Roman û helbest

Helbest û roman di gelek xalan de ji hev cuda bin jî, di wê xalê de digihin hev ku herdu janrên edebiyatê ne, ango ser bi yek kokê ne û mala herduyan jî wêje û edebiyat e. Pêwendiya navbera roman û helbestê pêwendiyeke heta hetayî û neguhêr e. Roman bêyî helbest debar nake. Berê di civat û rûniştinan de helbest dihatin xwendin. Gelek caran çîrok û serpêhatî jî bi helbestan dihatin hûnandin. Dûre ev çîrok û serpêhatî dibûn haveyna hîkayet, roman û destanan.

 

Yanî helbest timî di nav civakê de hazir û amade bû, bi taybetî di dîroka edebiyata Kurdî de, dîroka helbestê pir li pêşiya dîroka romanê ye. Destanên mezin wek Mem û Zîn û çîrokên qehremaniyê jî bi helbestê hatine gotin. Ji helbestê hîkayet, çîrok û destanan çarçove girtine û helbest estetîk û bedewiyeke zêdetir dide wan. Ango ew çîrok, hîkayet û romanên ku îro bi şêweya pexşanê têne vegotin, berhema wan destan û çîrokan in ku ji helbestê çavkanî girtine.

 

Lewra em dikarin bêjin: Vebêjerê çîrok û romanê, bi awayekî ji awayan şîrovekarê helbestê ye û di heman demê de ji hinavê helbestê çîrok û romanê berhem tîne.

 

Di nava bûyerên romanê de, hertim derbirîna helbestvanî amade ye û zimanê helbestvanî mijara sereke ye. Di nebûna vî zimanê helbestvanî de jî, hunera vegotinê nîvco û nivîşkan dimîne. Çimkî roman dikare bi riya van derbirînên helbestvanî xwe ji zimanê devokî û rojane xilas û cuda bike.

 

Rexnegirê Fransî yê navdar Jean-Yves Tadié (1936 – ) di kitêbekê bi navnîşana (Çîroka Şiîrî) de dibêje: “Her romanek bi indaza qesîdeyekê ye. Her qesîdeyek jî di astekê di astan de çîrok e.”

 

Şiîr zimanekî têrwate û himbiz ê derbirînê dide romanê. Wêneya hunerî ku wênegirekî fotografî bi kameraya xwe digire, romannivîs wê diguhere bo wêneyeke dahêner û bi peyvan, wêneyeke cuda ji realîteyê jê çêdike û tîn û germiyê dide maneyan.

 

Eger çîrok an destan an romanek bi şiîrê hatibe nivîsandin û ji riwangeyeke giştî babetan nîşan bide, mumkin e ji girîngiya şiîriyeta helbestê kêm bike. Çimkî timî hilçûnên dîrokî û îdeolojî li ser teksta vegotinê serdest in ku ev jî girîngiya şiîrê kêm dikin. Ango gava romanek bi şiîrê tê nivîsandin, şiîr dikeve jêr kartêkirina bûyeran û helbestvaniya xwe ji dest dide.

 

Xwîner dikare wê hişyariya şiîrî têbînî bike ku di naveroka piraniya romanan de tê dîtin û timî helbestvanî di romanê de reng dide û li ser wê serdest e. Lewra em dikarin bêjin: Şiîr minetê li ser romanê dike dema konteksta vegotina bûyeran û pêvajoya vegotinê hevaheng û rewan û zelal dike û zimanekî rewan û xwerû dide romanê.

 

Jean-Yves Tadié şêwaza çîroka şiîrî wiha wesf dike: “Mirov hest bi wê yekê nake ku çîrokek mohra şiîrî lê hatiye xistin, eger ew kes ne têkildarî ziman be, kesayetî û dem û cih û binyata çîrokê, ne mercên tenê ne bo zanîna ku çîrokek helbestvanî ye, eger himbizkirin û rîtma muzîkê û wêne, timî amade bûn, ew hest li ba xwîner çêdibe ku di dema xwendina çîrokê de wiha bawer bike qesîdeyeke pexşanê dixwîne.

 

Helbet pêwistiya romanê bi hîkayetbêjekî heye ku bûyeran vebêje. Divê hin caran ev hîkayetbêj winda be û rê bide dengekî din di nav tekstê de vegotinê ragire û hest û helwest û karvedanên xwe nîşan bide. Rengek ji helbestê û awazek ji vî dengî dizê, pêkan e têgiheke wek “ez a lîrîkî” ji bo vî dengî bê bikaranîn ku rê xweş dike ji bo amadebûna lîrîkiyeta şiîrê di hûnandina teksteke romanê ya vegotinbend de.

 

Derbarê ka çiqasî roman û helbest di hundirê tekstan bi xwe de têkildarî hev in, ev girêdayî tekstan bi xwe ye û pêkan e helbestvaniya teksta romanekê zêde be û di teksteke din de helbestvanî kêmtir be. Ev li ser şiyana romannivîs û mijara romanê jî dimîne. Ango heta çiqasî mijara romanê rê dide helbest serdest be. Pêkan e nivîskar bi şiyan be, lê wek mînak babeta romaneke polîsî, rê nade zimanê helbestvanî serdest be. Yan nivîsandina romaneke sozdarî û dilînî bi zimanekî hişk û ziwa nayê nivîsandin û eger wiha be girîngiya romanê kêm dike.

 

Helbet ev li hev alan û bi hev ve bûna şiîr û romanê, xalên cuda yên van herdu janrên wêjeyî yên girîng kêm nake û cudahiya navbera van herdu janran her wekî xwe dimîne. Şiîr derbirîneke mirovî ye ku girêdayî hişyarî û hest û karvedana takekesan e. Lê çarçoveya romanê berfirehtir e û jiyanê bi hemû aliyên wê yên cuda ve li xwe digire, bi riya nerîna xweyî û takekesî hişyariya kolêktîf û nerîna giştî derdibire û nîşan dide.

 

Di aliyê çêj û xweşiya xwendinê de jî, cudahiyeke mezin di navbera roman û helbestê de heye. Çimkî hîm û bingeha romanê bûyer e û rewşa mirovî ya civakan derdibire. Lê şiîr hesta takekesî û nava şaîr û karvedana rewşeke derveyî di nava şaîr bi xwe de derdibire.

 

Lewma pêwist e romannivîs kesekî hişyar û xwedî marîfet be, lê ne merc e ev sîfet di şaîr de jî hebin, çimkî pêwistiya romannivîs bi zanyarî û xwendin û şopandinê heye. Lê di gelek rewşan de şaîr nava xwe dinivîse û ne merc e pêwistiya wî bi marîfeteke kûr û berfireh û zanyariyên zêde hebe. Çimkî şiîr ji nava mirov dizê, lê roman encama temaşekirin û mêzandina li derve ye. Tevî vê jî eger şaîr xwediyê marîfeteke kûr be, asta derbirîn û wateyên wî yên şiîrî kûrtir dibin û dibin rengdana asta marîfî û rewşenbîrî ya şaîr.

 

Ne merc e şaîr bikare romanê binivîse, lê divê şarezayiya romannivîs di zimanê şiîrî de hebe da di proseya vegotinê de tewzîf bike û romana wî/wê ji zimanê hişk ê babetên zanistî û zimanê sade yê axaftina xelkê cuda be. Roman bi şiîrê nayê nivîsandin, lê bi amraz û derbirîna şiîrî tê nivîsandin. Çimkî ev hevahengiyê di navbera peyv û hevokan de çêdike, da bala xwîneran bikişîne.

 

Romannivîsê Spanyayî Ernesto Sabato (1911-2011) digot: “Pexşan roj e, lê şiîr şev e. Ti romaneke mezin nîne ku bi şiîrê nehatibe hûnandin.”

 

Lewra normal e şaîr, romanê nenivîse û pê jî nizanibe, lê nabe şehrezayiya romannivîs di zimanê şiîrê de nebe. Fîlosofê Alman Martin Heidegger (1889-1976) dibêje: “Şiîr bingeha huneran e.” Ango her kesek di her warekî hunerî û wêjeyî û marîfî de kar bike, girîng e têkiliya wî bi şiîrê re hebe.

 

Senger Zirarî

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply