ey mirov ji ber hovitiya we stranên şahiyê ji kezebê dinalin helbest di îskeîska gewriya xwe de xeniqîn rojan kirasê reş li bejna xwe pêçan şevistan xwîn vedirişin stêrk xeyîdîn reşewr stewr bûn dengê xuşexuşa barana bereketê hate birîn çirayên geş şerm kirin ji ber hovitiya we giyana erd û …
Read More »Şevînê / Mihemed Hesko
Dil bi kulê Şevînê Kaniya hêvî, evînê Perîyê xemrevînê Rêça hêviyê dijwar e Hêvî bi te hêvîn e Şahî bi te şahîn e Xwezî bê te sêwîn e Jiyan, bê te xemwar e Kevoka bask şikestî Xunava dil û hestî Çavwara jîna mestî Dil bi qîr û hawar e Gulçîçekê …
Read More »e-Kovara Kurdînameyê ya Akademîk û Bi Hakem Derket!
e-Kovara Kurdînameyê ya akademîk û bi hekem bi hejmara xwe ya yekem dest bi weşanê kir. Kovar salê du caran li bihar û payizê wê bê weşandin, bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî wê xebatên xwe bidomîne. Kovar ji ser dergîparkê tê belavkirin: https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname/issue/50233 Dem dema dijîtalîzebûnê ye. …
Read More »Ji Mehmet Oncu Pênç Pirtûkên Folklorê Yên Nû
Îsal pênç pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu li ser folklora Kurdan hatin amadekirin û bi hevre hatin weşandin. Pirtûkên wî ên ku ji berhevkariya li qadê pêkhatînê ev in: 1. Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê 2. Guldesteyek Pêkenokên Gelêrî: Berhem ji 21 çîrokên gelêrî pêk tê. Hemû çîrok ji nava civakê …
Read More »Pirtûka “Tarîxa Eyûbiyên Hesenkêfê”
HESENKÎF, GIHAŞTE BÎR Û HAFIZEYA XWE! Kitêba Tarîxa Hesenkêfê ya bi navê Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir ji weşanxaneya Nûbiharê weşiya. Naveroka kitêbê, nêzîkî du qernan tarîxa bajarê Hesenkêfêyê ku di nêz de dê di bin Bendava Ilısuyê de binav bibe di xwe de dihewine. Ev kitêba ku ta niha bes destxetek …
Read More »Pirtûkek Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ
Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji nav weşanên Nûbiharê derket. Xebata ku …
Read More »Ziryab 3 Derket!
Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya sêyemîn li pêşberî xwendevanê xwe ye. Hejmara sêyemîn a Ziryabê û albûma Bijareyên Ziryabê tê. Di hejmara nû de bi du komên cîhanî re hevpeyvîn hatine kirin. Di hejmara nû de bi Mehmet Bayrak, Gani Nar, Maviş Guneşer, Dogan Çelik, Xosnav Tillo, Hatice …
Read More »Daxuyanîyek Di Derbarê Rêbera Rastnivîsîne Da | Deham Ebdulfettah
(Dostê min ê salan Rezoyê Osê, xweşîya Xwedê lê be, digot: Hevalo, di warê nirxandinê da gerek em Kurd bi hev ra dilhişk bin, ne kîndar û serhişk bin ) Li ber ronahîya vê penda rastgo ez xwe nêzî vê encama komxebata me ya pîroz dikim. ji destpêkê ve divê …
Read More »Kovara Dilopê 9
Kovara Dilopê ya ku newroza 2018an dest bi weşana xwe kiribû bi jimara xwe ya nû derket. Dilop dîsa bi naverokeke dewlemend û tijî derket pêşberî xwendevanên xwe. Dilopê di jimara xwe ya 9. de wek jimarên din bi nivîsên taybet û cûda derket pêberî xwendevanên xwe. Dilopa ku serê …
Read More »Kongreya Amerîkayê keçeka kurd xelat kir
Keçeka kurd a ji bajarê Kerkûkê ku li Amerîkayê dijî ji ber zîrekîya wê di xwendinê û xebatên wê bo komelgehê ji aliye Kongreya Amerîkayê va hat xelatkirin.
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…