DAYÎK DI HELBESTA KURDÎ YA NÛJEN DA

Mijara dayikê, di hemû helbestên gelan da temayeke sereke ye. Di her demê da ji alîye helbestvanan ev temaya ji gelek alîyan va hatîye bikaranîn. Heskirina dayikê, hesreta dayikê, dilsozîya dayikê, ked û kesba dayik di ber zarokan da dibînin, eş û azar, xem û kesera ku dayik ji bo zarokên xwe dikişinin, bi awayekî diltenik di helbestê da ji xwe ra cih dibîne. Di helbesta modern a kurdî ya bakur da jî temaya dayikê, temayeke hêja ye mirov cih bidê. Ji alîye îmajan ve ev temaya gelek dewlemend e.

Dayik, di helbesta kurdî ya modern a bakur da piranî di peywenda zordestîyê, xemgîniyê, şer û pevçûnê û mirinê derdikeve pêşberî me, lê di nav van temayên neyênî da tu carî alîye wê yên heskirinê, dilsozîyê, fedakarîyê nayê jibîrkirin. Di mînakên jêrî da em ê binerin helbestvanên me, dayik bi çi rengî anîne ziman û di nav risteyên helbestên xwe de ew çawa bicihkirine?

“û li devereke nêzîk

dayik kilamên baranê dinihurînîn

li ser pêçekên dilperperik

yên ku tav nedîtine “ [1]

 

Dayik, li ser zarokên xwe bi gelek boneya dinuhurînin. Carina ji bo wan bi xew vekin, carina ji bo zilma li ser wan û malbata wan bînin zimên, carina ji bo sebra xwe bi delalîkên ber dile xwe bînin… Di risteyên jorî da kilamên ku tên nuhurandin, kilamên baranê ne û ne li ser pêçekên zarokan li ser pêçekên dilperperik tên gotin. Hêza hunera teşxîsê, ev îmaja Îrfan Amîda bedewtir kirîye.

 

“min di paxila diya min de veneşêrin

têra mirinê nake[2]

 

Paxila dayikê bi mezel ve hatîye şibandin lê helbestvan naxwaze di wî mezelî da bê veşartin Ji ber ku paxila dayikê têra mirinê nake. Wek me li jorî jî destnîşan kiribû, dayik di van risteyan da jî wek motîfeke zordestîyê hatîye bikaranîn û di tabloya mirinê da bi dilsozî û şefqetê hatîye neqişkirin. Hunerên teşbîh û mecazê, hêza îmajê gîhandîye asteke bilind. Îrfan Amîda, dixwaze bibêje ku we min kuşt û êdî ez ê di paxila dayika xwe da bimînim. Wê paxila dayika min ji min ra bibe mezel, lê dayika min bi kesera vî mezelî nikare bijî. Li hember tunebûna min nikare biqedîne, dîlê wê ne ew qasî bi deyax e.

 

“mîna nivişta dêya xwe

ku her tîpek ji hêsirekê

û her peyvek bi germahiya xwe nivîsandibû” [3]

 

Dema zarok nexweş diketin û nexweşxane û hekîm peyda nedibûn dayik, diçûn cem melle an jî şêxan û ji zarokên xwe ra nivişt an jî berbejn çêdikirin. Di risteyên jorî da nivişta ku helbestvan behs dike ne nivişteke ji rêzê ye. “Nivişteke her tîpên wê ji hêsira” vegotineke metaforîk e. Hêsir, zimanê bêdeng ê kul û keseran e. Gotina Berken Bereh ya “Tîpên ji hêsira” ku niviştê binivîsin, dewlemendîya hunera mecazê ye ku ev metafor gelek sihêm bûye.

 

“dayikek êşa dergûşa xwe dicû

û ya min jî tizbiyek dibe para min

Ji vê tiraliya kevnare[4]

 

Giyanê dayikê ew qasî ku bi giyana pitika wê ra ye ku êşeke pitikê hebe, dayik jî bi vê êşê diêşe. Êşa zarok dibe êşa dayikê. Di risteyên jorî da “cûtina êşa dergûşê” îmajeke resen e. Ev îmaj, bi hêza hunera mecazê binehişê mirov serobino dike. Dîsa di van risteyên Berken Bereh da divê rola îstîareya girtî jî neye jibîr kirin lewra ji alîyê cûtinê ve êş, unsûra zeîf e.

 

“dilê dayikan bûye awaz

ji tembûran re

çîrokên xwe distrênin” [5]

 

Dil, paytexta hestan e. Dilê dayikan ji ber serboriyên xwedîyên xwe her wext bikul û keser e ku “dilên dayikan bibe awaz ji tembûran” ra û çîrokên xwe bistirê ev ji alîye vegotinê va ne gotineke rojane ye. Teşxîs, îstîare û mecaz, dest dane hev û îmajeke rengîn damezrandine.

 

“min zor bêriya mala xwe kiriye

ku bajêr qapûtê xwe davête ser milên xwe

Ku ji çiya dixeyidî ba

min xwe davête hembêza diya xwe

da cadû min nerevînin “ [6]

 

Hembêza dayikan, ji bo zarokan sitargeha herî ewle ye. Di nava xewn û xeyalên atmosfera zarokatîyê da ku bêhna çîrokan ji her deverê tê, paxila dayikê, çîroka herî xweş e ku zarok ji cadûyên çîrokan birevin jî xwe li vê şikefta ewleh digirin û çêja jîyaneke bextewar di bin zimanên wan da dimîne. Berken Bereh di van risteyan da silavekê ji Sîgmund Freud ra dişîne ku Freud digote: “Mirov dixwazin vegerin zikê dayika xwe yanî wê şikefta ewleh.”

 

“li labîrenta biyanîstanê

ez nîvmirî û kal im

min bêriya te kiriye dayê” [7]

 

Dayik, li her deverê ji zarokan ra weke kelehek qehîm in. Hebûna dayikê hêz û taqateke mezin dide mirovan lê li deverên xerîbîyê da mirov, bêtir pêdivîya nêzîkî û şefqeta dayikê hîs dike. Xerîbî, agirê hesretê di dilê mirovan da geş dike û hesreta dayikan welatên xwerîbîyê dike dojeh. Di van risteyên jorî da Berken Bereh agirê vê dojehê hesreta dayikê bera giyanê xwînerên xwe dide.

 

“dîsa jî

min bi keriyan girî kuştin

di çavên dayikan de” [8]

 

Dayikên helbesta kurdî, mixabin dil bikeser û çav bihêsir in. Di van risteyên jorî da jî çavên dayikan bihêsir e. Ev hêsir, bi rêya îstîareyê wek kerîyek pez hatîye xeyal kirin. Helbestvan ji dîtina hêsirên çavên dayikan ew qasî xemgîn bûye ku dibêje ez ê: “Bi kerîyan hesirên çavên dayikan bikujim.” Kuştina kerîyên hesirê çavên dayikan, îmajeke wêneyî ya surrealîst e.

 

“bi kabên çongên zarokên min bi qumarê dilîzin

wechê xwe bi gîsinên cot biqelêşim bê fêde ye” [9]

 

Di van risteyan da Rênas Jiyan, qêrîna dayikekê li hember sîyaseteke qirêj bi me dide bihîstin. Fikira Qeleştina wech, bi gîsinên cot li hember vê qumara li ser kabên çongên zarokan tê lîstin, encax ji devê dayikek dilê wê bi sedan car hatibe sotin, bi vî awayî birijê. Dayikên kurdan dema rastî êş û azareke mezin tên bi neynûkên xwe rûyên xwe diqelêşin. Qelaştina rûy, bi gîsinê cot, îmajeke nûwaze ye.

 

Roger ACUN

Zanîngeha Dîcle / Beşa Ziman û Çanda Kurdî / Xwendekarê Doktora

 

Çavkanî

  • Amîda, Îrfan, Şopa Neşuştî, Lîs, Dîyarbakir, 2005.
  • Bereh, Berken, Pandomîm, Belkî, Stenbol, 2006.
  • Bereh, Berken, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, Lîs, Dîyarbakir, 2011
  • Savcî, Fatma, Gulên Qasid, Avesta, Stenbol, 2006.
  • Savcî, Fatma, Xewnên Zîvîn, Avesta, Stenbol, 2006.
  • Jiyan, Rênas, Janya, Belkî, Dîyarbakir, 2014.

————–

[1] Îrfan Amîda, Şopa Neşuştî, r.32.

[2] Îrfan Amîda, h. b., r. 35.

[3] Berken Bereh, Pandomîm, r. 49.

[4] Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, r. 144.

[5] Fatma Savcî, Gulên Qasid, r. 15.

[6] Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, r. 229.

[7] Berken Bereh, Pandomîm, r. 80.

[8] Fatma Savcî, Xewnên Zîvîn, r. 75.

[9] Rênas, jiyan, Janya, r. 43.

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply