Delîl Dîlanar: Dîrok, ziman û wêje di nav dengbêjiyê de ne

Dengbêjê Kurd ê modern Delîl Dîlanar got, divê hunermendên Kurd dengbêjiyê û berhêmên wan li gor mercên îro nûjên bikin.

Hunermend Delîl Dîlanar diyar kir ku di welatên azad de hunermend zêdetir dikarin giraniya xwe bidin ser hunerê û got: “Li welatên azad mirov ji mijarên siyasî dûr dikeve û bala xwe dide hunerê.”

Dîlanar da zanîn ku dengbêjî perçeyeke civaka Kurdan e û got: “Dîrok, ziman û wêjeya devkî hemû di nav çanda dengbêjiyê de hene.”

Hunermend Delîl Dîlanar pirsên Rûdawê bersivandin.

 

Çima muzîka dengbêjiyê?

 

Di jiyanê de gelek tişt ne di destê mirov bi xwe de ne, wek hûn jî dizanin em ji malbateke dengbêjî tên, dema min dest bi muzîkê kir, min yekser biryar neda ka ez muzîka dengbejî, modern, arabesk an jî tiştekî din bikim. Ew çand û hûnera zarok di nav de mezin dibe her çi dibe bila bibe bandoreke girîng li ser dike. Ji berê ve muzîka dengbêjî hebû lê di dema min dest pê kirî muzîka rock, caz û yên din nebû.

Her çiqas ne bi destê min yan daxwaza malbatê be jî bes biryara dengbêjiyê biryareke rast, durist û pêwîst bû. Dengbêjî tenê stran, lawik, heyranok û tiştê wisa nîne, dengbêjiya devkî ya edebiyatê jî heye. Rola dengbêjiyê gelek mezin e, dîroka me di wir de ye, zimanê me di wir de ye. Muzîk, ziman û wêjaya devkî, rihê Kurdî û gelek tiştên me di dengbêjiyê de hene. Heger em herin berî 50 salan tenê dengbêj hene. Berê Mihemed Şexo, Mihemed Arifê Cizîrî, Kawîs Axa, Seîd Axayê Cizîrî, Şakiro, Husênê Mûşî û kesên weke van hebûn, heger tiştekî din hebûya dibe ku min ew jî bikira.

 

Weke em dizanin tu her dem kesekî di nav civakê de bû û ji civaka xwe dûr neketî. Muzîka dengbêjî û çanda Kurdî çi bandor ser kesayetiya te kiriye?

 

Mirov di nav çi çandê de mezin bibe ew çand bandorekê lê dike. Dengbêjên berê tim di nav civakê de bûne. Lê îro em dinêrîn kapîtalizmê ne tenê hunermend herwiha mirov jî ji civaka xwe dûrxistine. Niha mirov sibê heta êvarî yan bi komputer an jî bi telefona xwe mijûl in, lewma jî di malê de xwuşk û birayek du caran hevdû nabînin.

 

Başûrê Kurdistanê li gorî perçeyên din azadtir e, gelo çi avantajên axake azad bo hunermendekî hene?

 

Ev perçeya Kurdistanê jî demekê wek perçeyên din azad nebû. Du bandorên azadiyê hene. Yek tu dikarî baştir fikir, kurdî û kurdistaniya xwe bînî ziman ew sûdeke mezin e. Lê eger tu vê yekê baş bikar nehênî berevajiyê vê tiştên negatif çêdibe. Ew çawa çêdibe minak îro hinek kes fikrên xwe tînin ziman dibêjin azadî û demokrasî heye û her tişt dibêjin lê hinek tişt hene di azadî û demokrasiye de jî nayên kirin lê ew dikin. Minak dibêjin ew çi ye, dibêjin huner e. Dema tu ne azad bî tu hunereke çawa çê dikî; eger hestên kurdewarî bi te re hebin tu stranên şoreşgerî çêdikî. Eger tu di hunera xwe de jî mirovek têkoşer bî, ji bo azadî û serkeftinê bibêjî rihê te û jiyana te jî te guhertin.

Di azadiyê de jî ew sûd heye ku em dikarin ji siyasetê zêdetir tenê li ser hunerê bifikirin û hunerê bikin. Li vê derê ev avantaj hene lê li perçeyeke din tu nikarî vê yekê bikî dibe ku partiyek ji te re astengiyê derbixe û bibêje çima tu ne şoreşgerî, xelk bindest e, tu hatî behsa hunerê dikî. Di vî warî de pirsgirêk çêdibin. Bêguman azadî ne tenê ji bo hunermendan ji bo herkesi girîng e. Eger mirov bixwaze dikare li her derê hunerê bike, eger nikaribe ew li Amerîkayê jî be dê nikare çêbike.

 

Tê gotin ‘Kurd ji hunermendên xwe hez dikin, lê xwedî li wan dernakevin’ gelo ev rast e?

 

Miletek nîne ku strana xwe guhdar neke. Îro di her malekê de stran hene bi çi rengî be jî. Lê ji bo min ne ew qasî girîng e, xelk qimetê dide min an nade, ya girîng ew e ku ez çi qasî qîmet didim xwe û çi qasî qîmet didim hunera xwe. Tu bizanî ji bo çi hunerê dikî û bi vê zanebûnê nêzîkî huner û şexsiyeta  xwe bibî û li gor civaka xwe tevbigerî dê qîmeteke mezin bidin te. Heger em hurmetê li gelê xwe negirin millet ne mecbûr e qimetê bide me. Eger tu qîmeta xwe bizanî milet jî dê qîmeta te bizane.

 

Tiştê ku stranên dengbejiyê dide guhdarkirin çiye? Hunermendên kurd lazim e çi bikin ku dengbejî zêdetir li ser bingeha xwe xurt bibe.

 

Berî 40 salan tenê dengbêjî hebû, lê niha ne tenê dengbêj hene. Nabe îro tu li nav Hewlêr siwarî erebeya hespan bibî û bibêjî ew jiyaneke kurdewarî ye. Dengbêjî û muzîk jî wiha ne divê tu li gorî demê nûjen bikî. Di her tiştî de guhertin pêwîst e, tu yê yan li gorî demê çand, huner û muzîka xwe jî nûjen bikî yan jî tu pêş nakevî. Mirov bibêje ez muzîka kurdî çêdikim cudaye û bibêje ez bi kurdî stranan dibêjim cudaye. Tiştê li vê derê girîng ev e, pêwîst e tu bingeh û wê riha kurdewarî biparêzî, lê nûjenkirin di hemû waran de pêwîst e. Berê dengbêjan di malan de klam digotin û dengê xwe tomar dikirin. Dengê gelek dengbêjan nîne me tenê navên wan bihîstine. Mînak Evdalê Zeynikê heye lê dengê wî nîne. Li gorî demê guhertin pêwîst in û divê her coreyên muzîkê hebin.

 

Her coreyê amurên muzîkê êdî di muzîka kurdî de jî tên bikaranîn. Gelo amûrên rojavayî tama folklora kurdî dide?

 

Rast e min gelek amûr bikar anîne. Eger tu wan li gorî rihê muzîka xwe, li gorî rihê tu dijî bikar bînî fê tahma muzîka Kurdî bide, lê eger tu bixwazî wekî wan bibî wê demê tu dê tenê kurdî bisterî yanî ziman kurdî ye lê muzîk rihêke din e. Dengê her amurekê weke denge ji qireka mirov derdikeve ye û tahma xwe heye yanî ne robat an jî komputer e. Îro hinek tiştan bi rêya komputere çêdikin weke org, tu çi ji wan bikî rihê wan naye guhertin ev xirabe. Lê amurên akûstîk wek piyano, dahol, mey gîtarên akûstîk cuda ne. Minak Dilşad Seîd li Senfoniya Viyanayê muzîkê dike û rihê muzîka wî Kurdî ye. Dema ew muzîka Kurdî bi kemane lêdixe; billûr, mey û heta ku dengbêj jî nikare bi qasî wî rihê muîika Kurdî bide xuyandin. Lê keman amûreke me ye, lewma amûr bi serê xwe ne tişteke, ya girîng ew e kesê ku lêdixe ye, eger ew ê lêdixe rihê wî Kurdî be ew muzîk jî dê Kurdî be.

 

Tu rewşa muzîka Kurdî çawa dibînî?

 

Ez weke bi giştî bibêjim rewşa muzîka Kurdî niha ne bi dilê me ye û gelek sedemên wê hene. Ji ber em ne li welatekî azad dijîn, siyaset bandora xwe li her tiştî dike. Ew qasî luksa me nîne em bibêjin hema em dê muzîkê bikin. Li Kurdistanê her roj bûyereke awarte rû dide. Minak em dê 5 salan di bin bandora bûyerên Kerkûkê de bimînin, 10 sal bûyerên weke Sûra Amedê û 15 sal jî di bin bandora Efrînê de bimînin. Mînakên weke van zêde ne. Ji ber bûyerên wiha jî her tişt dikeve bin bandora siyasetê. Gelek tişt têne guhertin lê Kurd wek sazî xebatên girîng nakin. Xebatên şexsî bi derfetên kêm çê dibin. Divê di nav Kurdan de êdî hinek xebat bi rêyên saziyan bêne kirin.

Hinek stranbêj tiştekê wan nîne û sibê heta êvarî li ser medyaya civakî dixwazin bi zorê tiştekî belav bikin, lê hinek jî hene xwedî berhemin li qet diyar nabin û tiştê rojane çênakin. Ez jî yek ji wan im. Pêwîst nake hunermendek tiştên rojane rû didin, fikren xwe yên siyasî bêkontrol bibêje. Lê dibe carinan ji bo morala gel hinek tiştan bibêjin, lê ger pêwîst neke divê nebêjin.

 

Divê hunermend bi hunerî bifikire. Hinek hunermend hene bûne ekol û ew piştî 100-200 salan jî têne şopandin. Lê hinek stranbêj hene di navbera mehekê de navdar dibin û piştre têne jibîrkirin.

 

We di çend projeyên sinemayî de jî cih girtiye weke belgefîlma Kurdistan Kurdistan, û “Xewneke Berî Mirinê” tu dikarî ji me re hinekî behsa wan bikî?

 

Karê min muzîk e. Ez ne derhêner û ne jî lîstikvanekî sînemayê me. Her du proje jî yên min nebûn. Zêdeyî 20 salan ez li derveyî Kurdistanê li Almanya û Rûsyayê mam. Piştî 20 salan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek hêvî çêbûn û gotin herkes dikare vegere û berhemên xwe bi azadî pêşkêş bike. Ji bo min jî derfet çêbû. Gelek hunermend û rewşenbîr vegeriyan. Derhêner Bulent Gunduz jî vegera min a bo welat xwest weke belgefîlm çêbike. ‘Kurdistan Kurdistan’ projeya Bulend Gunduz bû û derhênerî produksiyona wê jî wî kir. Belgefîlm beşdarî gelek festîvalên navnetewî bû û herwiha gelek xelatên girîng jî standin.

 

‘Xewnekî Berî Mirînê’ jî derhêneriya wê Fikrî Berojî kir. Ji ber ku belgefîlma ‘Kurdistan Kurdistan’ temaşe kiribû rola sereke da min. Niha fîlm amade ye û em dixwazin ew li Kurdistanê derbikeve sînemayan.

 

Niha projeyek di destê we de heye?

Em dê di navbera 20ê Gulan û 1ê Hezîrana îsal de li Kurdistanê 6 konseran li dar bixin. Em dê ligel tîmekî 15 kesî ku hemû ji welatên derve têne li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Amedî, Soran û Zaxo konseran saz bikin. Li gorî derfetên xwe em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin.

Niha 50-60 televîzyonên Kurdî hene. Pêwîst e zarokên Kurd dîroka xwe, kevneşopiya xwe, çanda xwe, rêberên Kurd û muzîka xwe bi zimanê Kurdî fer bibin. Ji bo vê yekê jî projeyên me bo televîzyonê hene. Em dibêjim em dikarin çi bikin daku zarokên Kurd neyên pişaftin û nekevin bin bandora çandên biyanî de. Divê em li ser paşaroja zarokan bifikirin.

Ji aliyê din ve xebatên min ên muzîkê jî berdewam in.

 

We 3 salan ligel Egidê Cîmo xebat kiriye.  Hûn dikarin ji me re behsa xwe û wî bikin?

 

Carinan di jiyana mirovan de hinek tişt dibin surprîz û derdikevin pêş we. Berî televîzyonan Radyoya Êrîvanê hebû. Herwiha Radyo Bexda û çend radyoyên din jî hebûn, lê ya herî girîng ji bo Kurdan Radyoya Êrîvanê bû. Me dengbêj û stranên Kurdî ji Radyoya Êrîvanê guhdar dikirin. Egidê Cimo karmendê Radyoya Êrîvanê bû. Dilşad Seîd çiqas bi kemana xwe navdar e Egidê Cimo jî ew qasî bi meya xwe navdar e. Hema hema piraniya dengbêjan di Radyoya Êrîvanê de stran gotine. Egidê Cimo jî bi meya xwe ligel wan bûye. Piştî li ku li Tirkiyê ji bo min pirsgirêkên siyasî derketin ez yekem car çûme Rûsyayê.

Min li Moskowê Egidê Cimo naskir û em 2 salan bi hev re xebitin. Ev yek bo min xeyal bû, lê wek surprîzekê derket pêşiya min. Em li gundekî Moskowê bi hev re dijiyan. Me çend konser bi hev re li dar xistin. Ez ji wî fêrî neyê bûm. Min gelek sûd ji ezmûnên Egidê Cimo wergirtin. Min li wir Qerapetê Xaco jî nas kir ev hemû ji bo min şans bû. Egidê Cimo jiyana hemû hunermendên Radyoya Êrîvanî dizanî û bi wan re danûstandin kiribûn. Ev ji bo min jî bû derfetek. Dema fîlma ‘Kurdistan Kurdistan’ jî me çêkir Egidê Cimo rola xwe ya rast leyîst.

 

Çi bandora apê te Husênê Mûşî di jiyana de ya muzîkê de bûye?

 

Min ji malbata xwe gelek tişt wergirtine û yek ji wan apê min Husênê Mûşî ye. Tiştekî xweş e mirov di bandora kesên wek Egidê Cimo, Şakiro, Kawîs Axa, Mihemed Arif Cizîrî, Mirado û Husênê Mûşî de bîmine. Herî zêde Şeroyê Biro bandor li min kiriye. Min di tevahiya albûmên xwe de herî kêm straneke Şeroyê Biro gotiye. Di meyê de jî ez di bin bandora Egidê Cimo de mame.

 

Aydin Bayram – Mihemed Emîn Demir

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply