Yearly Archives: 2018

Tîrmeh, 2018

  • 12 Tîrmeh

    Ji Nûbiharê 8 Pirtûkên Nû

    ŞAHÊ DENGBÊJAN RESO   Di dinyayê de hin ‘tişt’ û qad hene ku bi tenê xasî miletekî ne û tenê ew milet wî tiştî dike û jê fêm dike. Dengbejî jî qadeke wisan e ku bi tenê xasî Kurdan e û ji rêgehên wan ên herî xwemal e. Di nav vê qadê de ciyê Dengbêj Resoyê Gopala gelek taybet û …

  • 12 Tîrmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin: Ronahiya Şevên Beriya Mêrdînê

    Min xwe di maleke kurdî û civateke gundî ya orjînal de li Beriya Mêrdînê dît. Malek, guhdana wê bi çandiniyê û xwedîkirina pez û dewaran hebû. Digel ku piraniya gundiyan ji bestên derdorî gund dixebitîn.. Li ber ronahiya çirayê, fanosê, lempê (Lumba) û lûksê (Luxe Lighting) mezin bûme.. Min xwedîkirina pez û dewaran, mirîşk û elokan baş dîtiye.. Di biharan …

  • 12 Tîrmeh

    Ma mafê dê-bav di pereyê di encama mirinê de derdikeve de heye?

    Pirs: Di encama qezaya çûnhatinê de mêrê min wefat kir. Keçeke min heye, ew jî li nik min e. Min ji kasko û sîgortaya trafîkê mîqdarek pere girt. Wekî din ziyana wesayîtê ji aliyê kaskoyê ve hat dayin. Ji pereyên ku min girtine dê û bavê mêrê min doza heq dikin. Di vê meseleyê de dê teqsîmeke çawa bê kirin? …

  • 11 Tîrmeh

    Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî

    Semînerek gelek balkêş li ser zaravayên zimanê kurdî li pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê ji aliyê du zimanzanayan hate lidarxistin. Prof.Dr. Salih Akın û Prof. Dr. Yaron Matras li ser projeyA xwe bi navê  ‘Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî ” agahdariyek berfireh dan beşdaran. Ev lêkolîn ji alîyê British Academy û AHRC (arts and Human Research Council) ve hate fînanse …

  • 11 Tîrmeh

    Dibêjin, Kurd çima hê bindest in?

    Fîlozof û Şairê Kurd Ehmedê Xanî ji vir sêsedûbîstûpênc sal berê, di Mem û Zîn da belengazî û xizanîya Kurdan bi van peyvên zêrîn tîne ziman û wiha dibêje: „Eger hebûya jibo me padîşahek Xwedê liyaq bidîya jibo wî kulahek Û bihata dîyarkirin jibo wî textek Eşkera eşkera dê vebibûya jibo me bextek (…) Em’ê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman Zorbirî …

  • 10 Tîrmeh

    Edebiyat/Wêje/Lîteratûr

    Edebiyat Çi Ye? „Edebiyat“,“ wêje“ an „lîteratûr“ sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nezaket û xweșikî“ ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul …

  • 10 Tîrmeh

    bêrî

    di pêlên deryaya biyan de rûdêna zêrîn çavên min xilmaş kirin ez bi tevzînoka bayê te digihînim tenîşta xwe                                                                     14 Tîrmeh 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014        

  • 9 Tîrmeh

    Roman û helbest

    Helbest û roman di gelek xalan de ji hev cuda bin jî, di wê xalê de digihin hev ku herdu janrên edebiyatê ne, ango ser bi yek kokê ne û mala herduyan jî wêje û edebiyat e. Pêwendiya navbera roman û helbestê pêwendiyeke heta hetayî û neguhêr e. Roman bêyî helbest debar nake. Berê di civat û rûniştinan de helbest …

  • 9 Tîrmeh

    Xeta Sor

    Bê şik û bê guman ji bo min! Xeta Sor: Tawîz Nedayîna ji Mafê Serxwebûn û Azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber ku: Ziman û Nasname, Tore û Wêje, Çand û Huner, Kultur û qedr û qîmet, Urf û Edet, Şeref û Namûs, Serbilindî û Serbestî, Jîn û Jiyan a Xweştirîn, Ol û Îman, Yekîtiya Neteweyî û Hevgirtina Mayînde, …

  • 8 Tîrmeh

    Roşinbîr û têkoşerekî evîndarê welat: KEMAL FEWZÎ (1891/92-1925)

    Dilo bêje Kemal Fewzî tu kanî?/Tu dilxweş be, bi van rojên ciwanî Dizanim ku di vî wextî tu rabî/ Welatê me ji xwînrijan cida bî. Cîgerxwîn Kemal Fewzî di sala 1891-92 de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji qeza Hîzanê ya girêdayê Bedlîsê ye. Ji malbateke muhterem û navdar e. Navê bavê wî Reşîd e. Bavê wî demeke …