Çîroka “Du Bira”

Hebû tunebû. Li welatekî du bira hebûn. Birayek feqîr yê din zengîn bû.

Birayê zengîn ji malên xwe ve zengîn e lê ji hêla mirovahiyê ve pirr feqîr bû, yê din berevajî  wî; mirovhez bû lê nikarîbû ku nan bixwarana. Zar û zêçên wî,  nanekî ku bi xulamtî dianî îdare dikirin. Rojekê,  xwestiye ku here cem birayê xwe jê alîkarî bixwaze lê newêrîbû. Wî bi birayê xwe zanibû lê tişt di destê wî de tunebû, hewl da xwe û kete rê.

Dibêjin hindik çû, pir çû; deşt û çiya negot û çû, çû qonaxa birayê xwe bi stûxwarî û bi fedokî çû pêş birayê xwe. Rewş û derbara xwe ji birayê xwe re got, çawa di tengasiyê de ye têr jê re got. Bira jî ji berê zêdetir dilhişk derket. Birayê feqîr pirr bi ber xwe ket û xemgîn bû. Mirov çawa ewqas bêmerhemet dibe, yê bêmerhemet di dinyayê de bi ser bikeve jî ji însaniyetê dûr dikeve.

Mêrik bi xemgînî û bi stûxwarî ketiye rêya gundê xwe. Di rê de tê quntarê çiyayekê, şîkefteyek dibîne ku; gur, rovî, kîvroşk û heywanên cûr bi cûr yek bi yek dikevin şikeftê. Êdî hewa ber bi tarîbûnê ve diçû. Roj hêdî hêdî diçû ava. Mêrik pirr  ditirsiya, ji tirsana diçe ser darê li benda sibê dimîne. Bi tîrojên sibê re dîtiye ku heywan tev ji şikeftê derdikevin û belav dibin. Disekine ku heywan tev ji şikeftê derkevin, dibîne ku ew derketin, paşê ew jî bi tirs diçe hundirê şikeftê.

Kurê Adem her tim meraqdarê her tiştî ye û him jî  bi tirs e.  Carna jî ji ber nezaniyê, heya ku jê tê bi tirs jê dûr dikeve.  Dizane ku ji tirsê nikare bireve, carna jî wekî birayê me yê dilzengîn bi ser tirsê ve diçe û dibîne.

Ya xweş, meriv tiştê ku jê ditirse carna ew tirs bi xwe dibe sedema xelasiyê jî. Mîna vî mêrikî. Ev mêrik bi xof dikeve şikeftê, çavên xwe bi tirs di şikeftê de digerîne. Dibîne ku aliyekî şikeftê tije zêr e matmayî dimîne.  Gelek caran di vê rêyê de çûye-hatiye, heya niha ne tiştekî wisa dîtiye û ne jî bihîstiye. Dizane ku her tişt wextê wê heye, helbet wextê wê jî aniha ye. Pirr difikire ku çi bike, paşê dibêje “Xweda halê min dizane, eva xelasbûna min û malbata min e.” Kûpekî zêr hildide û derdikeve. Çawa çêbû lê bextewariya dawî muheqeq heye. Kûpê zêran hildigre, digihîje bajêr dest bi bazirganiyê dike. Bextê wî vedibe; karê ku dike yek, dibe hezar. Û deriyê wî ji her kesî re vekiriye, xwarin ji herkesî re heye.

Birayê bimerhemet çiqas pêş dikeve, birayê din jî paşve diçe. Ew birayê dilhişk rojekî dikeve tengasiyê. Û ji neçariyê nizane ku çi bike. Dema ku nedixwest rûyê birayê xwe bibîne îcar bihîstiye ku birayê wî bi awayekî zengîn buye, ji neçariyê diçe ber deriyê wî. Birayê bimerhemet, bi kefxweşî pêşwaziya birayê xwe dike û wî dihewîne. Çimkî hêla wî ya çep ne dilhişk bû. Bira meraq dike jê dipirse: “ Tu çawa ewqas zengîn bûyî?” Bira, mesele ji serî heta binî jê re dibêje. Birayê dilhişk xwe li şikeftê dibîne lê hundirê şikeftê vala ye. Fikrên ecêp tên bîra wî. Dixwaze ku here cem zanayekî ku navê wî li her derê cihanê belav bûye. Ku jê bipirse “Ka mirov çawa zengîn dibe?” û jê hîn bibe. Rêwiyê me ji heywanan bi tirs diçe, li ser rê di nav keviran de gurek bû purt dîbîne û ecêbmayî dimîne, ditirse xwe vedişere. Lê dibîne ku gur xwe telandiye û bi tirs derdora xwe dinêre . Ewqas ditirse ku ji çûkan jî ditirse. Ji ber tirs û fedîkirinê ji nav keviran dernakeve. Rêwiyê me li halê gur ecêb dimîne jê dipirse tu nabêjî ji ber ku pûrta wî tune rûmeta wî jî tune, ji herkesî dûr dikeve û ditirse.  Ji ber wê encax  bişev derdikeve ku ji xwe re xwarinek bibîne. Mêrik rewşa xwe ji gur re dibêje. Gur jê tika dike: “Ku tu biçî cem zana, halê min jî jê re bibêje belkî ez ji vî halî xelas bibim.” Rêwî soz didiyê û dikeve rê.

Di rê de rastî zeviyê genimî tê.  Simbêlên zeviyê digihîjin ezman, ji ber zerbûnê her der dibiriqe, çavên mîrovan diqemişin. Xwediyê zeviyê tê cem zeviyê, di rûyê wî de xemgînî xuya dibû.  Çimkî ku wexta çinandinê tê, simbêlên  zêrîn zeng/jeng dibin. Xwediyê zeviyê û rêwiyê me meselokên xwe ji hevudu re vegotin. Mêrik jê re dibêje: “ Ji zana re bibêje, bila ji halê zeviyên  min re çareyekî bibîne û min ji bîr neke?”

Rêwî rêya xwe didomîne diçe ber deriyê welatekî, du kes tên wî dibin cem hukumdar, dibîne ku hukumdar jin e, jinik rêwîtiya wî jê dipirse paşê jî jê re dibêje: “Li welêt kesek ji min natirse û bi gotinên min nakin ji ber van zehmetî çêdibe, wexta ku tu çûyî cem zana min ji bîr neke”.

Di dilê mêrik de zengînî hebû û hêviya wî tenê zengînbûnî bû.  Aqilê wî li yên ku di rê de qewîmîne bû. Bi rojan şûn de diçe huzûra zana, ji zana re ewulî derdê xwe dibêje. Zana jî bi xweşî dibêje: “ Min malê dinyayê da te, here tev yê te ne.” Rêwî ji zana dipirse:  “Ev tişt wê çawa pêk bê?” Zana dibêje: “Tu hişyar bî, tu yê fêm bikî” Paşê jî pirsgirêka hukumdara jin, xwediyê zeviyê û gur jê re dibêje. Zana dibêje: “Yê hukumdar ji ber ku jin e ehlê wê jê natirsin, bila bizewice, yê simbilên genimê zeng jî; di nav zeviyê genimê de sê kûpê zêr hene ji ber vê serî genim tev zeng dibe. Pirsgêrêka gur jî  ku gur miroveke bêhiş bixwe wê pûrta wî hêşîn bibe, metirse rêya xwe bidome.”

Mêrik vedigere diçe cem hukumdar, gotinê zana jê re dibêje. Hukumdar jê re: “Ez dixwazim ku tu li cem min bî, bi min re bizewice, wê welat jî di bin rêveberiya te de be, tevahî jî mal û milkên te ne.” Lê mêrik vê qebûl nake, zana ji ber ku mal tev dabûn wî ji xwe her tişt yê wî bû, welat çi ye?. Di rê de tê cem xwedîzeviyê, jê re dibêje: “Di nav zeviyê de sê kûp zêr hene, ji ber wê seriyên genim tev ji zêran zeng dibin’” xwedîzevî,  pirr kêf dike ji kêfana dibû ku dîn bibe. Paşê ji mêrik re: “Ka were, em zêran derxin di nava xwe de parve bikin” Mêrik jê re dibêje: “ Zêrên kûp çi ne?” û wê qebûl nake. Mêrik dikeve rê li ser rêya xwe diçe cem gur, gur dîsa boça xwe xistiye nav şeqa xwe, di nav keviran de xwe veşartiye û bi tirs li dora xwe mêze dike. Mêrik jê re meseloka tevan dibêje, qala hukumdara jin û xwedî zeviyê jî dike û dawiyê da gotina zana jê re dibêje. Ku çavê gur bi mêrik dikeve ji kêfa çavên gur zîl dibe û diranên wî jî dibiriqin, çimkî mirovê bêaqil li pêş wî bû. Carekî de xwe davêje ser mêrik…

Birayê bêmerhemet, ji bo zengînbûnê ketibû rêyan, di rê de zengînbûna ku diket ber destên wî  ji destê xwe berda, ji sûcê çavbirçîbûna xwe, bû xwarina gur, gur jî gihaşte miradê xwe.

Erê, ev çîroka hanê tev ne rast be jî lê rastiyek heye; divê em, fersendên baş ku dikevin destên me, bikarbînin. Lê ji ber bêhêşiya me pirr fersend  ji destê me diçin.

Dinya bi zengîniya xwe li ber çavê me ye û di destê me de ye. Bi rastî em van nabînin, diçin cihên dûr digerin, ev nexweşiyeke me mirovan e.

Diyar e ku dinya bi rindî û zengîniya xwe ve li cem me ye, divê ku em bibînin û jê netirsin…

Fatma Ç. ŞAHÎN

Ev Çîrok ji kovara Nûbiharê hatiye wergirtin; Nûbihar Hejmar: 162 (Zivistan, 2023)

Derbar ziman

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply