Ji Şaneşîn Performansê Şanoyeke Nû: “Penceşêr”

Li Stenbol, Amed, Elih û Wan şanoyên kurdî hene û li Mêrdînê jî 2022an da yek li wan zêde bû: Şaneşîn Performans.

Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û  dilxwazên vê qadê ve, di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.

Armanca xwe wiha vedibêjin: “Armanca me xizmetguzarîya Şanoya Kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.”

Şaneşîn Perfomans cara yekem bi lîstika “Bêcir”ê derket ser dikê, îsal jî bi şanoyeke nû dixwaze derkeve ser dikê.

Navê şanoya nû “Penceşêr” e û a demeke nû de li Mêrdînê û bajarên din dê werê lîskandin.

Derheqê Lîstîka “Penceşêr”ê de

Rojek ji rojan, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Hebû tunebû… Li demekê nedîyar, bajarekî wenda hebû. Hinek mirov bi vî bajarî hesîyan. Hatin nanê wan xwarin, ava wan vexwarin… Piştî wê rojê xweşî li wan bû reşî. Ka kerem bikin em vê çîrokê li Şaneşînan temaşe bikin. Her kes vexwendîyê vê çîrokê ye. Rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran…

Nivîskar: Roland TOPOR
Rejî: Recep ÎÇEN
Lêanîn û şanoname: M. Xalit Ertoşî/ Recep Îçen
Dramatûrg: Sîya Savaş
makyaj: Rênas Nas
Anîmasyon û Grafîk: Şoreş Demîrcan
Cil û Berg: Şêrko Janzêm
Dekor: Erdal Açıl
Teknîk: Ozgur Sînan Elîk
Şêwirmendê Hunerê: Yaşar Denîz
Afiş: Şoreş Demîrcan
Berpirsiyarê Sehnê: E. Pîroz Şêr
Lîstikvan: Abbas BAYHAN, Erdal AÇIL, E. Pîroz ŞÊR, M. Xalit ERTOŞÎ, Rênas NAS, Sakîne SALVACI, Serdar ZÎV, Şêrko JANZÊM, Şirîn SAXLAM

Şaneşîn Performan alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze. 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *