Zinar: Cegerxwîn ne “Cegerxwîn” bû, ne kurdperewer bû – 1

_Min ji xwe re digot ez ê bibim yekî weke Ehmedê Xanî,  Feqiyê Teyran an jî Melayê Cizîrê.

 _125 pirtûk bi navê min hatine weşandin.

 _Cegerxwîn tiştên wisa gotine ku ne layêqê mirovê welatparêz in.

 _Cegerxwîn bi devê xwe gotiye ku wî ji Kurdan re tu ked û xebat nekiriye

 _ Cegerxwîn tenê bi rûpelekê behsa Komara Kurdistan a Mehabadê kiriye, ew jî bi xerabî…

_Ne misilmantî, lê belê misilmanan mala Kurdan rûxandiye.

_Wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pir lawaz e.

 _Eger leşkerên te bi milyonan hebin, dikarin bibin tune; lê ku zimanê te hebe tu kes nikare te tune bike.

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî

 

-Mamoste, hûn dikarin kurteyekê ji jiyana xwe raber bikin?

Ez di 1953′an de li gundê Hedhedka girêdayê bi navçeya Qubînê ve hatime dunyayê. Bavê min mele bû, meletî dikir.

Ez di nêv medreseya bavê xwe de mezin bûme. Pêşî min 11 salan Medreseya  Kurdî  xwendiye û paşê min Îmam Xetîba Diyarbekrê dewereya yekemîn xwendiye, her wiha 4 salan lîseya Wêjeya Turkî  jî xwendiye.

Piştî xwendin û leşkeriyê  min 11 salan li Şaredariya Batmanê mamûrtî kiriye.

Di 1980′yî de dema Cunta Turk a faşîst hatiye, hetanî 1984′an ez 8 caran hatime girtin.

Di sala 1984′an de, dadgeha leşkerî cezayê zindan û sirgûnê daye min,  ji vê yekê ez reviyam û çûm  Siwêdê.

Li Siwêdê, Nexweşxaneya Xaça Sor neh sal û nîvê ez tedawî kirime.

Li sala 1985′an, min Weşanxaneyek bi navê “Pencînar Weşanxaneya  Çanda Kurdî”  ava kiriye,  paşê min çapxaneyek jî ava kiriye.

Piştî du-sê salan ji xwendina Zimanê Siwêdê, min korsa grafîka çapkirinê jî xwendiye.

– Te kengê û çawa dest bi nivîsê kir?

Di Medreseya Kurdî de, bavê min dersek dida feqiyên xwe navê wê dersê “Meşq” bû (Anku awayê nivîsandina ciwan), ez jî tevlî wê korsê bûm.

Vêce hikmet çi be jî, ez ê yekemîn di korsê de derketim, ji vê yekê hinan digot ku Seyda kurê xwe bi zanebûn daye pêş.

Mim piraniya helbestên Melayê Cizîrî, yên Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ji ber kiribûn, wê çaxê min ji xwe re digot ez ê bibim yekî weke Ehmedê Xanî,  Feqiyê Teyran an jî Melayê Cizîrê.

Ji bo ku ez tewrên nivîsandinê baş  fêr bibim, di salên 1963-1964′an de, min wekî nivîsende (Katib) 4 pirtûk ji nû ve nivîsandin, ew ne pirtûkên min in, bi tenê min ji pirtûka orjînal rûnivîsek çêkir, ta aniha jî ew li nik min in.

Piştî ku min nivîsandina wan pirtûkan qedand, min xwe wek endamekî zana di nivîsandina zimanê Kurdî de dît.

Ji zarûktiyê ve heweseke pir mezin a Zimanê Kurdî bi min re hebû, wextê ku di îşkencexaneyan de li min dixstin, her tim rika xwe didan Zimanê Kurdî û digotin “Ziman tune, alfabe tune, pirtûk tune…” Min jî sond xwar û got hema vê carê ez nemirim û bifilitim, ez ê bi tenê xizmeta zimanê Kurdî bikim. Min li zindanê soz da Xwedê jî ku ez ê kurdî binivîsim…

Çawa ku ez giham Siwêdê, min qet xwe nêzî siyasetê nekir, ji ber ez ji Medreseya Kurdî hatime, min dizanibû ku Zimanê Kurdî çi qas dewlemend e.

Destpêkê min berhemên Klasîkên Kurdî veguhastin bo tîpên Latînî, ta niho 32 berhem ji wan hene.

– Der barê girtin û zindanîkirina te de, eger tu hinekî li serê biaxivî û bêjî çend caran û ji ber çi tu dihatî girtin?QAB 1

 Di 12′ê Êlûna 1980′yî de dema Cunta Leşkerî hat, rojekê berî Sersala 1981′ê ez hatim girtin. Piştî ku ez hatim berdan, carekê ez li karê xwe bûm û Qayîmeqamê Batmanê hat gerînendeya ku min lê kar dikir, min jî bi hevalekî xwe re bi kurdî xeber dida; Qayîmeqam (Hayrullah Yildiz) hat ber maseya min, berê xwe da min û got “Eşşekçe konuşma” anku bi zimanê keran xeber nede û wê carê jî ez hatim girtin. Hetanî Sibata 1984′an ez 8 car hatim girtin û di 3 caran de 178 roj işkence li min kirin. Her cara ku ez digirtim, heqaretên mezin li min dikirin û tawana damezrandina siyasetên kurdî diêxistin histûyê min. Her çi qas min ji wan re digot, ez mirovekî mele me û min dîn xwendiye, lê car dî dinivîsandin ku ew dewleteke kurdî ya Markisî dixwaze.

Carekê jî di îşkenceyê de derbeyek li serê min dan, ez ji bo nexweşxaneyê veguhastim û 8 rojan bêhiş mame. Dema ez bi ser hişê xwe ve hatim îcar min ji xwe re got “Eger malê dunyayê tev ê min be, ne hêjayê 5 qirûşan e ku ez bimirim” vêce min got ji ber ku ew dijûn û heqaretên xerab bi zimanên min dikin, ez jî soz didim ku ez sax bifilitim, ez ê hetanî mirinê xizmeta vî zimanî bikim.

– Der heqê îşkence û serpêhatiyên te yên zindanê,  te pirtûkek bi zimanê Turkî berhem daye, jixwe ez bawer im bi tenê ew pirtûka te bi zimanê Turkî ye. Ji bo çi te ew pirtûk ji rêza pirtûkên xwe yên bi Zimanê Kurdî der kir û te bi Turkî nivîsî?

 Di wê demê de Zimanê Kurdî tu dikarî bêjî li seranserî dunyayê mirî bû, armanca min ji nivîsandina bi zimanê Turkî ew bû ku Kurdên me yên Bakûr ku hatine Ewropayê tev karibin bixwînin. Ya duyan jî min dixwest ku bi hêsanî ez wê berhema xwe pêşkêşê saziyên mafên mirovan bikim, da ku bizanin çi îşkence û hovîtî li Kurdan tê kirin.Armanca min ew bû ku işkenceya min were belgekirin, min bawer nedikir ku ez ê sax bimînin, ji ber ku wê demê tenduristiya min pir xirab bûbû.

Îşkenceya ku li min dikirin ez jê pir nediêşam, lê belê dema li pêşberê min îşkence li zarok û jinan dikirin, ez pir diêşiyam.

-Bi hejmar, çend berhem û pirtûkên te hene û naveroka wan berheman bi giştî çi û çi vedihewînin?

Ji sala 1985′an heta niha, 125 pirtûk bi navê min hatine weşandin.

Birek ji wan pirtûkan lêkolîn û nivîsên min in, hin folklor û danehev in, hin jî tîpguhastina pirtûkên klasîkan in.

Pêwîstiyeke pir mezin a Kurdan bi wan heye.

-Di salên 90′î de tu hatî Rojavayê Kurdistanê ji ber hin sedemên lêkolînerî, eger tu li serê biaxivî?

Erê rast e, ez di sala 1994ian de li ser rêya Şamê hatibûm Qamîşloyê.  Du sedemên hatina min hebûn:

a) Çar pirtûkên min ên ji bo çapê hazir hebûn, min ew bi alîkariya Dîlawer Zengî li Şamê bi diravên xwe dan çapkirin û piştre min ew her çar jî wek diyarî dan Komika Ehmedê Xanî ya ku li Qamîşloyê hatibû avakirin.

b) Sedema girîngtir jî ev bû ku ez lêkolîneke berfireh li berhemên Folklora Kurdî bikim. Bi alîkariya gelek rewşenbîran min gelek tişt bi dest xistin. Ya girîngtir jî ev bû ku rûbirû hin rewşenbîrên Kurd ên herêmê ziyaret bikim û rewşa kar û xebata wan a li ser Çanda Kurdî bibînim. Wê demê gorbihişt Mele Nûriyê Hesarî çend berhemên xwe yên destnivîs dane min û min yek ji wan a bi navê Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî  ji destnivîsê derbasê komputerê kir û weşand.

– Ez bawer dikim berhema te ya herî dawî, pirtûkek bi navê “PIRSNAME”yê ye, tê de tu li ser berhema Cegerxwîn a bi navê “Jînenîgariya Min” diaxivî û tu 610 pirsan ji Cegerxwîn dikî. Sedema nivîsandina te ji “PIRSNAME”yê re çi bû?

Wextê ku ez hatim Siwêdê, dewletê xanî da min û min du risim (Wêne) li mala xwe daleqandin, yek rismê  Mustefa Berzanî û yê din jî rismê Cegerxwîn bû. DemaPIRSNAME ku di sala 1995′an de pirtûka Cegerxwîn a bi navê “Jînenîgariya Min” derket, xudanê weşanxaneya APECê şahiyek çêkir û pirtûkek diyarî da min, û ji ber ku min zêde ji Cegerxwîn hez dikir, min pirtûkeke din jî bi pereyên xwe kirî.

Piştî salekê derfet çêbû û min ew pirtûk xwend, lê min dît ku tiştin tê de hene ez jê bawer nakim, ji vê yekê min got qey çavên min berevajî dibînin.

Sê caran giham dawiya pirtûkê û vegeriyam; Cegerxwîn tiştên wisa gotine ku ne layêqê mirovê welatparêz in.

Berî hingê jî, min pirtûkeke Komeleya Ataturk a li ser Mehkemeya Îstiqlalê xwendibû, ewê pirtûkê gelekî Şêx Se’îd û hevalên wî xirabkar dane nîşandan, lê piraniya gotinên wê pirtûkê û yên Mehkemeya Istiqlalê û gotinên pirtûka Cegerxwînî  wekî hev in.

Min careke din ew pirtûk xwend û tiştên xeter bi qelemê destnîşan kirin, paşê min telefona weşanxaneyê kir.

Min got xudanê weşanxaneyê ku “Ev pirtûka Cegerxwîn a we çap kiriye, tê de gelek tiştên sosret hene meriv bawer nake ku gotinên Cegerwînî ne.”

Xudanê weşanxaneyê gote min: “Wileh Cegerxwîn tiştên xirabtir jî gotine” û got ku “me gelek tişt ji navê derxistine jî. Lê eger tu bawer nekî, were ez ê dosyayê (Destnivîsa pirtûkê) tevî deynim ber te, yekoyeko lê birêne.”

Îcar min gazî 6 nivîskaran kir (navê wan nabêjim) û min ji wan pirsî:  “We tevan pirtûka Cegerxwîn xwendiye?” Tevan got ku wan pirtûk xwendiye.

Min gote wan, çima hûn bêdeng mane?

Sêyan ji wan got “Em newêrin tiştekî bêjin” û sisiyên din jî gotin ku “Cegerxwîn xwe hetikandiye, ma em çi bêjin?”

Min pêşî gotarek li ser pirtûkê nivîsî, lê min dît ku gotara min 30-40 pel derket, min dît ku babet ne karê gotaran e. Piştre min ew pirtûka bi navê “PIRSNAME”yê nivîsand û di sala 2002′an de qediya.

– Cegerxwîn di pirtûka xwe ya bi navê “Jînenîgariya Min” de gotiye ku Mele Mistefayê Berzanî der heqê Qazî Mihemed de ji min re gotiye”Ji xwe min di jîna xwe de tenê ew şaşî kiriye ko min ayina xwe bi ew bêbextî (Qazî Mihemed) re kişandiye”  Te jî diPIRSNAME”yê de bersiv daye û gotiye ku Cegerxwîn ne rast dibêje û her wiha te gotiye”Cegerxwîn bi vê gotinê jî xwestiye ku rûmeta wan her du serdarên Kurd daxîne.” 

Tişta ku gotina te piştrast dike ku Cegerxwîn ne rast nivîsiye, çi ye?JINENIGARYA MIN

Cegerxwîn di wan salan de Kurd û Kurdistanê bi kêşana Markîsî û pîvana Lenînî nirxandine. Ji ber hindî, wî xwestiye Mistefa Berzanî jî û Qazî Mihemed jî, her wiha hemû rêber û berpirsên şoreşên kurdî jî bibin şû’î.

Ew yek jî ne mimkun bûye. Ji ber hindê Cegerxwîn nebûkariyên bêbinyad li hemuyan kiriye.

Heta îroj jî çu delîl, belge, îsbat û şahidek tune ku Mele Mustefa bi xirabî li ser Qazî Mihemed û Komara Mihabadê axivîbe:

1)  Dema ku Qazî Mihemed ketiye rewşa dawîn, Alaya Kurdistanê teslîmî Mele Mustefa Berzanî kiriye. Eger Qazî “bêbextî” bûya, Berzanî Alaya Kurdistanê ji dest wî wernedigirt.

2) Mele Mustefa Serleşkerê Giştî yê Şoreşa Mihabadê bû.

3) Ew gotina ku Cegerxwîn ji devê Berzanî gotiye, nihêniyeke siyasî ye, tenê berpirsên komîteyê dikarin ji hevalên xwe yên siyasî re bêjin.

4) Mistefa Berzanî rind dizanibû ku Cegerxwîn komunîst e û bi şû’iyan re kar dike. Baweriya Berzanî pê nedihat ku gotineke wisan jê re bibêje.

5) Berzaniyê ku şêst salî ji bo azadiya Neteweya Kurd şerê azadiyê kiriye, Cegerxwînî pir gotinên xirab di buwara wî de gotine.

6)  Cegerxwîn Komara Mihabadê bi xiyanetê tawanbara kiriye û Mistefa Berzanî jî wek kujerê Kurd bi nav kiriye, ji ber hindê gotinên Cegerxwîn bi çu rengî nayê qebûlkirin.

7) Dema Mistefa Berzanî dest bi şoreşê kiriye, hingê Cegerxwîn li Bexdadê bû û mûçe ji hikûmeta Bexdadê werdigirt, her wiha pereyekî zêde jî wek “diyarî” dane wî.

Cegerxwîn bi wê gotinê nebûkariyeke mezin li Mele Mistefa Berzanî jî û li Qazî Mihemed jî kiriye ku mêjû wî nabexşîne. Bila rihê her duyan jî şad be…

– Cegerxwîn di heman pirtûka xwe de Xalid Begê Cibrî, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Se‘îd, Haco Axa, Apo Osman Sebrî, Dr.Nafiz, Mele Mustefayê Berzanî   û gelekên din bi mêrkuj, diz, keleş, sîxur, casûs, tolaz û xayîn bi nav kirine. Tu çawa li van gotinan dinihêrî?

Eger du mezinên Kurd, an jî du nivîskarên Kurd hevrikî di navbera wan de çêbe û li dijê hevûdu biaxivin, tiştekî pir normal e.

Lê wextê Cegerxwîn hemî rêberên Kurdan û hemî şoreşên wan bi xiyanetê  tawanbar bike, dêmek nihêniyekê xeternak di Cegerxwînî de heye.

Ya duduyan, Cegerxwîn bi devê xwe gotiye ku wî ji Kurdan re tu ked û xebat nekiriye, bi tenê wî ji komonîstiyê re kiriye.

Cegerxwîn  xwestiye ku Kurd hemî têkevin nêv Partiya Komonîst.

Jixwe partiya komonîst li her çar parçeyên Kurdistanê jî, di bin çavdêriya dewletên dagîrker de bûye.

 

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66′an de hatiye weşandin 15.8.2017

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply