Yearly Archives: 2018

Hezîran, 2018

  • 8 Hezîran

    Dr. Abdulazîz Ferman û Dîwanên; Dûrîya Welêt, Evîn Li Welêt û Hezkirina Li

    Qet min bîrnedibir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvan e.. Bi tenê min ew wek bijîşekekî serketî ku xwendina xwe li li dervî welat Sovyêta berê (Moskova) bi dawî anîye û ew 3’mîn bijîşkê kurd e ku nexweşxaneyeke taybet bi navê (Nexweşxaneya Ferman) di sala 1986’an de li Qamişlo avakirîye, piştî nexweşxaneya Hersan û Nafiz.  Havîna 1999’an bû, dema ku min …

  • 7 Hezîran

    Delîl Dîlanar: Dîrok, ziman û wêje di nav dengbêjiyê de ne

    Dengbêjê Kurd ê modern Delîl Dîlanar got, divê hunermendên Kurd dengbêjiyê û berhêmên wan li gor mercên îro nûjên bikin. Hunermend Delîl Dîlanar diyar kir ku di welatên azad de hunermend zêdetir dikarin giraniya xwe bidin ser hunerê û got: “Li welatên azad mirov ji mijarên siyasî dûr dikeve û bala xwe dide hunerê.” Dîlanar da zanîn ku dengbêjî perçeyeke …

  • 7 Hezîran

    Riknên nimêjê

    (Bingehên ku nimêj li ser wan radiweste) Riknên nimêjê ev in: Lipiyabûn e. Di nimeja farz de eger ku karibe lazim e li piya be. Niyet e. Cihe niyete dil e. Ew e bibeje: Min niyete, ez dikim çar reket farza nimeja nîvro. Tekbîra ihrame ye. Ê bibeje: Ellahuekber. Xwendina Fatiheye ye. Di her rek’ete de çûna rukû’e ye. Rabûna …

  • 6 Hezîran

    Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan – 1

    Destpêk Wekî gelek aliyên kurdan, mîtolojiya wan jî têra xwe nebûye mijara lêkolînên akademîk û bi hûrgilî xebat li ser wan nehatiye kirin. Ev yek ne ji nebûna mîtolojiya kurdan lê ji ber rewşa siyasî ya gelê kurd e ku serdestên wan rê nadin akademîsyenan da ku lêgerîn û lêkolînan li ser van waran bikin. Aliyekî din ê meseleyê jî, …

  • 6 Hezîran

    Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

    Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baş zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û şevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û şevbuhêrkê destpê dikir..? Bi guhdarîkirina …

  • 5 Hezîran

    Ji Nûbiharê: Derdê Welat

    Derdê Welat/Dîwan SERDA Serda Selaheddîn, yek ji wan şairên me yên jîr e ku heta niha nehatiye nasîn. Hêj di medreseyê de feqiyekî nûciwan bûye dest bi şiîrê kiriye. Gelek balkêş e ku Serda di wî temenê xwe yê pir ciwan de şiîrên pir estetîk û kûr nivîsîne. Serda Selaheddîn, di 22 saliya xwe de ji cîhana fanî xatir xwestiye …

  • 5 Hezîran

    Ronahî

    germ dibe laşêm ji awirên bê rehm pelên min diweşin di van rojên giyanewer de bêyî xwesteka dil lê min bi vîn ronahî diafirand   7 Adar 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014

  • 5 Hezîran

    Zubêr Salih: Ez ê vegerim Kobanî û zarokan fêrî mûzikê bikim

    Dema behsa Zubêr Salih tê kirin, navê Melayê Cizîrî jî tê axivîn. Ji ber ku Zubêr Salih bi temamî çûye nav helbestên Mela û di du albûmên wî de gotinên hemû stranan helbestên Dîwana Melayê Cizîrî hatine wergirtin.   Zubêr Salih sala 1965ê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Navê wî bi strana “Sebah El-xeyr Xanê Min” sînorên …

  • 5 Hezîran

    Derheqê Sanika Kekû De

    Mîtanê tewr namdaran yê kurdan ra yew sanika “Kekû” ya. Hema vajêne her cayê Kurdistanî de versîyonê ci estê, her keye de qisey bena. Bi nameyanê sey “Kekû”, “Kekûye”, “Keko-Pepo”, “Pepûg”, “Pepûge” ûsn name bena. Tayê cayan de kekû makî ya, tayê cayan de nêrî. Mesela, Çewlîg de mintiqaya Azî de “Kekû” sey “Kekûî” name bena û makî ya. Versîyonê …

  • 5 Hezîran

    Wezareta Çandê ya Tirkiyê wê 10 berhemên Kurdî çap bike

    Wezareta Çandê ya Tirkiyê plan dike ku di heyama pêş de 10 berhemên herî girîng ên edebiyata Kurdî wergerîne Tirkî û ligel Kurdiya wan biweşîne. Wezaretê berê jî çend berhemên klasîk ên Kurdî çap kiribû. Nivîskar û weşangerên Kurd dibêjin ev pêngavekî baş e lê lazim e ku wezaret zêdetir berhem û kelepora zimanê Kurdî çap bike. Wezareta Çand û …