Ber êvarên me

xwe vedişêrin ji dirindetîyên penceşêrî

helbesta ku ji hestan dinuqute ..

kirasek din hat lêkirin ..

bê yî ku bifikirin ..

bê yî ku ji hestên tevizî û bi êş bipirsin

cilek din bi rengê reşbînî li peyvan hat kirin

çiqas ne rinde ..

çiqas dirinde …

çiqas reşin ev lome …

bê lome bê lome …

di ber êvaran de

li pêşber rojava

diteyîse çavên hestwar

dîsa wê çi binvîse

ji ber xeyalên kuştî

xewnên fetisandî

ber êvarek dîsa

bîr û hestan pênûs kirin şive rêyên xeman

de xêz bike pênûsa ber êvarên ku ji sibê re xweşbîn dibe

 

Bawer Yekta

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *