(Bingehên ku nimêj li ser wan radiweste)
Riknên nimêjê ev in:
- Lipiyabûn e. Di nimeja farz de eger ku karibe lazim e li piya be.
- Niyet e. Cihe niyete dil e. Ew e bibeje: Min niyete, ez dikim çar reket farza nimeja nîvro.
- Tekbîra ihrame ye. Ê bibeje: Ellahuekber.
- Xwendina Fatiheye ye.
- Di her rek’ete de çûna rukû’e ye.
- Rabûna ji rukû’ê ye.
- Piştî ku ji rukû’ê rabû îtîdal e (pişta xwe bi temami rast bike) .
- Li ser heft azayan çûne secdê ye; li ser her du ling, her du çok, her du dest û enîyê here secdê.
- Rûniştina di navbera her du secdan de ye.
- Di rûniştina paşî de xwendina Tehiyyetê ye.
- Rûniştina ji bo Tehiyyetê ye.
- Di tehiyyata paşîn de selata li ser Pêxember e.
- Silava ewil e.
- Di her riknên fê’lî (kirarî) de rawestan e. Ango di her riknekî nimêjê de hinekî raweste û paşê derbasi riknê dî bibe.
- Tertîb e (li gorî rêzê pêkanîna van riknan e).
Ev riknên ku me gotin nimêj bêyî wan ne durist e û bi nekirina yekî ji wan -çi ji qesd û çi ji şaşî be- reketek betal dibe.
Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê