Yearly Archives: 2019

Rêbendan, 2019

  • 14 Rêbendan

    Ramana felsefî, aqlê felsefî ne tenê ferdên civakê, civakan bi xwe jî diguherînin…

    Ali Gurdilî, Di sala 1966an de li Gurdilan (Misirc) a qeza Sêrtê, hatiye dinyayê. Dibistana sereke û navînî, li Gurdilan xwendiye û piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an, bi malbata xwe re koç dike bajarê Îzmîrê. Lîseyê, li Îzmîrê temam dike û di sala 1983an de, Zaningeha Ege, beşa Civaknasiyê qezenc dike. Piştî qedandina zaningehê, dest bi mamostetiya beşa dersên …

  • 13 Rêbendan

    Rêûresma hespên Erebî

    Xwedîkirina hespên Erebî yên resen, ji rêûresma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ye. Bi saya hin xwediyên hespan, ev rêûresm heta roja îro hatiye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî elaqedariyeke mezin nîşanî vî hunerî daye bi rêya organîzekirina mihrîcan û pêşbaziyan. Têkildarî mijarê yek ji xwediyên hespên Erebî yên resen li rojavayê gundewarên Reqayê bi navê Emmar El-Mihemed got, “Gelek cureyên …

  • 12 Rêbendan

    Beşek ji gotara Simkoyê Şikak

    Beşek ji gotara Simkoyê Şikak di rojnameya KURD, jimara 2, 1921. Simkoyê Şikak Rojnameya “KURD”, 1921 “Ez kurd im û min jîyana xwe fedayî te’mîna asayişa miletê xwe kirîye. Dihête guhê min ku îranî xebata min wekî sitem û şeqawe pênase dikin û bi vî awayî dixwazin navê min lekedar bikin. Ez ne eşqîya û qaçax im. Ez mudafe’a hiqûqekê …

  • 11 Rêbendan

    Rojnameya Le Tems ê da Serhildana Agirîyê

    Rojnameya Fransî Le Temps di hejmara xwe a 04.08.1930 an de dinivîse 30.000 leşkerê Tirk 150 gundên Kurd li devera Araratê şewitandine… Dîsan ligor rojnameya navbirî şerkerên Kurd dibêjin 350 leşkerên Tirk kuştine di nav wan de 50 efser heye û 450 leşker jî dîl girtine.. Alîyê Tirk jî dibêjin 1600 Kurd kuştine!!! Aso Zagrosî Çavkanî: ararat-welat.blogspot.com  

  • 10 Rêbendan

    Çîrok û Strana Nûrê

    Di demên borî de, têkiliya civakê zêdetir bi rêya çîrok û klaman çêbûye. Kurdên ku li deverên cuda jiyan e, bi saya çîrok û klaman ji hev agahdar bûne. Mirov dikare bêje wek rêbazekî çalakiyê di çapemeniya civakî de deng bide bêhempa bûne. Dengbêjan, li ser bûyerên civakê bi qaîdeyek zanistî stran û klam afirandine, û bi meqamên xweş anîne …

  • 9 Rêbendan

    Şanoya “Tenê Ez” wê li Amed, Êlih û Stenbolê bê pêşkêşkirin

    Teatra Jiyana Nû wê şanoya xwe ya bi navê “Tenê Ez” li Amed, Êlih û Stenbolê bilîze. “Tenê Ez”, lîstika şanoyê ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ye ku di demsala nû ya şanoyê de dest bi pêşkêşkirina wê kiriye. Lîstik wê di meha Kanûna Paşiyê (Rebendan, Çile) a 2019ê de pêşî li Amedê û paşê jî li Êlih û Stenbolê …

  • 8 Rêbendan

    Di wergerê pirtukê de Kurd kirin Tirk

    siyaset, zanyarî, nivîskarî û akedemîsyenî hemû li gora babetên xwe xwedî hinek prensîbin. Herweha pêwistiyên van karan hene. Lê dema kesekî re ehlak tûnebe dikare her tiştekî li gora berjewendiyên xwe bike û dewsa zanyariyê tiştên derew bêje û bibe sedema rastî winda bibe. Alimê mezin Ibnu’l-Esir ji eslê xwe ji Cizîrêye. Pirtuka El-Kamil fi’t-Tarix li Musilê bi zimanê erebî …

  • 7 Rêbendan

    Zindankirinên Apo Osman Sebrî Di 114 Saliya Rojbûna Wî De*

    Di roja 05.01.2019’an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. …

  • 6 Rêbendan

    Hemû pirtûkên bi kurdî yên di sala 2018an de derketine

    Bû 12 sal ev lîsteya pirtûkên bi kurdî tê amadekirin. Ev keneşopiya min e, di heman demê de yê Diyarnameyê ye. Îsal jî temam bû û me îsal bi 232 pirtûkan sala xwe temam kir. Di sala 2017’an de 171 bû, 2016’an de 190 bû. Di lîsteya me de mimkûn e sedî 5 (herî zêde belkî sedî 10) kêmasî hebe …

  • 5 Rêbendan

    Dengekî nû di mizaha kurdî de: Lodublaj

    Hin ciwanên Bakurê Kurdistanê bi avakirina tîmeka bi navê “Lodublaj” dest bi mizaha bi kurdî kirine. Demeke li Bakurê Kurdistanê ciwanan bi navê “Lodublajê” tîmek avakirine û liser torên medyaya civakî, youtube, twetter, instagramê kurtevîdeoyên mîzahî bi kurdî belav dikin. Hêjayî gotinê ye ku kurtevîdeoyên tîma “Lodublajê” di torên medyaya civakî de gelekî deng vedidin û digihên bi hezaran kurdan. …