Mêvan

Bi Konê Reş re gerek li Beriya Mêrdînê

Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reş romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye. Dema mirov çav li navnîşana vê pirtûkê dikeve, pêşbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê …

Read More »

Kengî! / Mihemd Hesko

Kengî me… bi toza axa welêt çavên siyaseta xwe kil kir Kengî me… bi hêrs û şewata dilê dayîkên pakrewanan agirê şoreşa xwe hil kir Kengî me… axa welêt bi rondikên dilsoziyê şil kir Kengî me… barê dozê li ser şan û mil kir Wê demê… lawên Kurdistanê ne ku …

Read More »

Mîtra, Mîtolojîya Aryanî / Maruf Yilmaz

Navê Mîtra bi latînî, yûnanî ”Miopac” e (Boyce, Meryern, Grenet, Frantz 1975). Peyva Mitra´yê di pirtûka Xenophonî de jî derbas dibe. Xenophon pirtûka xwe 400 sal BZ nivîsîye û têde qala Mitra´yê dike. Peyva Mîth´ê di Avesta zerdeştî de jî heye. Berî Zardeştî di Rigwedayê de jî derbas dibe û …

Read More »

Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin? – Maruf Yilmaz

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî (indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Lê di vî warî de Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, …

Read More »

Di Romana Kurdî de Şêweyekî Nû

Di malpera  ”Hawar – dengûbas” de dibêje ” “Kodnav Vîyan” bo romana Kurdî derîyek nû vedike.” Weke xwendevanekî ez jî di vê qeneetê de me ku ev roman ji bo romana kurdî deriyekî nû ye, şêweyeke nû ya metod, teknîk û hunera romana kurdî ye. Li gorê agahdariyên nivîskarê romanê; …

Read More »

Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!?

Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsî ya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehej, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin,hîşt ku xwedawendê wan hebin, …

Read More »

Şadiyê Dirêsim

ez lehengê destaneke hemdem yê bargiran im di dilê gelê xwe de karwanê rêya azadiya welatê xwe me li firtûneyên jankêş rêwitiyê dikim û bi gavên lez û bez ber bi rêya aramiyê ve dimeşim dostên sadiq hevrêyên min in kirasê taristanên mijgirtî bi tîrêjên hêviyê vediçirînim ji pêsîrên strana …

Read More »

Konê Reş û Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Berê)

Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê …

Read More »

Birayên Xayîn

Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira. Herdu kolan erd û ax, Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn. Nerm kirin kils û herî, Kevir anîn berderî. Tev xebitîn jin û mêr Ji bilê ewê bê xêr. Mîna gayekê zexel Wî çav berda …

Read More »

Hestên Penaber – Xizan Șîlan

li tenêtiya şevistanên sar hestên xwe dispêrim paşila helbestê li bêçaretiya qederê rojên nazdar û kubar xwe ji min veşartin xurbetê kirasê şînê li bedena şadiyên min rapêça ken û girînê ji hêlîna dil fîrar kirin derdê dinyaya derewîn li ser serê min bû barekî giran li bêçaretiya qederê di …

Read More »