Di Gotinên Pêşîyan De Jin -2

Folklora me geh pesnê jinê dide û wê derdixînê asta herî bilind û geh wê ji asta jor tînê û li erdê dixîne.

De ka em binêrin yên berê çi gotine.

  • Jina paşîn mînapînê berovajî ye.
  • Jina xirab ne tê kuştin û ne jî tê berdan.
  • Jina şermîn bi milletekî, mêrê şermîn bi kirasekî.
  • Jina qenc e, jina xirab seyd e.
  • Jina te ji ku derê, tu jî ji wê derê.
  • Jina xirab bênamûsîya komê ye.
  • Jina xelkê ramûsanek, hespê xelkê meyîdanek.
  • Jina wî jin e loma mala wî rengîn e.
  • Jina zû radize, mêrê xwe zû kal dike.
  • Jinê bira merivan dikin şîva gura.
  • Jinê bira nola gura.
  • Jinê dil kir, dîwar qul kir.
  • Jinê dil kir, mêrê xwe sil kir.
  • Jina go: bira ez jina mêrê çê bûma, bira ez rojekê li rûyê dinê bûma.
  • Jintîya hevra kire bilebil, bira hevra bûne derd û kul.
  • Kebanî timê bê par in.
  • Kebanî ya melûn e yan mehrûm e.
  • Keç bê hefsar nabe.
  • Keça mîran bi qelendê gavanan nayê.
  • Keçik wek sêva darê ye, herkes keviran diavêje, kî bêxê wî re ye.
  • Keçik zîyaret e.
  • Kî hêvîya yarê maye, bê jin maye.
  • Kulfet diçe xwîn, xwîn safî dibe.
  • Kulfet neynika malê ye.
  • Kulfet heta sed mêrî zêde ye.
  • Kulfetşûrê du dev e li xwişta mêr.
  • Kulfet ku heye parsûyê xwar e.
  • Kulfet heye ceh dike genim, kulfet heye genim dike ceh.
  • Kulfeta bê esil pêşa xwe diavêje ser serê xwe.
  • Kulfeta bî durû ye.
  • Kulfeta çê be, mêr jî pêre çê dibe.
  • Kulfeta destdirêj timî rûreş e.
  • Kulfeta dizî kir, wê bê berdane.
  • Kulfeta eslê wê cî, tî be an birçî be, bikujî cîkî de naçî.
  • Kulfeta xirab mêran serberjêr dike.
  • Kur darê bavê hiltîne, qîz teşîya dayê hiltîne.
  • Kur li bavan diçin, qîz li dîyan diçin.
  • Kurd jin gişka zeftir jina xwe,hespa xwe û çeka xwe hez dike.
  • Li jina xwe hêcetê dibêjît: to çima qûna xwe li ber bêjingeran dihejînî.
  • Mal têr e, kebanî şêr e.
  • Mala bê jin îna aşê xirabe ye.
  • Mala mêrê jinê wekî xezne be jî, dîsa çavên wê li mala bavê ye.
  • Mala ku jin nexweş e, deê xwe kilît e.
  • Malê de tune arvanok, navê jinê dînanok.
  • Memikên qîza zeynet in, kelaxê pîrê robet in.
  • Mêrê Kurmanc gava têr xwar yan mêran dikuje, yan jinekê direvîne.
  • Merivekî xirab e, ewî çiçikê dîya xwe gestîye.
  • Meriv ser xîret û namûsa xwe dimire.
  • Mêr jî hemû ne yek in, jin jî hemû ne yek in.
  • Mêr-jin hevra rik, xirab dibe ew malik.
  • Mêr kanî be, jin lîç e.
  • Mêra xwe avêtin kewara, jin şandin hewara.
  • Mêrê baş jina wî xurt e.
  • Mêrê du jina durû ye.
  • Mêrê kurmanc boy namûsê kevçî av de dixeniqe.
  • Mêrê du jinik hêsîr e.
  • Mêrik li jina xwe menîyan bû, digot gava hevîr dikî qûna xwe dihejînî.
  • Mêrikê xirab çiçikê dîya xwe gestîye.
  • Mêrkirin jî heye, mêrmirin jî heye.
  • Namûsa jinê, çeka mêr e.
  • Namûsa mêr jin xweyî dike.
  • Ne jina belaş, ne xulamê bê meaş, ne erdê kaş.
  • Ne jina kenokî, ne mêrê şermokî.
  • Parsûya jinê xwar e, lewma îtîbara wê tune.
  • Pîr bi ganekî nabe qehbik.
  • Pîrê bawer nedikir mêr bike, ku mêr kir dewa heftek û heştekan kir.
  • Qîz ewledê xelkê ye.
  • Qîz çira xelkê ye.
  • Qîz hene bi heft kura.
  • Qîz hene bi heft kura nadin.
  • Qîz ku heye dara rez e, hatî-çûyî kewtîyê xwe davêje.
  • Qîz mêvanê malê ye.
  • Qîz zêbeşê gihîştîye.
  • Qîza bê qelend zimandirêj e.
  • Qîza filankesî bi xwîna mêrekî ye.
  • Qîzek nazand gundek bezand.
  • Qîzê kê hene ew padşa ne.
  • Qîzê dil kir, tas avêt dîwar kul kir.
  • Qîztî çiqasî xweş e, bûktî gula geşe, wexta dikeve ber darê dergûşê, per û baskê wê diweşe.
  • Reva jinê edetê dinê.
  • Rewşa jinan kofî ye.
  • Rewşa jinan kezîn e.
  • Ro çû dîsa bû fitara qîza.
  • Şêr şêr e, çi jine çi mêr e.
  • Şerê kuçikan li ser dêlan in.
  • Şêwra jina bêrîya bizin e.
  • Wisa milahîm e, mîna qîza kezî.
  • Xew nema li biçûkan, fedî nema li bûkan.
  • Yekî jina xwe berdabû, digot were bibe yara min.
  • Yê jinê berdê li panîya nanêre.
  • Wextê dê dimire, destê wê jêkin, pê êtîma bikutin.
  • Zar ya dê ye, ne ya bavê e.
  • Zarok ji bavê de êtîm namînin, ji dê de êtîm dimînin.
  • Zaro li ser milê dê mezin dibe.
  • Zilam hertim dixwaze lê hertim nikare; pîrek hertim dikare lê hertim naxwaze.

 

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply