Rêzehevpeyvîn (2) – Midiye Berekat

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Midiye Berekat – Navê min Mîdiye Merwan Berekat e. Li sala 1997an li gundê Soxanekê, navçeya Şêrewa- Efrînê ji dayîk bûme. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Soxanekê, ya amadeyî li gundê Aqîbê û ya navendî li bajarê Efrînê kuta kirine. Li sala 2015an ez derbasî Zanîngeha Efrînê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bûm, lê mixabin bo rewşa şer û dagîrkirina Efrînê min nikarî xwendina xwe li Efrînê bi dawî bikira, lewra min li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlê sala çarê xwend û li sala 2019an derçûm.

Berhemên min:

  • Berxwedanistan- Roman. Weşanxaneya Şilêr 2019.
  • Rengên Êşan- Çîrok. Çapa yekem weşanxaneya SerSera Almaniya 2020. Çapa duyem weşanxaneya Şilêr Qamîşlê 2020.

Tu di nav tevahiya romannivîserên kurd ên jin û mêr de ya herî ciwan î. Te kengî û çima dest bi nivîsa Kurdî kir?

Kurdî hebûn û nasnameya neteweya me ye. Kurdî zindîbûna me ye. Lewra divê em lê zindîbûna xwe xwedî derkevin û nivîsandina bi Kurdî xwedîlêderketin bi xwe ye. Dibistana min a yekem bo xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî malbata min nemaze bavê min bû. Berî ku zanîngehê bixwînin bavê min odeyek ji mala me kiribû wek dibistaneke fêrkirina zimanê Kurdî. Zarokê gundê me û hemû malbata me fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dikirin. Lewra jî berî xwendina zanîngehê bi çend salan min Kurdî baş dixwend û dinivîsand. Dema ku derbasî zanîngehê bûn, min dest bi nivîsandinê kir û destpêkê kurteçîrok min nivîsîn. Piştre helbest û roman.

Rola jinê di çand û wêjeya Kurdî de çiye?

Bêguman rola jinê jî di wêjeya Kurdî de ne kêmtirî ya mêr e. Wekî ku çawa jina Kurd di hemû warên jiyanê xwedî rol e, herweha di warê wêjeyê de jî dikare roleke hêja bilîze. Li Rojavayê Kurdistanê nemaze di van salên dawî de jinên ku berhemên wêjeyî dinivîsin gelek in. Birastî cihê şanaziyê ye.

Te bi ciwanî dest bi nivîsîna kurdî û afirandina berhemên edebî kiriye. Tu ê hêj gelek berhemên wêjeyî biafrînî. Gelo naveroka roman, çîrok û belbestên te zêdetir li ser çi ye?

Bi rastî nivîsên min bi giştî dikarim bibêjim ku naveroka berhemên min li ser dagîrkirina Çiyayê Kurmênc û rewşa Kurdan e.

Wek jineke nivîskara Kurd, astengiyên ku di warê nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Ta niha tu astengî li pêş min nînin. Belkî sedema wê jî ew e ku ji malbatekê me rêzgirtina jinê li ba heye. Lê carina bandora civakê nahêle ku jin bi hestine tazî û wek dixweze hestên xwe derbibire.

Edebîyata/wêjeya Kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata Kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Li gor şopandina min ji wêjeya nivîskî re, ez geşbîn im. Roj bi roj pirtûkxaneya Kurdî bi berhemên wêjeyî dewlemend dibe û asta berheman baştir dibe. Lê da ku pêtir asta berheman baştir bibe, divê rexnedayîn derbasî jiyana wejeya Kurdî bibe. Ya din, divê wêjeya Kurdî di warê wergerê de stewir nemîne.

Tu roman, çîrok û helbesta Kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Bi rastî em nikarin bibêjin ku hemû helbest, çîrok û romanên Kurdî baş in yan ne baş in, ji ber ku hin ji wan dewlemend in û hin jî na. Wek nimûne di dema niha de hin pirtûkên helbestan hene qet tu wateyan nadin, lê li aliyê din hin roman hene êşa miletê Kurd dide xuyakirin û hin çîrok baş hatine ristin û hin jî bê wate ne. Lê dîsa baş e ku tev rewşa dagîrkirina Kurdistanê berhemên Kurdî ranewistî ne.

Di dema niha de, tu roman, çîrok û helbesta Kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen di çi warî de ye?

Em dikarin beşê helbestê ji yê çîrok û romanê baştir bibînin ji ber ku piraniya nivîskarên Kurd helbestan dinivîsînin ku ew ketiye asteke baş. Lê ger em bibêjin roman û çîroka Kurdî bi rastî em dikarin bibêjin hîn nûh dest pê bûye û hin bi hin dê bighêjin asteke baş.

Li gor te kîjan şaxê edebiyata Kurdî (helbest, çîrok, roman an şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bawer im helbest.

Edebiyata Kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Divê rexnedayîn û wergerandin derbasî jiyana wêjeya Kurdî bibin. Divê weşanxwene guh bidin berheman û yên lawaz û çewt neweşînin. Ango weşangeriya Kurdî wek ên cîhanê bixebitin. Piştgirî ji nifşê nû re hebe. Pişbirk hebin. Xelateke wêjeyî li ser asta Kurdistanê ya wêjeya Kurdî hebe.

Di edebiyata Kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu jib o rexnegiriya edebî çi difikirî?

Heye, lê mixabin pir kêm e.

Gelo di nav enîya edebiyata Kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyekî zanistî rexnegiriya edebî bê pêanîn?

Rexnegirî zanisteke bi serê xwe ye. Ne karekî hêsan e. Lewra ne her kes dikare karê rexnevaniyê bike. Rexnegirî şehkirin, nirxandin û lisazxitina berhemê ye. Neyînî û erêniyên berhemê diyar dike. Berhemê bêjing dike û asta wê dide xuyankirin. Eger rexnegiriyeke zanistî neyê avakirin, pir zor e ku wejeya Kurdî bigihîne asta wêjeya cîhanî.

Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Bi rastî şêwazê her nivîskarekî cûda ye ku her nivîskarek bi awayekî ji yê din cûdatir dinivîse û ez ta niha bandora tu nivîskarên cîhanê li ser xwe nabînim. Lê birastî bandora nivîs û berhemên bavê min Merwan Berekat li min gelekî heye. Ji ber ku mamosteyê min ê yekem e.

Tu ji berhemên kîjan nivîskarên Kurd, Tirk, Faris û Ereb hez dikî?

  • Nivîskarên Tirk: (0) ji ber ku bi Tirkî nizanim.
  • Nivîskarên Ereb gelek in. Wek Mîxail Ne`îmê, Esîr Ebdulah Elnişmî û Nîzar Qebanî, Edonî, Mihemed Elmaxot…
  • Nivîskarên Kurd: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Mileyê Batî, Seydatê Tîrêj, Feqeyê Teyran û Cîgerxwîn û Muhemed Uzun.

Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe Kurd in lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirk, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Nivîskar bi çend zimanan binivîse ne şaş e, lê şerm e ku bi zimanê xwe yê makî nenivîse. Xwezî li xwe vegerin û zimanê xwe yê makî sêwî nehêlin.

Masmedia Kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên Kurdî. Li ser pirtûkên Kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf jib o danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên Kurdî, weşandina kovareke xwerû bi Kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Bêguman pêwîst, pêwîst û pêwîst e. Ew kar yek ji bingehên pêşketina wêje ye.

Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan?

Sed carî mixabin hîn min peyda nekirine. Lê min gotareke te li ser wêjeya Kurdî di kovara Şermola de xwendiye. Birastî kurtelêkolîneke bi sûd e. Bêguman ezê berhemên te peyda bikim û bixwînim.

Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Niha li ser berhemeke çîrokan dixebitim.

Pirsên min ev bûn. Tiştek k utu bixwezî bibêjî heye gelo?

Ji bo vê guhdan, xwendin û nirxandina te ji wêjeya Kurdî re te spas dikim û her pênûsa te hebe. Gurzek silav wêjehez û Kurdîperwerê rêzdar.

Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Şiroveyek

  1. Nêrgiz Ismayîl

    Silav ji we re…
    Her hebe ji vê keda hêja re.. gelek bi daxwazim vê rûpelê nas bikim.. ger afahî hebin ez dê gelek kêfxweş bim
    Silav

Leave a Reply