Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin? – Maruf Yilmaz

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî (indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Lê di vî warî de Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng e. Tîp (herf) perçeyên herî piçûk, atomên zimanî ne (Molander, B. (1983,1988).

Zimanên neteweyî yên Ewropayê rola xwe leyîstin û bûn zimanên felsefeyî. Spînoza bi îspanî dipeyvî, lê yahûdîyê Holandayê bû, bi latînî nivîsî, Leîznîz almanî bû, bi latînî û fransizî nivîsî. Descartes û Hobbes ji hevûdu re name bi latînî û bi zimanê xwe yê zimanê zikmakî dinivîsîn. Di sala 1700î de zimanên neteweyî yên ewropî hîkarîya xwe li ser hevûdu dikirin. Montesquîeu, Voltaîre, Rousseau û Dîderot bi fransî nivîsîn. Berkeley û Hume jî bi îngilîzî. Wolff, Kant, Richte û Schellîng bi almanî nivîsîn. Ziman bi xwe re tradîsyona neteweyî, temperamenta neteweyî afirand û wî roleke sereke leyîst. Voltaireyekî almanî, Humeyekî fransî û Kantekî îngîlîsî, di dema xwe de Ewropayê hejandin û mohra xwe li dîrokê xistin. Kultura ku di bin hîkarîya zimanê fransizî de mabû jê azad bûn û her neteweyek, giranîya xwe dida ser zimanê xwe yê şêrîn. Neteweperestî (nasyonalîzm) wekî hindavekî hizrê û îdeolojîk afirî û ew li Ewropayê belav bû (Nordin, Svante, rûpel 344-345, 1995). Teza ku ziman bîryara rasttêgihîştinê dide, jê re dibêjin ”hîpoteza Sapir-Whorfî”. Lêkolînên Sapir – Whorfî li ser zimanê reşîkan e. Ew hizr, kultur û hawayên jîyana wan bi zimanê wan girêdide.

Li gorî strukturalîstên Fransî, strukturên ferdî (serîndîvîdî) di ser hertiştî de ne û ew struktur, tesîra xwe li ser hizrên ferdî(îndîvîdî) dike û ev strukturên ku di ser hertiştî de ne bi tenê ziman e. Zimanê kurdî her tişt e. Ew laş, hizr, hawayê civakî, kulturî û jîyana kurd e.

Shakespeare ne Gilgamêş bû û ne jî Homeros bû û ne jî Dante bû. Her kes di dema xwe de mohra xwe li dîrokê dixe ango lê naxe.

Felsefeya zimanî girîng e. Ziman ji bo min, ne înstrumenteke neutral e. Ziman ji bo yekitîya xelqê û serborîyên wî xelqî ye, da ku ew xelq bi çavekî mirovane li dinyayê mêze bike(Nordin, Svante (1995). Ziman dilê neteweyê kurd, ruh, can û xwîna wî ye. Zimanê kurdî bi xwe kurd û Kurdistan e. Ew netewe, kultur, ax, mêjû, laş, dil, xwîn, stran, çîrok, helbest û karektera kurd e.
Zimanê kurdî wekî hukumdarîyekê ye”. Ez zimanê kurdî wekî strukturekê dibînim û ji ber hingê jî, bi çavekî neutralê lê mêze nakim.
Em vegerin ser bawerîyên Vygotskijî. Ew dibêje, ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne. Li gorî Pîagetî, hizr zimanî diwelidîne (diafirîne)…

Sal: 2007
Maruf Yilmaz

Derbar Mêvan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply