Bi alfabeya herî kevin hevoka ku hatiye nivîsandin ji aliyê arkeologan ve hat jihevderxistin. Nivîsekî herî kevin ku bi alfabeya Ken’anî hatiye nivîsandin û dîroka wê diçe 3 hezar û 800 sal berê ,piştî xebata 5 salan hat fêmkirin ku çiye.

Nivîs, li ser şeyekî sipiya hatiye nivîsandin û tê gotin di wê çaxê de hevok gelek kurt dihatin nivîsandin. Şeyê sipiya, tê vateya ku xelk ji bo sipiyê di serî û riha xwe de jê derxe, bi wan şeyan por û riha xwe şe dikirin.

Li gor rojanama The Guardianê şeyê hatiye dîtin ya Qraliyeta Yehûda ye û li bajarê Lachishê di kolandinên arkeolojîk de hatiye bidestxistin. Ebada şe 3,5 cmX2,5 cm ye. Di sala 2017an de hatiye dîtin û 5 sale li serê xebat têkirin. Şe mehû bûye û hinek diranên wê jê ketine. 6 diran û 14 navberên wê hene.

Li gor lêkolîneran û hetta heya 60 sal berê jî şe ji text, hestî û sedef çêdikirin. Nivîs li dora 5 hezar sal berê li Mezopotamya û Misrê derket ortê. Di şûna tîpan de gelek îşaret hebûn.

Li ser şe weha hatiye nivîsandin: Van diranan (şe) bila sipiyên rih û poran ji bo kokê bibrîne.”