Îcada Kerametê

Ji qeysê ku ahlê rîwayetê hew dikarin zora ahlê aqil bibin, keramet îcat kirine. Kî ji xwe re xewneke ecêb bibîne, dibe xwedî keramet. Di nav ahlê terîqatê de çîroka kê fantastîk be, nîvmucîzeyên kê populer be, kî xwedî sir be, wî dişopînin.

Kî xwediyê kerametê be ew ahlê Xwedê ye û ew tenê dikare Qur’anê tefsîr bike, ew tenê dikare fitûyan bide, meselê ku em ji nav nikarin derkevin ew tenê dikare li serê bipeyive; lewra ew nêzîkî meqama îlahî ye.

Lêkolîn û lêgerînên li ser Qur’anê karê awam e. Lê ev kesên hewas, dikarin ji Resûlê ku rehmet kiriye, bipirsin û bersivê bistînin.  Xewnên hêja ku ji wan pêve ti kes nikare bibîne, nîşana wan e.

Ev qabiliyetên ku ez dibêjim ne bes e, Welayeta wan ku dibêjin em dostê Xwedê ne; ji Resûltiyê mezintir e. Şêxê mezinê mutesewûfan Îbn Erebî, xwe derdixe mîracê. Bê ka dîsa çi xewn dîtiye, dibêje: “Min dît ku hemû gêrstêrk li dora Dinyayê dizîvirîn.” Li dergehan aqil, li devê derî dimîne. Mezinê xwediyê kerametan giramiyeke wan heye, herkes qîmetê dide wan; lê tecrûbeya bavûkalan dibêje: Her dêhn, kincê xwe naqetîne.

Neqenciyeke Nîzamulmulk hebû: Li Medreseyên Nîzamiye de ilm naqlî bû, li ser rîwayetan ava bûbû. Ewqas rîwayet hene; lê di nav wan rîwayetan de jî nîne ku ti kesî gotibe, Cenabê Resûl ev mucîze an keramet kir û ji bo vê yekê ez bûme Misilman. Lê xwediyê kerametê “Ji bo baweriya ku ew bi xwe dostên Xwedê ne.” Xewn û çîrokên mîtolojîk ji xwe re dikin delîl. Xerantiya Cennetê êmeke şêrîn e, herkes dixwaze li vê dinyayê xwe têxe xerentiyê; lewma ji wan bawer dikin. Lê hemû kubeyên kesk, ne ziyaret in.

Tiştê ku me ji xwediyê kerametan fêm kir ev e ku bi xeybê dizanin, xwediyê sirran in jî. Kerameteke wanî din jî heye: Zarokên şêxan bêsir nabin. Ti kes nikare bigihê zanînên wan; lewra mirov bi aqil nikare fêm bike. Ji ber vê yekê jî ji bo ku ti kes nebêje “Ev keramet çawa çê dibe? Emê çawa ji vê agahiyê bawer bikin?” Berî ku tu têkevî dergehê dibêjin, aqlê xwe li derve deyne. Bi rastî jî ev xwediyê kerametê biaqil in. Ma yana ku guman têkeve peyva wan çênabe. Çiqasî ti kes nepeyive bêtir kes bawer dikin û bêtir hewake bi sir ava dibe. Di hewake nepenî de mirov bêtir dikeve derûniyeke efsûnî.

Ev zilamên weke Xews û Qutb dikarin tişna bikin ku Resûl û Nebî jî nikaribin. Xwedê di Qur’anê de ji Resûlê Ekrem re  gotiye, bibêje ez nizanim bê wê çi bi min were. Lê Qutb û Xews bi her tiştî dizanin, baran û berfê eyar dikin. Dikin ku erdhejî biçe deverek din. Ji xwe Rebbanî gotiye, bi xêra wan kesan bela ji ser mirov diçin. Qenciyek ku bibe bi destûra wan e.

Ji ber ku sifatên Xwedê dane serokên xwe, ku tu wan rexne bikî, tu bibêjî qey ew haşa Xwedê ye; bertekê didin; lewra li gorî wan xwedî keramet in, nêzîkî Xwedê bûne û bûne dostên Xwedê.

Ji ber ku li gorî xwe torpîlek ava kirine. Şefaata ku bi temamî ya Xwedê ye, xwe kirine şirîkê wê jî. Şefaat, alîkariya manewî ye û li vê jiyanê  milyaket li bal Xwedê ji bo bawermendan şefaatê dixwazin. Lê ahlê kerametê, şefaat ewqas kirine ya xwe ku wateya wê jî li gorî xwe guhertine û dibêjin: Roja Qiyametê yekî ku biçe Cehnemê em dikarin wî/wê xelas bikin. Bi vê îcadê jî bandora xwe li ser Misilmanên ku Qur’anê naxwînin bêtir kirine.

Kerameteke ahlê kerametan yek jê jî ev e ku bahsa zor û zehmetiya jiyana Cenabê Resûl û rêhevalên Wî dikin; lê ew bi xwe di jiyaneke bi fors de ne. Dîsa jî mirov xwe dispêrin wan. Kes nabêje bê ev çi sêhr e!

Bawermend pêşî bila bawer bikin ku hemû mêş, hingiv çênakin. Kerameta mezin di Qur’anê de ye. Ji her nimûneyê tê de heye; lewra navê wê, Qur’ana Kerîm e. Di nav Kitêban de raser e û hêja ye. Lê evqas Misilman nabêjin ma kanî çima em ji vê Qur’anê fêm nakin û divê em wateya wê bixwînin; lêbelê dibêjin, min cuz daxist, min xitim kir.

Nizanim ne em kerametan dibînin an xeyal û sêhran!

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply