Gotarek Li Ser Pirtûkên Mehdî Zana-1

 

1 – Me Helal Bikin

(*) – Mehdî Zana – Me Helal Bikin – Weşanên Apec

Mehdî Zana mirovekî gelêrî ye. Di nav jiyan û têkoşîna gelêrî de roleke girîng pêk aniye. Ji alî gelê kurd ve hatiye hezkirin. Gelê kurd wisan jê hez kiriye ku, nasnavê “Xalê Mehdî” pê ve kirine, herkes jê re dibêje “Xalê Mehdî”.

Jiyana Xalê Mehdî di nav teqûreqê de, di nav têkoşîna netewî, gelêrî û çepîtiyê de derbas bû. Ew welatparêzekî kurd e, ji bo doza gelê kurd û Kurdistanê têkoşîya, bû damezrevanê partiyên legal û îlegal, bu serokê belediyeya Amedê, carnan ket heps û zindanê, lêdan xwar, îşkence dît, lê poşman nebû, dev ji doza neteweyê kurd berneda, têkoşîna xwe domand û dawî bû penaberekî siyasî û di sirgûniyê de kar û xebata xwe ya ji bo doza neteweyê kurd domand.

Xalê Mehdî ji aliyê nivîsînê ve, anku ji hêla berhem afirandinê ve jî jîr e. Heta niha 6 pirtûkên wî hatin weşandin.  Du pirtûkên wî ji alî weşanên Apecê ve hatin weşandin. Min herdu pirtûkên wî jî xwendin. Ji bo ku herdu pirtûkên wî jî gelek li xweşa min çû, min nedixwest dev ji pirtûkan berdim, loma jî min yekê bi roj û yekê jî bi şev dixwend. Pirtûkên wî yên din jî li Stenbolê hatine weşandin û min hemû pirtûkên Xalê Mehdî xwendiye.

Herdu pirtûk jî “Çarşiya Silîva” û “Me Helal Bikin” bi şêweyeke edebî, bi zimanekî lîteraturî û bi form û teknîkeke nûjen hatiye nivîsîn. Ez Xalê Mehdî pîroz dikim ku du berhemên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye.

Pirtûka Xalê Mehdî a bi navê “Me Helal Bikin” hîtabî hest û ruhê mirov dike, mirov di bin tesîra wê de dimîne. Li ser serîhildanên kurdan hinek pirtûkên lêkolînî hatine nivîsîn, pirtûkên weha zêde li ser mirov tesîr nake, mirov naxe bin bandora xwe. Lê pirtûkên ku li ser serhildanên kurdan bi şêweya romanê û bi zimanê edebî hatine nivîsîn, mirov dixe bin bandora xwe, li ser mirov tesîr dike.

Pirtûka “Me Helal Bikin” dîmenek ji dema serhildana Şêx Seîdê nemir radixe ber çavên xwendevanan. Bûyerên ku di vê pirtûkê de tên qalkirin, êşa ku tê kişandin, girtina du zarokên biçûk, ji gund peyatî birina wan heta Farqînê û ji wir jî bi çend axa û şêxên Silîva û du sed kurdên dîlketî -esîr- ve birina wan a Diyarbekirê, trajedîyeke ku kurd di wê demê de jiyane.

Ev berhema hêja ji ber bûyerên rasteqîn hatîye pêkanîn û loma jî berhemeke sosyal civakî ye, realîst e. Tê de hunereke edebî heye. Naveroka wê jî ji bo kurdan gelek girîng e. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdê nemir, hal û rewşa kurdan, zilm û zordariya dewleta tirk ya li hemberî kurdan, perçiqandina gelê kurd, barbariya ordiya tirk, serbazên tirk ên zalim, hemû jî di vê pirtûkê de hene.

Xalê Mehdî bi awayekî vekirî, bi şêweyeke objektîf zilm û tehda ordiya tirk û hestên welatparêziyê ên gelê kurd rave kiriye. Wî bi form û teknîkeke nûjen bûyera herdu zarokên biçûk ên girtî û tiştên ku di rêwîtîyê de hatine serê wan, pêşkêşê mirovahîyê kiriye. Hawar, qêrîn û zarîna kurdan a wê demê bi bîr aniye. Têkçûna serhildanên gelêrî/neteweyî bi êş in, bûyerên ku piştî têkçûnê rû didin, trajedî ne. Kuştin, bi darvekirin anku îdama pêşewayên serhildanê, dibin birînên kûr û dikevin dilê gel.

Dema mirov vê pirtûkê dixwîne, dil û kezeba mirov bi halê êsîrên kurdan û bi rewşa herdu girtîyên biçûk dişewite. Ordiya dagirker a tirk zilmeke bêhempa, hovîtiyeke nedîtî li dijî gelê kurd pêk tîne. Dema mirov li kirinên serbazên artêşa tirk dinêre, bê hemdê xwe mirov ji xwe dipirse; “ma gelo qet nixta însanîyetê jî bi van ve nemaye. Ev hovîtî û barbarîya ku pêk tînin, wan ji sîfetê însanîyetê derxistiye. Ma qey ev însan nîn in? Zarokên wan jî tune ne ku ewqas zilm û tehda li du zarokên biçûk ên kurd dikin.”

Xalê Mehdî di vê pirtûka xwe ya hêja de behsa serbazê tirk Elî Barut dike. Min dema navê Elî Barut dît, ez veciniqîm, biçûkatiya min hat bîra min. Dapîra min ji min re gelek caran behsa serhildana Şêx Seîdê nemir û behsa zilm û zordariya serbazê zalim Elî Barut kiribû. Dapîra min wê demê jiyabû, mêrê wê -kalikê min- di serhildanê de şehîd ketibû. Çend apên bavê min jî şehîd ketibûn û çend pismamên min jî bûbûn mehkûm. Wê demê Elî Barut bi leşkerên xwe ve hatibû Liceyê û li xelkê gelek tade û zilm kiribû. Qumandarê ordiya tirk Elî Barut li temamê herêma ku serhildan pêk hatibû, zilm û zordariyeke mezin kiribû. Xalê Mehdî navê vî kesê xwînxwar û kirinên wî dixe bîra kurdan ku divê kurd vî kesê xwînmij ji bîr nekin.

 

Ez ê niha bi kurtahî behsa girtina herdu zarokên biçûk û aqîbeta ku tê serê wan bikim. Di dawiya vê nivîsê de jî, ez ê behsa pirtûka “Çarşiya Silîva” û pirtûkên nivîskar Mehdî Zana yên din bikim. Pêwîst nake ku ez portra Xalê Mehdî binivîsim. Her kurd wî nas dike. Lê dibe ku haya gelek xwendevanên kurd ji hemû berhemên wî tunebin. Loma jî ez ê di dawiya vê nivîsê de yek bi yek bi kurtahî behsa hemû pirtûkên wî bikim.

Beriya ku ez têkevim nav naveroka pirtûka bi navê “Me Helal Bikin” ez vê jî bibêjim; belê, navê pirtûkê “Me Helal Bikin” e. Ez jî weke xwendevanekî kurd dibêjim ku; Xalê Mehdî tu jî xweş helal bî û hemû şehîdên serhildana Şêx Seîdê nemir jî, hemû şehîdên temamê serhildanên kurdan jî û şehîdên canfedayên şerê panzdeh salan jî xweş helal bin.

Niha em bên bûyera girtina herdu zarokan û serpêhatiya wan.

Li gundekî Silîva, gundî li hevûdu civiyane. Ji xwe re sohbet dikin. Li ser pirsa “Gelo serhildan çima bi ser neket?” şîrove dikin. Paşî leşkerên tirk tên davêjin ser gund û gundîyan dicivînin. Qumandarê leşkeran pirsa Şêx Ezîz dike. Ew li Şêx Ezîz digerin. Fermana girtina wî derketiye. Gundî dibêjin “Şêx Ezîz ne li gund e.”

Serleşkerê dagirker ferman dide û di şûna Şêx Ezîz de herdu zarokên wî ên biçûk digrin. Navê yekê Mihemed e, yê din jî Wusif e. Yek heft salî ye, yê din neh salî ye. Qumandarê leşkerê tirk ji gundiyan re dibêje “Wextê em li yekî bigerin em wî nebînin, em zarokên wî dibin. Eger zarok jî tune bin, em jina wî dibin.”

Bi fermana serbaz, leşkerên tirk herdu zarokên biçûk digrin bi peyatî didin pêşîya xwe -leşker li hespan siwar in- û ji gund derdikevin. Ji gund heta ku tên Silîva, di rêveçûnê de herdu zarokên biçûk gelek zehmetî dikşînin. Leşker li hespan siwar in û herdu zarok peya ne. Serbazê tirk wisa bêwijdan e û zalim e ku nahêle leşker herdu zarokên biçûk li hespan siwar bikin.

Herdu zarokên dîlketî -êsîr- ên biçûk di pêşîya hespên artêşa tirk a barbar de bi zor û zehmetî dimeşin. Piştî rêveçûneke dûr û dirêj tên digihîşin Silîva. Leşker herdu zarokên biçûk ên westîyayî dibin qereqola cendirman û dikin hundirê tewla hespan. Axura hespan tije zibil e û bêhneke pîs dide.

 

Piştî çend rojan, artêşa tirk herdu zarokan bi 206 girtîyên kurd ve didin pêşiya xwe ku wan bibin Diyarbekirê. Herdu zarok û girtî peya ne, serbaz û leşker li hespan siwar in. Di rê de gelek zehmetî dikşînin. Diçin gundekî ku bi şev li wir bimînin, hemû girtîyan û herdu zarokên biçûk dixin axura dewaran. Herdu zarok û girtîyên kurd ew şev di nav bêhna pîs a sergîna dewaran de heta serê sibê li axurê dimînin. Kêç bi laşên wan ve didin û xwîna wan dimijin, girtî xwe dixwirînin.

Sibehtirînê ji gund derdikevin û dîsa bi rê dikevin. (Di rê de hinek bûyer diqewimin, lê min behs nekir. Dema xwendevanên kurd vê pirtûka hêja bixwînin dê wan tiştan jî fêr bibin.) Bi zor û zehmetî tên digihîjin Diyarbekirê. Herdu zarok û girtîyan dikin hepisxanê. Ev hepisxane jî di dema Osmaniyan de tewla hespan anku axur bûye. Tirkên hov û barbar tewla hespan, axura dewaran ji bo kurdan layiq dibînin. Li Amedê ev axura hespan hê jî hepisxane ye û ez bi xwe jî di wê axurê de razame.

Piştî ku herdu zarok û 206 girtiyên kurd ku hemû jî ji gundên derdora Farqînê ne, di hepisxanê de bi ci dibin, serbaz û midûrê hepisxanê bangî herdu zarokan dikin, wan dibin odeya midûr û ji wan pirs dikin ku “bavê wan li ku ye? Xwe li ku veşartiye?” Zarok bersîv didin, dibêjin “ew nizanin bavê wan li ku ye.”

Girtiyên kurd di hepisxaneyê de bi hevûdu re sohbetên xweş dikin, têkçûna serhildanê şîrove dikin, behsa şerê serhildanê, ketina hundirê bajêr û paşê propagandaya tirkan a derewîn dikin. Gelek fikir û ramanan pêşkêş dikin, dîtinên balkêş tînin zimên, li ser mijarên girîng disekinin. Ez bi berfirehî behsa van sohbetên girtiyan nakim, bila xwendevan meraq bikin û vê pirtûka hêja bixwînin û tiştê têde fêr bibin.

Niha em dîsa bên ser rewşa herdu zarokên biçûk. Herdu zarok di hepsê de ne. Di nav girtiyan de Mihemed Axa jî heye. Rojekê ziyaretçiyê Mihemed Axa tê serlêdana wî. Mihemed Axa van gotinan jê re dibêje : “… bê minetî ye, serhildanek bû û neçû serî, dijminî ye îro em ketine lepê wan, çi ji wan bê wê bikin di hemû dewra de ewha bûye, wê dîsa ewha be……. Ma kîngê be mirin e, qe nebe meriv bi şeref bimre ev jî tiştek e….. Ez baş dizanim wê ew me îdam bikin ev ji min re ne derd e, di neyartîyê da tiştên ewha dibin. Doza miletê me ye, wê ev tiştana bibin, ne girîng e. Lê belê yek tiştek heye ew jî ez viya ji we dixwazim. Pişti îdamê hûn cenazê me di nav lepê wan de nehêlin, lê xweyî derên, me bişon, kefen bikin û veşêrin.”

 

Mehkemeya girtiyan dest pê dike. Mehkeme ji usûlê ye, ji bo gel bixapînin, mehkeme çêdikin. Ku bibêjin xwedêgiravî ”waye me ew deranîn mehkemeyê.” Herdu zarokên biçûk û girtiyên Silîvaye dibin mehkemeyê. Di mehkemê de îdam didin 10 kesan, yên din jî hepis û nefî dikin. Ji bo herdu zarokên biçûk jî cezayê nefîyê -sirgûnê- didin. Yanê herdu zarokên biçûk sirgûnî rojhilat dikin. Girtîyekî ku navê wî Seîdê Qadî ye, dema ji Şêx M. Letîf dibihîse ku hukmê nefîyê dane herdu zarokan, dibêje “Ya Rebî, mezinê mezinan Tu yî, êdî Tu zanî vê zîhnîyeta ku wan zarokê 7 – 9 salî bigire bavê hepisxana û bişîne nefîyê, ji dê û bavê dûr bixin cîyê xerîb û xurbetîyê, tu ê çi bibêjî, ma di neyartîyê da jî usul û qaîde hene, zarok zarok e, ez êdî nizanim çi bibêjim.”

Zarokên biçûk, feqîr û belengaz, nizanin ku nefî çi ye? Loma jî ji girtîyek dipirsin “Apo wê bi me çi bikin li nefîyê?” , ”Ma êdî em ê dîya xwe, bavê xwe û gund qet nebînin?” , “Apo îdam çi ye?” Zarokin, fêm nakin û van pirsan dipirsin.

Deh şêx û axayên Silîva û Hezoyê –Kozlukê- dibin ku wan îdam bikin. Ew jî ji hevalên xwe re dibêjin “Bi xatirê we, me helal bikin, bila canê miletê me û welat sax be.” Hemû selawat tînin. Leşkerên tirk destên wan dixin kelepçeyan, wan ji hepsê derdixin, di ber kanîya şêr de derbas dikin, diçin derê serayê, nêzî sêpêyên îdamê dibin. Qehremanên gelêrî, lehengên kurd yên bêxwedî û bêparêzger diçin îdamê û tên daleqandin.

Roja din, şêşt girtî û herdu zarokên biçûk li cîpên leşkerî siwar dikin û dişînin nefîyê. Wan ji Diyarbekirê dibin Ruha’yê, Antabê, Adanê, werhasil heta digîjin Manîsayê gelek roj û meh derbas dibin. Li Adanayê dema herdu zarok û girtiyan li trênê siwar dikin, wan dixin vagona dewaran. Di rêwîtiya trênê de jî, dagirkerên tirk cihê heywanan layiqê şerkerên kurd dibînin. Wexta ku diçin Manîsayê, ji wir jî girtîyan dikin du beş, hinekan dişînin Îzmîrê û hinekan jî dişînin Bursayê.

Cihê sirgûna herdu zarokên biçûk jî Îzmîr e. Di rêwîtiya trênê de yek ji wan zarokên biçûk ku navê wî Wusif e, dikeve xew û xewnekê dibîne. Xewna wî hesreta welêt e, bêrîya gundê xwe kirin e, hesreta dîtina dê û bavê wî ye.

 

Pirtûka “Me Helal Bikin” bi çûyina cihê sirgûnê yê herdu zarokan diqede. Herdu zarokên biçûk, ji welat dûr, bê dê û bav, li welatê xerîbiyê dikevin nav jiyana sirgûniyê. Ev pirtûka Mehdî Zana “Me Helal Bikin” hêjayê xwendinê û pesnê ye. Divê her xwendevanê kurd miheqeq vê pirtûkê bixwîne.

Niha ez dixwazim bi kurtahî çend gotin li ser pirtûkên Mehdî Zana yên din bibêjim.

Didome…

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply