Êvara Perwaneyê Ya Bextiyar Elî

Bi hukmê hêzên paşverû, mirovên tûnd û tarî li ser civakekê fişar û zextê bikin yê çi bibe? Behtir kî an jî kîjan komê zirarê bibîne?

Xwedê her kes afirandiye û her kes serbest berdaye.

Gelo hinek bi navê Xwedê li ser hinekên din qûral û qedexeyan danîn, dê çi bibe?

Rastiyê her kesî cûda ye û ew jî ji xweza ye, tabî ye.

Hinek bixwazin ew cûdahiyan ji holê rake, dê çi bibe?

Evîn çî ye?

Eşqê rasteqîn heye?

Meriv dikane bi evîn û eşqê dawiyê tiştan bîne an jî bi evîn û eşqê tim û tim hin tiştan bidomîne?

Însan dikane xwe nas bike?

Însanek dikane heta ku derê xwe nas bike?

Însan dikane yekî/yekê din nas bike?

Heta meriv xwe nas nake, dikane yekî/yekê din nas bike?

 

Bersiva van hemû pirsan di romana Êvara Perwaneyê ya Bextiyar Elî de ne.

Hin pirsên nû derdikevin pêşiya me û hin jî bersivên bêdeng olan didin di derûniya me de.

Qehremanên me (Perwane, Ferûdunê Melek, Mîdayaya Xemgîn, Nesredînê Bêhnxweş, Mesûme, Siyamendê Balinde, Govend, Dilaram, Ezîzê Tîrendaz, Şehla hwd.) di navbera bajarekî mezin û genî, daristanekê tarî û kûr de dest bi rêwîtiyekê bêveger dikin û dawiyê de jî têkdiçin. Ewil eşq têkdiçe, piştre însan û rastiyên din.

Di vê têkçûnê de ya ter pirr tesîr li min kirî jî rewşa jinan bû. Jinên di bin siya mêrekî de (bav) tên dinê, di bin siya mêrekî din de (malxwê malê) dinê diterikînin.

 

 

Ji romanê çend hevokên balkêş:

*Qehremanên çîrokan ji xeynî sîbereke tarî, ji bilî siyeke mîna leylanê ne tiştekî din in. (Rûpel; 18)

*Rastî eger ne weke wêneyekî qeşeng ronîdar û bêxewn jî be, ne rastî ye. (Rûpel; 18)

*Jiyan tozek e, rastî jî di yekkirina pit û piçikên vê tozê bi xwe de ye. (Rûpel; 18)

*Hemû cîhan bi eşqên nîvcomayî hatiye dagirtin, ew çiyayên dûr bi eşqên nîvco tijî ne, çi bajar yan bajarok tê ser rêya min, ji eşqên xapînok û bê armanc wêdetir, tiştekî din di wan de nîne. (Rûpel; 100)

*Divê em li ser rêwîtiyê berdewam bin, mabûn li cihekî tenê jiyan, rih û eşqê dikuje. (Rûpel; 155)

*Mirov tenê bi baweriyê najî, weke ku çawa tenê bi eşqê jî najî, mirov tenê bi xeyalê najî, weke ku çawa tenê bi heqîqetê jî najî; dinyayek jî ku hemû sînorên wê diyarkirî ne, mîna dinyayekê ku şêweya wê nîne, bi tirs e. (Rûpel; 240)

*Jiyan mîna avekê ye, her dilopek ku ji ber diçe gerek e dilopeke din cihê wê bigire, lê li vê daristanê, deqîqe diçin û tiştek nakeve dewsa wan; demsal diçin û boşahiyeke bi xof li pey xwe dihêlin, rihên me çîn bi çîn diçin û spîtiyeke reha dikeve cihê wan. (Rûpel; 261)

*Evîneke tirsonek, evîneke ku xewnan nebîne, evîneke ku nizane çawa bimire, evîneke mirî ye. (Rûpel; 64)

*Divabû tu bi kûrî ji dinyayê têbigihî û dû re xewnan bibînî. (Rûpel; 269)

*Şerî’eta Xwedê ne berovajî û dijminê wê cevherê ye ku Xwedê weke yasa di nava giyan û viyan û raman û dilbijînên me de dihêle; cewherê Xwedê di nava wan yasayên veşartî û nediyar û bihêz de ye ku wiha dike bûnewer ji jiyana xwe hez bikin, her tiştek me bibe ser hezkirina jiyanê xwedayî ye. (Rûpel; 312)

*Xweda ji wê gava ku mirov afirandiye, giyanê gera li rêyeke din, cihekî din, jiyaneke din tê de çandiye; bibîne, Fetane, bibîne, ez arezûya firînê, arezûya azadiyê weke xwestekek xwedayî dibînim. (Rûpel; 313)

*Xwedê mirov bi milyonên şêweyan dîtiye. Milyonên rûyan daye wan; çawa li me dibore heke em tenê bi yek awayî wî bibînin, çawa li me dibore ger em, weke hakimekî bîrteng lê binerin, ku kitêbek di ber destê wî de ye û perên wê vedike û li gorî wê kitêbê biryar dide; mamosteya min ev sivikatiyeke mezin e, daketin û kêmkirin e ji hêza berfireh û afirîner ya Xweda re. (Rûpel; 315)

*Mamosteya min, tena kesên ku divê tobe bikin, ew kes in ku Xweda bi mebesta êşandin û nefretlêkirina mirovên din bikar tînin, bêyî cîhanekê najîn mirovên din tê de nekiribin kafir… (Rûpel; 316)

 

 

 

Faik Öcal

 

 

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply