Cilên paşayî yên nû

Berî çendîn salan hebû paşayek yê wa pir ji cilên nû hez dikir ku hemû pareyê xwe bi cil û bergan pûç dikir. Ne leşkerê wî û ne jî huner mereqa wî bûn, û ger ne bo nîşandana cilên xwe yên nû ba, ew ti car li nav gulistana xwe jî nedigerî. Her saet wî qapût û saqoyê xwe diguherandin, û dema li welatên dî dihat gotin: “Paşa li dîwanê ye”, li vî welatî dihat gotin: “Paşa li cilxaneyê ye.”

Li wî bajarî, yê paşa lê dijiya, cejn û şahî dihatin kirin, û her roj mêvan û gervan dihatin wir. Carekê du hîlebaz li bajarî peyda bûn. Ew qaşo cildirû û qumaşvan bûn û wan pesn û senaya xwe dida ku ew spehîtirîn cilên dinyayê didirûn. Hem reng û hem jî dirûv nedîtî bedew bûn û herwa di cilên ew didirûn de ev taybetmendiya seyr û sosret heye: ew mirov, yê ku nikare erk û wezîfeyên xwe bi cî bîne yan jî qewî bêaqil e, wan cilan qet nabîne.

– De bo Xwedê, aha ew in cil, paşa pûnijî. Dema wan li xwe bikim, ez ê tavilê pê bihesim ka kî di dewleta min de nikarin erka xwe bi cî bînin: ez ê di cî de bikarim ji hev bikim ka kî hişmend û kî jî bêhiş e. Bila di zûtirîn demê de ew cil bo min bên dirûn! Û wî têr pare dan fêlbazan daku dest bi karê xwe bikin.

Wan du darik bo raçandina qumaşî çikilandin û qaşo lê dixebitîn tevî ku ne deziyek û ne jî derziyek pê re hebû. Bêyî dilê wan bi kesî bişewite, wan birengtirîn armûş û hevrîşm û şengtirîn zêr û zîv xwestin lê hemû xistin cêb û berîkên xwe û bi şev û roj li ber darikên rût dest û pêyên xwe dianîn û dibirin daku xelk bawer bike ku qumaşî radiçînin.

– Xwezî min bizaniya ka amadebûna qumaşî gihaye kû!, paşayî di dilê xwe de got û jê re hinekî xweş hat pê bihese ka kî ye bêhiş yan nekar. Ew netirsî ku bi xwe bêhiş û bêşiyan derbikeve lê dîsan jî biryar da ku kesek din li şûna xwe bişîne bo agadariyan. Hemû bajar haydar bû ji sihra qumaşî û her kesî dixwest bizane ka cîranê wî çend bêhiş e.

– Ez ê xweş-wezîrê xwe yê pîr bihinêrim nik qumaşvanan, paşayî got. – Ew herî baş nirxê cilan dinase çiku ew hişyar e û ti kes ji wî baştir erk û wezîfeyên xwe bi cî naîne.

Xweş-wezîrê kal çû salona yên cambaz lê mijûlî qumaşên neyî bûn. – Wey Xwedêyo! wezîrê pîr ji xwe re got û çavên xwe zîq û biloq kirin. Ez ti nabînim! Lê wî ew bi deng negot.

Yên xapînok daxwaz jê kir ku xwe nêzîktirî qumaşan bike û jê pirsî, ma dirûv ne delal û reng ne spehî ne. Wan qumaşên neyî nîşanî wî dan û wezîrê pîr yê reben çavên xwe hê beltir kirin lê nikarî ti bibîne ji ber ku ti tinebû.

– Bi alîkariya te, ya Yezdan! ew pûnijî. Ma dibe ez bêhiş bim? Min ê qet bawer nekira ku mirov dikarin pê bihesin! Ma ez neşêm erk û wezîfeyên xwe bi rê ve bibim? Na, nabe ez bibêjimê ku ez qumaşan nabînim.

– Ê, hûn ti basa qumaşan nakin, yekî ji dirûvanan wezîr agadar kir.

– Wey, pir xweşeng in! Bêqam bedew in!. wezîrê kal gotê dema ji paş berçavkên xwe hêv dikirê. – Ev şikil û ev reng! Belê, welle ez ê bêjim paşayî ku ev qumaş pir bi dilê min e.

– De mala te ava, qumaşvanan gotê û jê re rave kir ka çi reng û çi dirûv li qumaşî hatine mezaftin. Wezîrê pîr bi mereq û baldarî, bi sexbêrî û hişyarî guh dayê daku li pêşberî paşayê xwe hemû bibêje, û wa kir jî.

Yên lihbok her dawaya pirtir pare, armûş û zêran dikir. Qaşo ew pêdivî bûn bo qumaşî. Lê wan hemû dikir kîsê xwe. Yek ta ben jî bo qumaşî tine bû lê mêrikan bi lez û bez hewante dixebitîn.

Di nêz de paşayî karmendekê xwe yê kêrhatî yê dî hinart cem wan daku bizane ka amadebûna qumaşî li çi qûnaxê ye. Ya wezîr bi serê yê karmend jî hat. Wî kir û nekir ti qumaş nedît çiku ti qumaş nebûn û darik ripîrût bûn.

– Ma ne qumaşekê spehî ye?, yên hîleker gotê û delaliya dirûvên qumaşên neyî nîşanî wî da û jê re şirove kir.

– Çawan be ez ne bêhiş im, mêrik di xwe de pûnijî. Ma bi rastî ez nikarim erkên xwe bimeşînim? Ca hê ew kêm bû! Lê nabe ez xwe pê derînim! Lew wî dest bi pesna wî qumaşî kir yê ku wî nedidît û bawerand ku ew heyran û dilbijiyayî rengên qumaşî yên şirîn û dirûvên wî yên narîn e.

– Belê, ew qumaş bi rastî bê nimûne bedew e, wî ji paşayî re got. Li wî bajarî êdî ji bilî wî qumaşê jêhatî û berkeftî basa ti nedihat kirin.

Ket dilê paşayî jî wî qumaşî bibîne hê dema dihat raçandin. Digel komeka camêr û cindiyên giregir – di nav de herdu karmendên wî yên berê çûbûn wî qumaşî bibînin – paşa ket rê û çû bal yên hîlebaz. Çi ji dest qumaşvanan dihat, qaşo texsîr nedikir lê ne dezî û ne jî dirêzî pê re hebûn.

– Ma ne gir û giran e, herdu camêrên karmend got. – Paşayê’m, ka ji merdiya xwe hema li van reng û şikilan binere! Û paşî wan darikên rût nîşanî paşayê xwe dan çiku wan bawer dikir ku bi rastî jî xelk wî qumaşî dibîne.

– Ev çi ecêbî ye!, paşa pûnijî. Ez ti nabînim! Ev erjengî ye! Ma ez wa bêhiş im? Ma ez kêrî paşatiyê nayêm? Ji vê mezintir bela nikarin bên serê min! – Wey, pir delal e!, paşayî got. – Ez berztirîn bextiyariya xwe pê dibexşim! Û wî serê xwe dostane bo daçemand û li darikên rût dinerî bêyî ku biwêre bibêje ku ti nabîne.

Hemû peyrew û civata wî çav bi xwe ve nehêlan hindî fekirinê lê ti kesî ti qumaş nedît. Lê wan hemûyan li gel paşayî digot: “Wey, pir delal e!” û pêşniyar kir ku paşa bi wan cilan derbikeve nav wî karwanê cejn û şahiyê yê ku dê di zûtirîn demê de hatiba li dar xistin.

– Delal e, şeng e, şirîn e! ji her devî dihat bîstin, û hemû ji qumaşî razî bûn.

Paşayî paye û stêreyên pilebilind bi qumaşvanên hîlebaz bexşandin.

Diviyabû cejn li spêdeyê dest pê bike, û hemû şeva berî wê xew bi çavên yên fêlbaz neket û wan li ber ronahiya şazde find û şemalan texsîrî nekir daku xelk bibîne ku ew bêrawestan dixebitin ji bo cil û bergên nû yên paşayî amade bibin. Dirûnvanan qaşo qumaş ji darikan vedikir, bi meqesan hewa dibirî, didirû bi derziyekê ya ku dezî di kunika wê re nebû.

– Va ye, niha cil û berg amade ne!

Dema paşa û mezinên din yên dîwanê hatin, cambazan destên xwe radikirin qaşo tiştekî pê bilind bikin û digot: – Va ye, ev şelwal e, ev çakêt e, ev eba ye, û ta dawiyê pê ve çûn. – Ew pir sivik in mîna tevnê tevnpîrkê! Dibê qey ti tişt li mirovî nîne dema ev cil lê bin. Lê ji ber hindê ew wa jêhatî ne.

– Rast e! dîwaniyan got. Lê wan ti nedidît ji ber ku ti tinebû.

– Ger ji mezinahî û merdaniya xwe cilên xwe yên niha li xwe ji xwe bikî, yên xapînok got paşayî, – em dê li ber vê neynik û awêneya mezin van cilên nû li te bikin.

Paşayî xwe rûs kir, û hîlebazan qaşo yek bi yek cilên nû yên ku wan qaşo dirûbûn danê. Wan destên xwe li dor wî dialandin daku qaşo şal û şûtikê lê girê bidin, û paşa jî li ber neynikê li dor xwe dizivirî.

– Wey Xwedê, çend xweşik li te tên! Ew bi spehîtirîn awa hatine fesilandin! hemûyan bi yekdengî digot. – Ax çi şikil e! Wax çi reng e! Wey çend bihagiran e!

– Sîwana şerefê, ya ku dê li nav karwanê şahiyê li raserî te bêt hilgirtin, amade ye, Paşayê mezin! rêveberê serekî yê şahiyê ragihandê.

– De ka, ez jî amade me! paşayî got. Ma ne pir li min tên ev cil? ew li ber neynikê hê carekê li dor xwe zivirî mîna heyranî keşxetiya bejnûbala xwe be.

Berdestikên dîwanê, yên ku diviyabû serê berdayî yê şal û şûtika paşayî hilgirin, destên xwe bi erdê ve radikişandin ku qaşo şalê hildigirin. Ti kesî nedigot ku ew ti tiştî nabînin.

Paşa bi karwanê cejnê re li bin sîbera sîwanê dimeşî, û hemû mirovan li ser kuçe û kolanan û di pencere û şaneşînan de digot:

– Xwedêyo, çi xweşeng û keşxe ne cilên nû yên paşayî! Ca çi şalek şeng e! Way çend xweş li hev tên!

Ti kesî nedixwest bibêje ku ti nabîne çiku dê hingê ew bi xwe diyar bûba ku bêhiş e yan kêrî erka xwe nayê. Ti car berê xelk wa nebûbû heyranî cilên paşayî.

– Lê qet ti cil li paşayî nînin! zarokekê biçûk got.

– Wey Xwedêyo, de guh bidinê, ev zarokê dilsaf û bêguneh çi dibêje! bavê wî got, û xelkê ew gotin pistî guhê hev.

– Qet ti cil li paşayî nînin! taliyê hemû gel got.

Tezînek bi ser pişta paşayî de hat çiku wî dizanî gel rast dibêje lê ji xwe re digot: – Çawan be jî, divê ez ta dawiyê tehemilê bikim!

Û wî serê xwe hê bilindtir kir, û berdestikan hildigirt serek wê şalê ya ku qet tine bû.

Hans Christian Andersen (1805 – 1875)
Wegerandin: Husein Muhammed-Zimannas

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply