dirankêş, serokê şaredariyê, koçer, rêwî, gerokên zêran têne daristanê û diçin.

Ji xeynê pirtûkan çi tê û kî tê daristanê xirabiyê jî bi xwe re tîne. Xirabiyên modernîst yên şaristaniyê dibe belayê serê runiştvanên daristanê. Di pirtûkê de xirabiyên şaristaniyê – medeniyetê – tê ravekirin.

Hewldana biyaniyan li daristanê ev e ku; daran dibrin, şînahiyê ji holê radikin û dixwazin wir bêdar û ber bikine wek çolê. Serokê şaredariyê – beledîye – jî bi fen û fûtan, bi komployan li dijberê kalo xirabiyan pêk tîne. Serokê belediyê xwe mezin dibîne û dixwaze desthilatdariya xwe ya otorîter li ser wan ferz bike.

Kalo li dijê kirinên wan ên nebaş û pêkanînên xirab derdikeve. Dema ew li wan hêrs dibe, hevokeke ku ji pirtûkek fêr bûye ji bo wan dibêje. Kalo vê hevokê dibêje lê ew bi xwe jî maneya hevokê nizane û ji naveroka hevokê tişteke tê nagîşe. Zilamên navçeyî gotinên kalo weke gotinên nebaş û bêoxir dinirxînin. Ev jî ji bo wan bes e. Anko Kalo bi wan gotinên xwe di hêla ruhî û derûnî de digîşe armanca xwe.

Tifîngeke Kalo heye. Di nav pêvajoya nêçîrvaniyê de Kalo têdigîşe ku netenê serokê şaredarê xirabe, herweha tifînga destê wî jî xirabe, xeter e. Ew jî tifînga xwe davêje nav avê û di dilê xwe de dibêje çek mirin e. Hemû zindî, zayendî yên jîndar ji vê cenewarê hesîn nefret dikin.”

Di romanê de sîmgeya/remza biyaniyekî şaristanî û daristanî heye. Kalo dilê xwe ji koçberan re, rêwiyan re, gerokên zêrker re û ji tifîngê re digre lê ji pirtûkan re vedike. Herçiqas ew ji naveroka pirtûkan, ji bûyerên romanan baş fêm neke jî, dîsa jî pirtûkan dixwîne. Di pirtûkek de behsa xweşiya bajarê Venedîkê tê kirin. Li vî bajarê xweş keçeka evîndar bi dilxweşî evîndarê xwe maçî dike, lêvên hevûdu dimisînin. Ew ji halê evîndaran fêm nake û ji xwe re dibêje adetên Venedîkiyan yên ecêb û guhertî hene. Û herweha ew fêm nake ku ji bo mirov li bajarê Venedîkê ji cihek biçe ciheke din divê bi keştiyên biçûk û li ser avê here. Kalo dibêje qey li wir pir baran dibare loma weha ye, yan jî belkî naser rabûye, çem pêl daye.

Kalo ji pirtûkan û romanan fêm neke jî, dîsa jî xwendina xwe didomîne. Di nav xwendina wî de herî pir naveroka romanên evînî li xweşa wî diçe. Ew ji biyaniyan ji xeynê başiya pirtûkê başiyeke din anku tişteke din baş nabîne. Însanên biyanî li ser kalo tesîr nakin, lê pirtûk, roman li ser tesîr dikin û wî dixin bin bandora xwe. Êdî ew –pirtûk, roman- dibine parçeyeke jiyana Kalo.

Mirov li kîjan welatî dibe bilabe, li kîjan bajar, navçe yan gund be jî, divê hertim pirtûk bixwîne. Xwendin ronahî ye, bextewarî ye, zanîstî ye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply