Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM

Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û romantîzm piştê salên 1800ê li Ewropayê wek herikandinên -ekolên- edebî …

Bêhtir »

Meryem Cemîle

Hîn kes hene ku bi kiryar û serkeftinên xwe ve di nav cikavêke de weke tav diçûrusin. Taybet di nav civaka Îslamê de jinên pêşkeftî û mînak weke stêrkên şevereş de diteyisin. Meryem Cemîle jî di wî warî de baştirin mînak e, di nav civaka Îslamê de ye. Me xwest em vê jina birûmet bi we bidin naskirin.  Bê gûman …

Bêhtir »

Rojnivîska Spinoza ya Şener Özmen

-1- Tu nizanî lê di wê nameyê da hemû xewn û xeyalên min, hemû êş û janên min, hemû zarokatî û welatê min hebû. Di wê nameyê da dilê min hebû. Dilekî birîndar û beredayî. Min dizanî em du ax û axînên cuda bûn lê min bi dilê xwe nedikanî. Dilê min dergûşa axa gundê min bû; dilê te kolana …

Bêhtir »

Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Hotêla Kapitol û Semînara Xalid Cemîl Mihemed li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê) -Konê Reş Ji ber ku semînara mamoste Xalid Cemîl Mihemed li dor romana min (Beriya Mêrdînê) di roja 19/4/2019’an de bû li Hewlêrê, hotêla Kapitolê, pêwîst bû ez û momoste Qahir Bateyî amade bibin, û ez pê re herdû pirtûkên xwe (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û …

Bêhtir »

Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

Di roja 13 Nîsana 2019’an de, li ser daxwaza zankoya Zaxo û weşanxaneya Sîtavê, min ji Qamişlo berê xwe da başûrî Kurdistanê, bajarê Zaxo. Di rojên konferansê (Siyaseta Birîtaniya Himber Kêşeya Kurdî) de li zankoya Zaxo amade bûm û min du pirtûkên xwe di rojên konfransê de îmza kirin. Herdû pirtûk yek bi navê (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û …

Bêhtir »

Felsefe û Edebiyat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî …

Bêhtir »

Rûpelek ji Dîroka Kurdên Rojava; Serhildana Wêjeyê

Serhildana Wêjeya Kurdî li Rojava bi rojnamegeriya Kurdî ve girêdayî ye. Wek ku em tev dizanin şert û mecên herî sereke ji wêjêyê re rojnamegerî ye.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokeke rojnamegerî ne. Bêguman destpêka serhildana wêjeya Kurdî di nav me kurdên Rojava de li kovara Hawarê vedigere.. Ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di 15’ê …

Bêhtir »

Careke Din Zimanê Amûdê û Kovara Hawarê!

Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye …

Bêhtir »

Zimanê Kovara HAWARê Zimanê Axaftina Xelkên Amûdê bû

Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamişlo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eşîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna …

Bêhtir »

Çîroka Nivîsandina Min Bi Zimanê Kurdî

Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, bê zanîbûn nabe.. Wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe de ye, anku feqîr û lawaz e. Serwextî û zanîbûna me, ji zimanên din, wek Erebî, Farisî û Tirkî, kom bûye.. Sebaretî min, min di bin bandor û şêraniya zimanê dayika …

Bêhtir »