Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî

Semînerek gelek balkêş li ser zaravayên zimanê kurdî li pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê ji aliyê du zimanzanayan hate lidarxistin. Prof.Dr. Salih Akın û Prof. Dr. Yaron Matras li ser projeyA xwe bi navê  ‘Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî ” agahdariyek berfireh dan beşdaran.

Ev lêkolîn ji alîyê British Academy û AHRC (arts and Human Research Council) ve hate fînanse kirin. Zankoyên, Duhok, Manchester, Rouen, Selaheddin, Soran, Zaxo, Nuneriya KRG Fransa beşdarê lêkolînê bûn.

seminer-ziman.2.jpg

Armancên sereke yên lêkolînê dokûmentekirina zaravayên zimanê kurdî û damezirindina danegehek (dataset) li ser zaravayên zimanê kurdî ye. Lêkolîner herweha dixwazin guherînên navzaravayan di bergeha formên standard ên Kurmancî û Soranî de vekolin û piştgiriya pêşdebirina teknolojiya dokumentekirina zimanê kurdî bikin. Hemû dane hatine transkirîb kirin û tevî deng û nexşeyan li ser xetê tên belav kirin.

Di semînerê de beşdariyek xurt hebû. Di nav beşdaran de gelek zimanzan, nivîskarên zimanê kurdî , mamosteyên zimanê kurdî û  kesên  ku xebata zimanê kurdî dikin hebûn. Di semînerê de balkêş bû ku Prof. Dr.Yaron Matras, bi eslê ne kurd e lê semîner hemû bi kurdîyek zelal  û zaravaya kurmancî pêşkeş kir. Di projeya xwe de, zaravayên çar aliyên Kurdistanê û gelek herêman berhevkirine  û li ser ziman xebat kirine. Her du zimanzanan gotin ku armanca me em li ser devokên kurdî lêkolîn bikin ne ku li ser standartbûna zimanê kurdî xebatê bikin.

Ji bo agahdariya  berfirehtir :.  http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk

Rûpela Nû- Roza Kurd / Swêd

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply