Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir.
Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.
Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî ya demdirêj di warê edebîyata kurdî de, bi taybet jî di warê romanê de, hêjayî wê yekê bû ku ji hêla hejmareka nivîskar, rewşenbîr, hunermend û xwendekarên kurd ve bi şahîyeka taybet were pêşwazîkirin.
Firat Cewerî bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir bi roleka gelekî balkêş di pêşveçûna edebîyata kurdî de rabûye. Cewerîyî heta niha 40 pirtûk nivîsandine, 40 hejmarên Kovara Nûdemê weşandine. Herwiha ew di warê wergerê de jî xwedî kedeka mezin û hêja ye. Wî heta niha nêzî 15 pirtûkan ji zimanê siwêdî wergerandîye kurdî.
Xelata Şerefnameyê
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.
Lîsteya Xelatgiran:
- 2018 Prof. Dr. Celîlê Celîl
Ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de. - 2019 Birêz Şahînê Bekirê Soreklî
Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya kurdî de. - 2020 Birêz Konê Reş
Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. - 2021 Birêz Jan Dost
Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û wêjeya kurdî de û bi taybet di warê romanê kurdi de. - 2022 Birêz Firat Cewerî
ji ber ked û xebatên wî di warê edabîyata kurdî de bi taybet di warê romanê kurdi de.
Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheke çanda kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepor û zimanê kurdî hatiye damezirandin.
Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê kurdî bi xelkê awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatiyên Awustiryayê û kurdan de biafirîne û xurt bike.
Giringtirîn çalakiyên Enstîtuya Kurdî kursên fêrkirina zimanê kurdî ji bo revenda kurdî li Awustiryayê û şagirtên kurd û yên biyanî yên Zanîngeha Viyanayê ne. Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê kursên zimên bi her du zaravên kurmancî û zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin.
Ji bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên kurdî yên nû û birêvebirina guftûgoyan li ser wan. Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên kurd ve radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan re peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi kurdên diyasporayê re parve bikin.
Ji bo Têkelîyan:
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê
E-Mail: oce@kurdischeskulturinstitut.at Telefon: 0043 660 5544 970
Link Wikipedia
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xelata_%C5%9Eerefnam%C3%AA
Link Facebook
https://www.facebook.com/kurdischeskulturinstitut
Kurtejiyana FIRAT CEWERÎ
Firat Cewerî li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ket nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, farisî, tirkî, îtalî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de hatine xwendin. Herweha ji ber berhemên Cewerî fîlm jî çêbûne.
Ev demek e Cewerî xatir ji çîrokê xwestiye û ketiye cîhana romanê. Wî heta niha bi navê Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî, Maria melekek bû û Derza dilê min pênc roman nivîsandine. Hem di cîhana edebî ya kurdî de, hem di ya tirkî de û hem jî di ya swêdî de bi baldarî tête şopandin.
Sala 2020, 40saliya nivîskariya Firat Cewerî bû. Wî di van 40 salan de 40 kitêb nivîsandine û wergerandine kurdî. Wî ji sala 1980 û bi vir de di zik hev de salê kitêbek an nivîsandiye an jî wergerandiye kurdî. Herweha wî di hundirê deh salan de 40 hejmarên kovara Nûdemê jî derxistine.
Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobel ya edebiyatê dide, sala 2018an Firat Cewerî ji ber xebatên wî xelat kir. Di sala 2020an de wezareta rewşenbîrî ya Kurdistanê Firat Cewerî bi qelema zêrîn xelat kir.
Firat Cewerî dibêje ew ê dawiya maye ya jiyana xwe jî di oxira ziman û edebiyata kurdî de bibuhurîne.
Lîsteya kitêb û wergerên Firat Cewerî: Kitêbên Firat Cewerî:
- 1- Êrîs Dikin, (helbest) 1980
- 2- Mezin Dibim, (helbest) 1981
- 3- Dê şêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983
- 4- Girtî , (çîrok) 1986
- 5- Kevoka Spî , (çîrok) 1992
- 6- Kultur, Huner û Edebiyat , (gotar û hevpeyvîn) 1996 7- Gotinên Navdaran , (aforîzma) 1995
- 8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşasan) 1999
- 9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (diyalog) 1998 10- Pêlên derya reş , (gername) 1997
- 11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002
- 12- Antolojiya çîrokên kurdî . 2003
- 13- Payiza dereng, (roman) 2005
- 14- Ez ê yekî bikujim, 2012
- 15- Lehî, 2013
- 16- Maria melekek bû, 2014
- 17- Antolojiya çîrokên kurdî, 3 cild, 2019
- 18- Name, 2019
- 19- Derza dilê min, roman 2020
- 20- Berê gotin hebû, gotar û hevpeyvîn, 2022
Wergerên Firat Cewerî:
- 1- Dostojevsky, (Şevên Spî), 1993
- 2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
- 3- Çexov (Bexçeyê Vîsne), 1995
- 4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
- 5- Yaşar Kemal (Dara hinarê ), 1998
- 6- Sartre (Dîwar) Swêd, Nûdem
- 7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
- 8- Astrid Lindgren (Şûmiyên Emîl yên nû) 2000
- 9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
- 10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
- 11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
- 12- Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
- 13- Gunilla Bergström, (Alfonsê şûm) 2002
- 14- Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005
- 15- Gunnar Ekelöf, (Zimanekî zindî wernegerîne yekî mirî) 2005
- 16- Gunnar Ekelöf ( Mîrê Emgionê) avesta, 2017
- 17- Hjalmar Söderberg (Doktor Glas) avesta, 2017
- 18- Edîth Södergran (Welatê tune) avesta, 2018
- 19- Pär Lagerkvist (Barabbas) avesta, 2018
- 20- Gunnar Ekelöf (Çîroka Fatumehê) li ber çapê ye
Kitêbên Firat Cewerî ên bi tirkî:
- 1- Geç Bir Sonbahardı, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
- 2- Birini Öldüreceğim, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
- 3- Lehî, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
- 4- Maria Bir Melekti, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
- 5- Solgun Romans, öykü, Eveset yayınları, 2014 İstanbul
- 6- Karadeniz Dalgaları, gezi, dara yayınları, 2018 diyarbakır
- 7- Mir Celadet Bedirhan’ın Evinde, Roman, Dara yayınları, 2018 diyarbakır
- 8- kırk yıllık edebiyat yolculuğum, Dara yayınları, 2020 Diyarbakır
Kitêbên Firat Cewerî ên bi swêdî:
- 1- Jag kommer att döda någon, förlaget storge, 2018 2- Svartanattensfånge
Kitêbên Firat Cewerî ên bi farisî:
- 1- Kevokaspî
- 2- Ez ê yekî bikujim
Kitêbên Firat Cewerî ên wergeriyane erebî:
- 1- Kevoka spî
- 2- Romanseke çilmisî
Kitêbên Firat Cewerî ên wergeriyane almanî:
- 1- Ez ê yekî bikujim, wergeriyaye lê hê çap nebûye 2- Kevoka spî, tenê çîrokek çapbûye
Kitêbên Firat Cewerî ên wergeriyane itali:
- 1- Ez ê yekî bikujim