Monthly Archives: Tebax 2020

Tebax, 2020

  • 31 Tebax

    Bi rastî jî 50 hezar gotinên pêşiyan ên kurdan hene?

    Pirs zelal e; “Bi rastî jî 50 hezar Gotinên Pêşiyan ên kurdan hene, yan hema her tiştî em li ser navê gotinên pêşiyan qeyd dikin?” Niha xebateke nû bû sedem ku em vê pirsê bikin û bikevin dû bersivê. Em ketin dû, me lêkolîn kir û me ji pisporan jî pirsî. Weşanxaneya Sîtavê li Wanê weşana bi kurdî dike. Heta …

  • 31 Tebax

    Salah Saadellah: (1930 – 2007) Zavayê Mîr Celadet Bedirxan

    Wek ku diyar e, piştî ku Mîr Bedirxan di sala 1847an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih …

  • 31 Tebax

    Pirtûka Hin Gotinên Peyxamber (sxl) (512 Hedîs)

    Di vê pirtûkê de ser 512 gotinên Peyxamber (sxl) hene û gîşkî hedîsên kinin. Hûn kanin daxînin û pirtûkê di têlefona xwe de bixwînin. JI BO DABARKIRINÊ BITIKÎNIN    

  • 30 Tebax

    Xwarinên Dil û Demaran Diparêzin

    Mirinên ji nexweşînên dil û demaran di nava tevahiya mirinan de cihekî mezin digirin. Nexweşînên dil û demaran rasterast xwarinên ku em dixwin ve têkildar in. Ji ber vê yekê hilbijartina xwarinên dirist pir girîng e. Ez ê behsa xwarinên ji bo tenduristiya dil û demaran sûdmend bikim. Kakilê Gûzê Di qaqilê Gûzê de rûnê binavê omega 3 û gelek …

  • 30 Tebax

    Jimara Nû ya Kovara Nûbiharê Weşiya

    Jimara Nûbiharê 152yan derket. Di vê jimarê de jî gelek nivîsên curbecur weşiyane. Perwîz Cîhanî, ji koleksiyona Aleksander Jaba du helbestên nû diweşîne; yek ya Melayê Bateyî, ya din jî ya ‘Xîyasî ye. Rohat Alakom dîsa nivîsek balkêş nivîsiye. Di vê jimarê de Rohat Alakom li ser Kurdên Batûmê nivîsiye. Helbesta Fêrîkê Ûsiv ya bi navê “Çendik û Çend Sala” …

  • 29 Tebax

    Dêre Sorê Piçûkê

    Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê …

  • 27 Tebax

    Wîjdan

    Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser wîjdana nivîskar mane. Seet 14,00an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û …

  • 26 Tebax

    Hezar Pitrûk (Çîrok)

    Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye.  Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim. Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye,  daniye ser agir, sexmika[2] jî …

  • 26 Tebax

    Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû

    Weşanên Aryen, bi 2 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendevanan. Weşanxaneya ku bi gelemperî xebatên girtiyên siyasî digire dest û di navbera girtîgeh û xwendevanan de pireke ji wêjeyê ava dike, pirtûka çîrokan a nivîskara bi nav û deng Asli Erdogan “Avahiya Kevirî û Ên Din” wergerand kurdî û çap kir. Wergera pirtûkê ji hêlâ Erd Agron ve ku ew bixwe …

  • 26 Tebax

    Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kir

    Serlêdanên Akademiyên Ma Muzîkê yên Akademiya Dengbêjî û Zarokan dest pê kir. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ji ku dera welêt dibe bila bibe, herkes dikare serî li akademiyên wan bide. Şêrko Kanîwar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku piştî di 15’ê cotmehê de serlêdan bi dawî bibin, dê ji nav kesên …