Romana `Serwerê Med Aştîyago`Derket!

Kurd dîroka xwe çawan dizanin? Çîrok û çîrvanokên devkî yên rabihûrîna Kurdan, çend dikarin têr û tije rastiya dîroka Kurdan vebêjin?
Û gelek pirsên dîtir li benda bersivê ne. Dîroka gelekî qedîm bi taybet jî, ji aliyê mirovên vê netewê ve bi têrayî nayête zanîn.
Romana Dîrokî ya Mamoste û nivîskarê Kurd Fergîn Melîk Aykoç ya bi navê -Serwerê Med Aştîyago- berhemeke zêrîne bo zanîna dîroka Kurdan.

Romana Imparatoriya MED „SERWERÊ MED AŞTIYAGO“ derket

Niviskare Romanê wiha dibêje: „Em gişt baş dizanin ku dîroka me bi giranî bi destê dîrokzanên dagirkeran, yan jî ji dev û vegotinên dagirkeran hatine girtin û nivisandin. Dema em mijareyekê lêdikolin, di divêtiyê de dimînin ku têkevin nava çavkaniyên Ereb, Faris, Tirk yan jî misyonerên biyanî yên destûr ji van dagirkeran standine û nivisandine.

Hin çavkaniyên me yên heyî jî di bin siya hişmediya bawerî û bîrdoza dagirkeran de ne. Ji wê jî têgihîştina me ya dîrokî şaş e. Divê em di her warî de bi guman û rexnegirî nêzîkê mijareyên dîroki bibin. Bi kêmasî hin tiştan di serada destan, wegotin, sitran, gotinên pêşiyan û çîrokên gelêrî re derbaskin, bi azîna rûberandinan bigihîjin rastiyê. Min jî hemû çavkaniyên heyî, karektera dagirkeran, derew û îftirayên wan di ronahiya vê têgihîştinê de rûberand û berhemeke bikane di vî warî de hem hestê netewî xurt bike, hem jî rêya rastiyê vebike pêşkêşî xuneran kir.

Hêvî dikim ku ev berhem bibe pêpilikek bingehîn. Ev roman e, lê rastiya MED e Li „QESRA ROJÊ“ (qesra Medan) çi hebû? Serwerê (qiralê) Med Aştiyago (Astiyages / Îştumego /Îştumemgo) Kî ye? Nebe „Memê Alan“ bixwe be ? Keyxatûn Alyanis (Zeine Alyanîs) a keça Alyattesê II ê serwerê Lidya kî bû? Nebe ew Zîna Memê Alan be? Herpago kî ye? Çima îxanet kir? (Herpago >Herbako >Herbeko > Beko?) Ma bi îxanetekê serweriyeke hildişe? Tev de di vê romanê de ye. Ji devê dengbêjê Keyêkeyan (qiralêqiralan) Aştiyago PÎR ZERO bixwînin! Divê her kurd vê romanê sedî sed bixwîne.„

Rewanbêj

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply