Ji Bo Nivîskaran “11 fermanên Henry Miller di derbarê nivîsandinê de”

Di navbera salên 1932-1933an de gava Henry Miller li ser yekemîn romana xwe ya çapkirî “Hêla Germê ya Rûyê Zemîn”ê kar dikir, hinek plan û rotîna wî ya rojane ji bo amadekariya nivîsara xwe hebû û temamiya wan tiştan di 11 fermanan de civand:

1. Kar li ser tiştekî tenê bike heta wê dema ku bidawî tê.

2. Dest bi nivîsandina pirtûkeke nû ya din neke.

3. Bila psîkolojiya te tevlîhev nebe. Bi aramî karê xwe bike, bi şewq û zewq.

4. Li gor program kar bike neku mîzac. Di demeke diyarkirî de dest hilgire êdî.

5. Ku tu nikarî biafirînî lê jixwe tu dikarî kar bikî.

6. Li şûna ku tu rojane rêya xwe pîne bikî, hinekî çîmento bike.

7. Her û her mirov be! Xelkê bibîne, here cihan, wî tiştî bixwe ku dilê te digire.

8. Nebe hespê bargiran! Tenê bi kêf kar bike.

9. Ku te xwest programê jî deyne aliyekî – lê ji bo roja dîtir dîsa lê vegere.

10. Wan pirtûkan ji bîra xwe bibe ku tu dixwazî wan binivîsî. Tenê bîr li wê pirtûkê bike ku tu bi nivîsandina wê daketî.

11. Hertim yekemîn tişt derbarê nîgarkêşan, muzîk, dostan û sînema binivîse, tiştên din ji ber xwe tên.

Miller li jêr navnîşana “programa rojane”, rotînên nivîsandina xwe û ka em çi bikin di dirêjiya rojê de û çawa karekî zengîn û hêja encam bidin û ji bona tendirustiya fîzîkî û eqlî jî ev tişt bi bîr xistine û nivîsandiye:

Spêdeyan:

Eger tu tevlîhev bî û balansa te şikestî be, têbîniyên xwe wek hander not bike.

Eger jî di şert û mercekî kêrhatî de yî, binivîse!

Nîvroyan:

Kar di wê beşa pirtûkê de bike ku tu mijûlî wê dinivîsî, bi hiş bide pey plana xwe. Zorê li xwe neke ji bo nivîsandinê û vebirînê neke. Di yek demê de yek beşê xilas bike, wisa baş e.

Êvaran:

Dostan bibîne. Di qehwexaneyan de bixwîne.

Bi dû beş û bendên nenas de bigere – bi pê eger dinya terr û nerm bû, bi pisiklêtê eger dinya hişk û ziwa bû.

Binivîse, eger mîzacê te hebû, lê tenê bîra te li ba programê be.

Eger tu betal û westiyayî bûyî, biresimîne.

Têbîniyan li ba xwe binivîse. Hêlkariyê bike, planê deyne.

Di bersiva pirsyareke kovara (Paris Review)ê de ku “Gelo tu wek Hemingway serê qelema xwe ya risas tûj dikî da tu dest bi nivîsandinê bikî?” Miller dibêje: “Na, bi giştî na, qet ne bi vî awayî ye. Piştî taştê ez yekser dest bi nivîsandinê dikim û li ser kursiyê xwe rûdinim.  Eger bizanim nikarim binivîsim êdî wiha bêdeng dibim.”

Henry derbarê xwe dibêje: “Bi peyveke sade û rewan, ez hêj xwe wek nûser wesf nakim. Ez mirovek im ku çîroka jiyana xwe vedibêje. Her ku ez pê de diçim, prose bêsînor dibe. Wek berfirehbûna cîhanê, cîhaneke ku bêdawî ye. Nivîsandin wek jiyanê bixwe, geşteke bo keşf û geranê. Nivîskar di navbera cîhana metafîzîk û cîhana fîzîk de dijî.”

Henry Miller nivîskarê amerîkî li bajarê Brooklyn li Eyaleta New Yorkê ji dayik bû û ji dayik û bavekî alman-amerîkî ye û piraniya demên nûciwaniya xwe di dikana xeyatiyê ya bavê xwe de bir serî.

Di destpêka xortaniyê de, ji xwendina çîrokên serkêşî û kasîk hez kir. Ew deh salên ku li parîsê jiya û piraniya karên xwe yên navdar tê de nivîsandin, deh salên teyisî yên nivîsandinê bûn di jiyana Miller de û di nav wan romanên ku di wan salan de nivîsandin navê “Hêla Germiyê ya Rûyê Zemîn”ê (1934) û Bihara Reş (1936) tên, ku rengdana tecrûbeyên wî yên taybet û şexsî ne.

Miller bi wan herdu romanan û romana “Sêyaneya Lixaçdanê” (1956) tê naskirin û navdar e. Miller di 7ê hezîrana sala 1980 de li Eyaleta California koça dawî kir.

Rudaw          

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply