Teknolojî

Sermawêz, 2022

  • 30 Sermawêz

    Asîda deoksîrîbonukleyî (ADN)

    Asîda deoksîrîbonukleyî, an jî bi kurtenav ADN (bi înglîzî: deoxyribonucleic acid(DNA)) molekulek aloz e, di nav xaneyên zîndeweran de embarkarina zanyariyên bomaweyî dike. Hemû xaneyên navikseretayî (prokaryotî) û navikrasteqîn(êkaryotî) ADN lixwe digirin.Herwisa gellek corên vîrusan jî ADNyê lixwe digirin, ji van vîrusan re tê gotin vîrusên ADNyî ADN ji bo du erkê serekî kar dike 1.ADN çavkaniya zanyariyê ye ji …

  • 21 Sermawêz

    Geşebûn û Peresîn di qonaxa pêşzayînê de

    Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin. Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951) Di malzarokê de geşebûn û peresîna weçeyê wekî ducanî tê navkirin. Ji pîtîna xaneya hêkê, heta jidayikbûnê di pêvajoya ducaniyê de …

Cotmeh, 2022

  • 31 Cotmeh

    Oksîtosîn

    Oksîtosîn di laşê nêr û mê yan de di demarexaneyên derdanî (bi înglîzî:neurosecretory cells) yên hîpotalamusê de tê berhemkirin, di hîpofîza paş de tê embarkirin û derdan. Herwisa li gel demaxê, li gun, malzarok û plasentayê de jî oksîtosîn tê berhemkirin û derdan. Oksîtosîn hormonek pepetîdî ye û ji neh asîdên amînî pêk tê.Temenê nîvbûnê ya oksîtosînê bi qasî 6 …

  • 29 Cotmeh

    Guhertineke 30 salî şûnda: Microsoft Office tê sekinandin

    Microsoft Office piştî karûbarê 30 salan teqawid dibe. Amûrên ofîsê dê niha di bin navê “Microsoft 365” de peyda bibin. “Microsoft Office” ku 30 sal zêdetir e tê bikaranîn, tê rakirin. Lêbelê, ev nayê vê wateyê ku serîlêdanên mîna Word û Excel dê winda bibin, li şûna wê pargîdanî van amûran di bin navek nû de ji nû ve kom dike. Microsoft guhertin …

  • 22 Cotmeh

    Nav û taybetmendiyê gerstêrkan çi ne?

    Wekî ku hûn dizanin, cîhana we di Pergala Rojê de li fezayê ye. Ev tê wê wateyê ku Sîstema Rojê gerstêrkên din ên mîna me dihewîne. Her yek ji wan xwedî taybetmendî û awirên cuda ne. Navên gerstêrkan çi ne? Hûn dikarin li naveroka me mêze bikin da ku di derheqê gerstêrkên herî nêzê rojê de digel rêz û taybetmendiyên wan agahdariya berfireh bistînin. …

  • 10 Cotmeh

    Facebook rûpela xweya tê xûyakirin diguherîne

    Facebook guherînek nû çêdike ku bikarhêner dikarin rûpelên xweya têxûya xweş bikin. Bi vebijarkên “kêmtir nîşan bide” an “zêdetir nîşan bide”, bikarhêner dê bikaribin biryar bidin ka kîjan mesajan dixwazin li ser rûpela xwe bibînin. Di postek blogê de ji hêla Meta ve, wî nivîsand ku nûvekirinên li ser rûpela feed Facebookê armanc ew e ku ew ji bikarhêneran re têkildartir …

  • 4 Cotmeh

    Bikarhênerên Înternetê herî zêde dema xwe li ser YouTube derbas dikin

    Platformên ku herî zêde wextê xwe li ser înternetê lê derbas dibe diyar bûn.   Zanyarê Brîtanî Tima Berners-Lee di 20ê çileya pêşîna (December) 1990ê de malpera yekem bi nivîsek ku projeya “World Wide Web” (www) danasînî weşand. Malpera ku tenê ji Navenda Ewropî ya Lêkolînên Nukleerî (CERN) li Swîsreyê tê gihîştinê, bû mînaka yekem a malperên ku îro têne …

Îlon, 2022

  • 26 Îlon

    Navikebendik

    Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û  plasentayê de.     Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê …

  • 21 Îlon

    Gelo li dinyayên super jiyaneke din pêkan e?

    Em çi qasî bibêjin erdê wê gerstêrê ji bo jîngehê baş e, ev yek ne diyar e mirovên dinyayê bikaribin li wir bijîn yan na. Ji bo jiyanê erdeke wisa li me pêwist e divê em bikaribin pêş da herin. Lêgerîna li dinyayeke din, li jiyaneke din bi salan e bi me re ye. Ajansên wekî SpaceX û NASAyê jî …

  • 6 Îlon

    Perdeyên derveyî embriyoyê

    Perdeyên derveyî embriyoyê (bi înglîzî: extraembryonic membranes), navê gelemperî ye ji bo çar perdeyên ko kar dikin bo dabînkirina xurek, parastin û destekkirina peresîna embriyoyên xişok, balînde û memikdaran.     Ji ber ko evan perdeyan di qonaxa embriyoyî de li aliyê derveyî embriyoyê de tên çêkirin, wekî perdeyên derveyî embriyoyê tên navkirin. Hin caran bi kurtî wekî “perdeyên embriyoyî”(bi înglîzî: …