Hejmara nû ya Wêje û Rexneyê derket!

Kovara lêkolîn, rexne û teorîya wêjeyê, Wêje û Rexne bi dosyeya xwe ya bi navê “Pêjnên Wêjeya Kurdî ya Modern di Serdema Dawî ya Osmanî de” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku ji sala 2014an û vir ve weşana xwe ya tematîk li ser rexne û nirxandinên edebî ava kiriye, bi vê hejmara xwe ve di serdema dawî ya osmanî de şopa xebat û neteweperweriya kurdî digerîne û digel çend wergerên li ser vê qadê, dosyeyeke xurt ji meraqdarên vê babetê re berpêş dike. Di vê hejmarê de bi armanca bibîranînê, Hemzeyê Muksî, nivîskar û aktîvîstê kurd ê serdema osmanî, bi pêşgotina xwe ve ya bi navê “Edebîyat û Asarê Edebî” ku di sala 1919an de ji bo çapa ewil ya Mem û Zînê amade kiribû, di rêza yekem de dibe mêvanê rûmetê yê kovarê. Herwiha, li ser bergê kovarê jî Mem û Zîna cih digire ku Hemzeyê Muksî di sala 1919an de bo çapê amade kiriye.

Di vê hejmarê de bi nivîs, werger û analîzên xwe ve gellek kesan beşdarî li kovarê kiriye: Ömer Faruk Yekdeş & Servet Erdem, Şehmuz Kurt & Zafer Açar, Dilawer Zeraq, Tahir Baykuşak, Farangis Ghaderi, Dawid Yeşîlmen, İnan Eroğlu, Ahmed Kırkan, Mela Mihyedîn. Dawid Yeşîlmen di vê hejmarê de bi akademîsyenê ciwan û jêhatî Mesûd Serfiraz re, ku wekî pisporê edebiyata kurdî ya serdema osmanî tê zanîn, li ser weşangerî û edebîyata kurdan a serdema osmanî hevpeyvîneke berfireh û samîmî kirîye. Di dawiya kovarê de, pîrtûkxane cih digire û Dawid Yeşîlmen lîsteyeke bi navê “Pirtûk, Kovar û Rojnameyên Kurdî yên ku di Dewra Osmanî de Weşîyane (Kronolojîk)” bo dosyeya vê hejmarê amade kiriye.

Di vê hejmara Wêje û Rexneyê de tenê nivîseke bi zazakî cih girtiye. Wekî ku tê zanîn ji hejmara ewil heta niha di her hejmarê de sê-çar heb nivîsên bi zazakî/kirmanckî cih digirtin. Edîtorên vê hejmarê Dawid Yeşîlmen û Ömer Delikaya sebebên kêmbûna nivîsên zazakî wiha rave kirine: “Herwiha vê hejmarê de rêjeya nivîsên bi zazakî kêm bûn lêbelê ev kêmbûn nîşana xebereke bi xêrê ye: Ewro. Çend hevalên zazakînûs, kovara teorî, huner û edebîyatê ya bi navê Ewroyê derxistin. Em wekî Wêje û Rexne spasan li wan dikin ku bi nivîsên xwe yên zazakî ve bi demeke dirêj reng û rûyê kovara me geş kirin û herwisa em daxwaza serkeftin û temendirêjîyê li Ewroya delal dikin: Emrê to derg bo.”

NAVEROKA HEJMARA 8AN:

  • Hemzeyê MUKSİ: Edebiyat û Asarê Edebî
  • Ömer Faruk Yekdeş & Servet Erdem: Wêjeyeke Cudaxwaz an Wêjeyeke Parçebûyî? Di Serdema Dereng ya Osmanîyan de Wêjeya/ên Kurdî
  • Şehmuz Kurt & Zafer Açar: Edebiyata Kurdî ya Modern: Êwra Stenbolê, Çend Kesayet û Berhemên Edebî
  • Dilawer Zeraq: Wekî Mîrateya Neteweyî Folklor û Kovara Jînê
  • Tahir Baykuşak: Xelîl Xeyalî Modan (1864-1946)
  • Farangis Ghadheri: Astengên Li Ber Nivîsîna Tarîxa Edebiyata Kurdî: Pêşkêşkirin, Tesnîfkirin û Qonaxbendî
  • Dawid Yeşîlmen: Bi Mesûd Serfiraz re li ser Weşangerî û Edebîyata Kurdan a Serdema Osmanî Hevpeyvîn
  • İnan Eroğlu: Siruşt û Fêrîkê Ûsiv
  • Ahmed Kirkan: Ziwannasîye û Felsefeyê Ziwannasîya M. Malmîsanijî
  • Mela Mihyedîn: Wehdetul Wicûd û Şopên Wê Li Ser Wêjeya Kurdî ya Klasîk
  • Dawid Yeşîlmen: Pirtûk, Kovar û Rojnameyên Kurdî yên ku di Ewra Osmanî de Weşiyane
  • Pirtûkxane
  • Jêderk
Ji bo sîparîşê

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply