Pêwîstiya Tevgera Pirtûkên Klasîk

Rojekê pirseke wiha bi ber çavê min ket: “Divê em çima pirtûkên klasîk bixwînin?” Vê pirsê ev hevoka Italo Calvino anî bîra min: “Pirtûkên klasîk ew pirtûk in ku meriv jê re nabêje “ez wan dixwînim” dibêje ez wan “ji nû ve dixwînim.” Pê re jî ev hevok: “Pêwîst e di edebiyatê de berhemên herî kevn, lê di zanistê de berhemên herî nû werin xwendin.”

 

Dema mirov li dîroka miletên di pêşdeçûnê de rabûne pêdarê dinihêre, meriv pêrgî faktoreke esasî tê: Edebiyat. Belê edebiyat di pêşdeçûna miletan de roleke esasî lîstiye. Mirov vê yekê li Rojhilata Navîn di dema pêşketina şaristaniya îslamiyetê de, li Ewropayê di dema ronesans û reformê de bi hêsanî dibîne. Di dema Şoreşa Fransayê de jî rola edebiyata wê demê tê dîtin.

 

Di dema Ebbasiyan de ereban komîsyonên wergerê damezrandibûn û hinek klasîkên Yûnanistana Antîk û hwd wergerandibûn erebî. Û pê re jî şaristaniya îslamiyetê rabûbû pêdarê… Dîsa di Serdema Nû de ewropiyan gelek berhemê dewrên kevn yên bi zimanê latînî wergerandibûn zimanên xwe û pê re şaristaniya Ewropayê derketibû holê…

 

Dema ev rastî li holê be, meriv nikare xwe ji edebiyata klasîk bêpar bihêle. Çimkî di çêbûna hişmendiya civakî de, di pêkhatina neteweyan de, di çêbûna dilşadî û xemgîniyên hevpar de wêje/edebiyat roleke sereke dilîze. Tenê ji ber vê sedemê bûya jî divabû hetanî niha me ji zû de komîsyanên tercûmeyê û wergerê avakiribûya û bi sedan berhemên klasîk yên dema Yûnanistana kevn û yên dema şaristaniya Romayê wergerandibûya zimanê kurdî. Lê mixabin di vê hêlê de valahiyeke mezin heye û nayê dagirtin.

 

Wexta min destanên bi nav û deng -Îlyada û Odysseîa- yên hozanê mezin Homeros dixwend van agahiyên li jor di hişê min de hêlîna xwe çêdikir û ez xwe bi xwe fikirîm ku em dê kînga vê valahiyê ji holê rakin… Pê re di cîhana întenetê de geriyam ka ev destanên ji du hezar salan zêdetir e gêncîneya edebiyata dinyayê dewlemend kiriye ka li zimanê me jî hatiye wergerandin an na? Lê mixabin ji bilî xebateke du arkeologên kurd -Kamuran Demir û Fecri Polat- ez pêrgî tu xebatek din nehatim. Van herdu ciwanan Destana Îlyada ku ji bîst û çar beşan pêk tê, tenê çar beşên ewil û bêşa dawîn wergerandine kurmancî û wekî pirtûkekê dane weşandin. Vê rewşê ez di hêlekê de kêfxweş kirim ku va ye xebatek destpêkê heye; di hêlek de jî xemgîn bûm ku ev destanên herî kêm li sî zimanên cuda hatine wergerandin û edebiyata gelek miletan dewlemend kiriye hêj nebûye mêvanê pirtûkxaneya kurdî.

 

Dîsa BBCyê lêpirsînek/anketek li ser 100 pirtûkên herî zêde li ser fikir û ramanên mirovan bandora xwe hiştiye, çêkiribû. Ev lêpirsîn li 35 welatên cuda, bi 108 akadamîsyen, nivîskar, rexnegir, rojnamevan û wergêran re hatiye çêkirin. Di encama lêpirsînê de dîmeneke balkêş dertê holê. Di nava deh pirtûkên ewilîn yên herî bi bandor de du hebên Homeros hene ku me navê wan li jor kifş kiriye: Destana bi navê Odysseia di rêza yekem de û Destana bi navê Îlyada di rêza dehem de ji xwe re cih dîtiye(1).

 

Girêdayî vegotinên behskirî; ez ji sazî, dezgeh û kesayetên bi edebiyata kurdî re eleqedar in tika dikim ku yên derfetên wan hene, bila ji bo avakirina komîsyonên tercûme û wergerê hewl bidin. Û bila ev hewldan jî bibe destpêka xebata wergerandina pirtûkên klasîk.

 

Bi hewldaneke wiha hem em ê ji edebiyata bi nirxên gerdûnî dagirtî bêpar nemînin, hem jî bi saya wergerê dê zimanê me, kurdiya me bi pêş keve…

 

Navê vê xebata dê bê kirin jî bila “tevgera pirtûkên klasîk” be…

 

Bibîrxistin ji min…

 

A niha jî xwe bi naveroka Destana Homeros Îlyadayê ve bilî dikim û di demeke nêzîk de hûn ê bixwînin.

 

Di vê hêlê de bi hêviya rojên xweştir…

Mahmut Ozçelîk-Çandname

Çavkanî: 1. http://www.edebiyathaber.net/dunyayi-degistiren-100-kitap/

Derbar ziman

Check Also

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê …

Leave a Reply