Eşîra Heyderan û Kor Huseyîn Paşa

Kemal Suphandax Kurê Nadir Beg, Nevîyê ‘Kor Huseyîn Paşayê Heyderî’ye.

Nivîskar, lêkolîner, dîrokzan, sîyasetmedar; lê ji her tiştî bêhtir: Kurdhezekî suhbetger e…

Dîwana wî gelek xweş e, xeberdana wî mirov di nav pelên dîrokê de digerîne, Xudanê gelek pirtûkan e, dema mirov pirtûkên wî dixwîne; mîna ku mirov guh bide Radyoya Erîvanê, Kurdîtiya wî yê nav malê ye, Kurmancîya wî yê dê û  bavê wî ye, mêrekî maqûl û giran e, dinyadîtî ye, mirovekî asilzade dost û heval e…

Min û kek Kemal me civata xwe danî, de me behsa çi nekir! Ji Eşîra Heyderan bigre hetta Huseyîn Paşa; Ji Serborîyên Nadir Begê bavê wî  bigre, hetta Serhildana Kirê Girîdaxê, û heta roja me… De îja mîna ku bêjerê emirdirêj Kerem Seyad gotî: “Ka guh bidne me”…

  • Kemal Suphandax an jî Kemalê Nadir Beg, bi çend hevokan ji kerema xwe behsa serborîya xwe bikin?

Ez di sala 1957an de di wextê ‘nandirûnê’ de li Panosa Agirîyê li zozanê me: ‘Sêgira’(Eledax) hatime dinê, de îja di berîya wê de ez li kû bûm Xwedê zane (dikene)… Zaroktî û Xortanîya min, li gundê me, Zomikê – ku li ser Panosê ye –derbas bû. Lîse min ewil li Wanê duvre li Trabzonê temam kir, talîyê ji Zankoya Edenê ji beşa Aborîyê ez mezun bûm. Bavê min Nadir Beg mirovekî pir zana bû, Bi Tirkî, Kurdî, Fransî, Farisî û hindek jî Erebî zanibû. Welatparêz, demoqrat û rewşenbîr bû, ji ber wê mala me wek dibistanê bû, ez jî di bin wê sîberê de kemilîm. Ez hîn zarok bûm bi Kurdîtîya xwe hesîyam, min dizanîya, Kurd kî ne, welatê wan Kurdistan e û Kurdistan di nav çar dewletên mezin de hatiye parkirin. Di sala 1970 an de ez 13 salî bûm, di 12 Adarê de muxtira çêbibû, her çiqas ez zarokekî ne kemilîbûm jî lê min baş dişopand wê pêvajoyê, mîna îro tê bîra min. Kuştina Mahîr Çayan, dardakirina Denîz Gezmîş, wê demê hestên mêranî û şoreşgerîyê gelek di dilê min de dikelîya. Di sala 1974an de min pirtûkeke bi navê: “DDKO Dava Dosyası” xwend, vê pirtûkê her wiha xêza min a sîyasî jî kifş kir, êdî ez Azadîxwaz bûm ji bo hemû miletên dinyayê, xasma ji bo Kurdan.

Dûvre ez bûm endamê bizava Rizgarîyê. Di sala 1976an de min û çend hevalên xwe li Panosê komeleyeke bi navê PAK-DER ê (Patnos Kültür ve Yardımlaşma Derneği) vekir, û me dest bi xebatên sîyasî kir, di demeke kurt de ez bûm serokê komeleyê. Di 12ê îlona  sala 1982an ya ku înqlaba Kenan Evren çêbû ez û hevalên xwe jî hatine girtin û Komeleya me bi xabatên xwe ve hate qedexekirin. Ez ji zindanê derketim; lê zindaneke dî li berîya min bû: “Leşkerî”… Min 20 meh leşkerî kir. Van salên dawîyê ez tevlê partîyên Kurdan bûm, di DEHAP û HADEPê de min namzetîya şaredarî û yê mebûsîyê kir, li ser Alayên Hemîdîyan û Serhildana Agirîyê pirtûkên min hene, wekî dî ez li ser dîrok û zargotina Kurdî xebat û lêkolînan dikim, ji eşîra Heyderan im.

  • Em hinek jî behsa Eşîra Heyderan bikin keko, gelo: Kî ne Heyderî?

Hemû eşîrên Kurdan bi du kokan ve girêda ne: Milan û Zîlan. Bi kurtayî, Mil û Zîl hene.

Heyderan bi eslê xwe ‘Milî’ne,  cihê wan berê Farqîna Diyarbekirê bûye, lê ji ber ku li dijî Osmanîyan pêştevaniya serhildana Ebdulhelîmê Rihayî kirine (1600) ji ber quwetên Osmaniyan koçê Serhedê kirine. Hindek ji wan derbasî Rojhilat bûne û di mintiqeyên mîna: Mako, Qelenî û Xoy’ê de bi cîh bûne. Carna havînê ji bo zozaniyê dihatin zozanên mîna Eledax, Elegez û Qertewînê. Arşîvên Osmanî dema behsa eşîrên Kurdistanê dike Eşîra Heyderan wekî Eşîra herî berfireh bilêv dike. Heyderan di şerê Îran û Ûris de an jî di şerê Ûris û

 

KOR HUSEYÎN PAŞA

de roleke mezin lîstiye. Di roja me de li bajar û mintiqeyên wekî: Panos, Xamûr, Erdîş, Filistan, Ebexe,  Bêgirî (Muradîye), li Kurdistana Îranê : Li Mako Xoy, Qeleniyê hene.

  • Kor Huseyîn Paşayê bapîrê te di dîroka me de bi raya te roleke çawa lîst?

Kor Huseyîn Paşa mezinê Eşîra Heyderan bû, di sala 1892an de, di Alayiyên Hemîdiyan de xwediyê 4 Alayiyan bû, Ji ber wê yekê, dewletê Rutbeya Mîrliwatîyê dabûyê. Di tarîxa Kurdistanê de du kesên Mîrliwa hene: Îbrahîm Paşayê Milî û Kor Huseyin Paşayê Heyderî. Mîrliwa yanî bi pergala rutbeya îro Tuğgeneral e. Kor Huseyîn Paşa pir bi hêz bû, di îxtîlafa Osmanî û Yûnan de nameyekê ji Ebdulhemîd re dişîne, dibê :  “Ez bi çar alayîyên xwe bi tevê mesrefa wan, heta tixûbê Yewnan di emrê te de me; li ser vê yekê Evdilhemîd Xan wî bi madalyayekê taltîf dike. Di sala 1908an de piştî ku Îttihatçî dibin erk,  mîna hemû xwedîalayiyên dî Huseyîn Paşa jî dibe hedef û demeke kurt tê hepskirin, lê paşê tê berdan. Ji ber ku serî ji îtîhatçîya re danayne lê dixe  derbasî Îranê dibe. Bi Evdirrezaq Bedirxan, Simkoyê Şikakî re hevdîtinan pêk tîne, her wiha bi Ûrisan re jî têkilî datîne, loma dewleta Osmanî û xasma Îttihat Teraqî bi siyaset, radibe efûya wî derdixe û wî vedixwûne. Li ser Firara xwe û vegera xwe ji îtîhad Teraqiyê re nameyekê dişîne.

Piştî serhildana Şêx Seîd Efendî wî bi tevê zar û zirçê wî ve dişînin nefiyê. Ji sirgûnê ew bi çend zarokên xwe ve firar dikin û derbaî binxetê dibin. Armanca wî ew e kû xwe bigihîne Serhildana Agiriyê, dixwaze di ser Îranê re derbasî Araratê bibe, ji Surî tê Kurdistana Iraqê , dibe mêvanê Şêx Ehmed Barzanî , dûvre dertên rê, ew Kurê wî  Evdila Beg û xarziyê wî Ehmedê Zero li mintiqa Barzan li nehiya Pîranê têne şehîdkirin.

Xelkê gelek hez jê Huseyîn Paşa dikir, mirovekî bi bawerî bû, bi edalet tevdigerîya, li ser soz û qewlê xwe bû.

  • Bavê te Nadir Beg, serhildêrekî Serhildana Agiriyê bû û we jî li ser van babetê pirtûk nivîsî û gelek xebat kir, bi raya we Serhildana Agiriyê ji bo Kurdan çi îfade dike?

Serhildana Agiriyê, ne sedemek e encamek e; encama têkbirina bizava Şêx Seîd Efendî, Şark Islahat Raporu û nefîkirina malmezinên Kurdan e. Piştî  1925an dewletê fêhm kir ku dikare Kurdan bişkîne. Dest bi zulmeke mezin kir, êrîşê hemû heyîneyên Kurd û Kurdistanê kir, dixwest ku Kurdistanê ji Kurdan xalî bike, rabû Otorîteyên Kurdistanê Ji koka wan veqetand. Yê ku karî kuşt û tune kir; yê ku nekarî sirgun kir, Kî bûn ev: Huseyîn Paşayê Heyderî, Seîdê Nûrsî, Evdilmecîdê Sîpkî, Elî Begê Mîrze Axayê Ademî û wekî wan bi dehan… Di wê demê de 70 malmezinên Kurdan şandin surgunê. Wisa bû ku di Kurdistanê de mezin, xwenda, serekeşîr, pêşewa, rûsipî neman; dewletê dixwest ku îradeya Kurdan bişkîne û wan bê serî bihêle; lê Kurdan vê yekê qebûl nekirin û li ber vê zulmê serî hildan. Serhildana Girîdaxê ji ber vê teqîya. Ev serhildan di destpêkê de ne serhildaneke netewî û ji bo Kurdistanê bi tevahî bû. Bi Biroyê Heskê Têlî dest pê kir, Biro yek ji wan kesan bû ku dewletê fermana wî derxistibû lê ev jî balkêş e ku Biro heta wê rojê jî bi dewletê re bû lê ji bo dewletê qet ne girîng bû; Biro jî Kurd bû û li Bazîdê otorîteyeke wî hebû; ev yek xetere bû ji bo dewletê. Biro bi tevê eşîra xwe derket çiyê, bû firar;  lê ev hereket geş bû duvre eşîr û malmezin û xwenda tevlê şoreşê bûn, kesên ku bûbûn mexdûrê kiryarê cumhurîyetê hemû xwe sipartin çiyayê Araratê : Eşîra Celaliyan, Hesenan, Sîpkan, Sakan, Heyderan, Hecîderyan, Hemoyiyan, Bekiranû bi tevlê bûna îhsan Nurî Paşa, zarokên Huseyîn Paşa bavê min Nadir, apê min Memed , ev hêz bû hêzeke Kurdistanî bû tevgereke netewî û nîzamî. Armanc xelaskirina Kurdistanê û berevanîya Kurdan bû. Bi plan û program hereket dikirin, marşa wan hebû, eskerên li çîyê bi unîforma bûn, ala wan hebû, tuzuk hebû; bizaveke azadîxwaz û demoqrat bû, dîplomasî jî bi kar dihanîya. Heta wê demê tû serhildan wiha deng nedabû, bifikire 4 salan li ber xwedan. Ji ber vê yekê Serhildana Agiriyê gelek cuda ye ji hemû serhildanên Kurdan.

  • Ji sala 1930 û heta roja me ji bo Kurdan şert û merc çiqas guherîn, bavê te û hevalên xwe ku di roja me de hebûna wê çi şîret li Kurdan û siyaseta wan ê roja me bikirina?

Di destpêka vî sedsalê de, ew dewletên emperyalist yê ku Rojhilata Navîn dizayn kirin zehf zide guh nedididan Kurdan û welatê wan, Kurd di nezera wan de bê qîmet bûn, welatê Kurdan xistin parçe parçe. Kurd ketin bin hukumraniya dewletên mezin yên nîjatperest û di bin destê pergalên dîkdatoryel de gelek perçiqîn. Lê di roja me de dîyar bû ku Kurd êdî ji bindestî û neheqîyê re serî dananynin, bûne hêz,  êdî kesek nikare bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn plansazîyekê bike. Ez werim ser pirsa te : Bavê min û rêhevalên wî  heke ku hebûna wê wiha bigotana wek şîret: Kurdino, bibin yek heke hûn nebin yek, hunê qir bibin yek bi yek…

  • Em hindek jî behsa cenabê we bikin, Kemal Suphandax karê xwe çawa binav dike: Lêkolîner, nivîskar, dîroknas, civaknas, siyasetzan?

Ez wan sifetan hemû ji xwe zêdetir dibînim; lê dikarim bêjim kû ji hemûyan hindek im.

  • Hûn dikarin navên sê kesên ku di jîyana we de zêde zêde bandor li we kiriye ji me re bêjin.

Nadir Begê bavê min

Mele Mistefa Barzanî

Îsmaîl Beşîkçî

  • Mal û menzelê te ava her şad bî…

Zor sipas hûn hertim serfirazbin.

HEVPEYVÎN

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply