Fûara/Pêşengeha Pirtûkan Ya Li Stenbolê

Ez ji bo diranê xwe çêbikim çûbûm Stenbolê. Xwediyê ”Weşanên Na” birêz Berfo Barî min agahdar kir, got; ”di 26ê Adarê de fûara pirtûkan heye, tu jî were beşdar bibe, pirtûka xwe îmze bike.”

Pirtûka min a herî dawî ”Palmyra´ya Bedew” di nav weşanên Na de hatibû weşandin. Ez di 26ê Adarê de çûm beşdarê fuarê bum. Min pirtûka xwe ji bo xwendevanên kurd ku hatibûn fûarê û xwestin pirtûkê bikirin îmze dikir.

Pêşengeh/fûar ji bo firotina pirtûkan, ji bo têkiliyên di navbera nivîskar û xwendevanan de, ji bo hevûdu nasîna nivîskaran û herweha ji bo sohbetên derbarê pirtûkan de mekanên baş in. Di vê fûarê de min gelek nivîskarên ku bi nav nas dikir lê me hevûdu rû bi rû nedîtibû, dît. Min bi hinek xwendevanan re, bi nas û dostan re sohbet kir. Beşdariya min a fûarê ji bo min dilxweşî bû, ez gelek memnûn bûm, şad û bextewar bûm ku beşdarê fûarê bûbûm.

Ev pêşengeh li gor ya TUYABê (ku berê li Stenbolê û Amedê pêk dianî, lê ji ber sedema pandomiyê/koronayê pêk neanîbû) biçûk bû, beşdariya weşanxaneyan hindik bû. Çend weşanxaneyên mezin herweke weşanên Îletîşîmê, weşanên Ayrintiyê û gelek weşanxaneyên din beşdar nebûbûn. Piraniya weşanxaneyên kurdan jî beşdar nebûbû. Çar weşanxaneyên kurdan, weşanên Nûbihar, Sîtav, Na û weşanxaneya Dara/Pirtûka kurdî beşdar bûbûn.

Di vê fûarê de pirtûkên kurdî çiqas hatin firotin ez nizanim. Lê dema ez di nav avahiya fûarê de geriyam min dît ku kesên li pêşberê standên weşanxaneyên kurdan in hîn pirtir bû. Ev jî keyfa min anî. Min li fûarê xwendevanekî ku du torbeyên herdu destên xwe tije pirtûk kiribû dît. Pirtûkên ku wî kirîbû hemû jî pirtûkên kurdî bû. Wî du pirtûkên min jî kirîbû.

Li berga li jor binêrin, van pirtûkan jî xwendevanê pirtûkhez hêja Zerema Bakur di fûarê de kiriye û hemû jî pirtûkên kurdî ne. Helbet di fûaran de wek hejmar pirtûkên kurdî pir yan hindik têne firotin pir girîng nîn e, lê girîngî ev e ku; hindik werine firotin jî bi riya pêkanîna fûaran pirtûkên kurdî dikevin destê xwendevanan, diyalogên baş têne pêkanîn, guftûgo têne çêkirin, di salonan de semîner, panel têne amade kirin. Û xwendevanên tirk jî herçiqas pirtûkên kurdî nekirin jî dibînin ku gelek pirtûkên kurdî derketine. Min dît ku hinek xwendevanên tirk pirtûkên kurdî kirîn gotin ji bo hevalên xwe yî kurd re diyarî bikin dikirîn.

Bazara pirtûkên kurdî di rewşeke pir baş de nîn e, lê niha ber bi başiyê ve diçe. Li welat, li metropolên Tirkiyê û li Ewropayê pirtûkên kurdî hindik têne firotin. Gelek caran bi firotina pirtûkê heqê çapa pirtûkê dernakeve. Lê hinek pirtûkên ku baş têne belavkirin û pir têne firotin jî hene. Pirtûkên weha weşanxaneyan dixine karê. Weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin, zirar dikin û lewre jî newêrane pirtûkên kurdî zêde çap bikin. Loma jî hinek weşanxane ji nivîskaran heqê çapa pirtûkan werdigrin.

Hinek weşanxaneyên kurdan yên ku pirtûkên kurdî diweşînin di gel bi dehan pirtûkên tirkî, salê yek, du pirtûkên kurdî jî diweşînin. Ev jî ji ber hestên wan ên welatpariziyê tê. Lê hinek weşanxaneyên kurdan jî bi piranî pirtûkên kurdî diweşînin. Diyare yê wan jî di gel hestên wan ên welatpariziyê, fedekariye yan jî bi sponsoriyê û alîkariya nivîskaran di saleke de gelek pirtûkên kurdî diweşînin.….

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û li hinek bajarên metropolên Tirkiyê komên xwendinê û komên nirxandina wêjeya kurdî pêk hatine. Ev pêvajoyek û pêçveçûnek gelek baş e. Di sosyal medya civakî de, facebook, integram û youtube de civîn û panelên li ser pirtûkan têne kirin, ew jî gelek baş in. Herweha di gelek malperên kurdî de û bi taybetî di malpera Çandnameyê de gotar, nivîsên danasînê û analîza pirtûkên kurdî têne weşandin. Ev jî xwendevanan teşwîq dike ji bo kirîna pirtûkan. Di danasîna pirtûkan de dema naveroka pirtûkek bala xwendevan bikşîne, diçe dikire û dixwîne. Ji bo ku di weşangeriya kurdî de reklam, anons tune, pêşengeh/fûar ji bo weşanxaneyan û pirtûk û nivîskaran dibe haceta reklamê jî.

Heger digel xwendevanên kurd yên unîversîteyan/zankoyan rewşenbîrên kurd û nivîskarên kurd pirtûkên kurdî bikirin, heger digel kurdên normal, kurdên sîyasî, endamên partî û rêxistinên kurdan, kîtleya partîyên legal yên ku kurdan damezrandine, sîyasetvanên birêvebirên partiyên sîyasî ên kurdan pirtûkên kurdî bikirin dê bazara pirtûkên kurdî geş bibe, dê gelek pirtûkên kurdî bine firotin.

Bi hêviya ku bazara pirtûkên kurdî baştir bibe, xwendevanên pirtûkhez yên wek birêz Zerema Bakur pirtir bibin.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply