Xweşikî û Kirêtî

Guncavî, denge, başî, ehlaq û tevgerên Îslamî, hevalên xweşikîyê ne. Neguncavî, tundirawî, nebaşî, bêehlaqî û tevgerên neîslamî jî hevalên kirêtiyê ne. Dil bi kê re be beden bi wê re ye. Dil li ber kê be, dilber ew e; lê dîlber jî hene, ew jî koleyê kirêtiyê ne.

Xweşikî, tevgera li gorî xuliqandinê ye. Kirêtî, tevgerên ku ji xuliqandinê dûrketî ne.

Ji aliyê dirûvê ve mirovên kirêt nînin, tevgerên kirêt hene. Li gorî dil em bahsa rewşeke guherbar dikin lewra xweşikî û kirêtî li gorî bergeha dil tê guhertin: Jojî dest çêlîkê xwe dide û dibêje: “Peryên wan çi nermik in.”

Bergeha îlahî û ya beşerî ne weke hev in. Li gorî Xwedê xweşikî û kirêtî eşkere ye, nayê guhertin. Ku bawermend jî berçavka hikmetê didin ber çavê xwe ji wan re jî nayê guhertin.

Xwedê, me li ser “Ehsenel teqwîm” xuliqandiye û dûvra jî wî me şandiye “Esfele Safilîn” em di jiyanê de di navbera herdu qonaxan de diçin û tên. Ev tevgergeha me ye. Hilbijartina xweşikî û kirêtîyê di vir de diqewime. Kesên ku neheqiyê dikin, pêşî zilmê li xwe dikin. Ew di çalekê de şepirze bûne. Wan dilê xwe qulipandine; ji ber vê yekê jî di wê rewşê de ne. Ji bo ku ji taritiyê derkevin ronahiyê, ji bo ku ji wê rewşa belangaz hilkişin rewşa herî baş, divê dev ji zilmê biqerin. Kesên ku dadê dimeşînin li ber çavê dijminên xwe jî biqîmet in; lê kesên ku zalim bin em ji heman dînî bin jî li ber çavên me kirêt in. Bedêla her tiştî heye. Xelata tevgerên xweşik û cezeyê tevgerên nebaş ji hev cûda ne. Hespê rind qamçîyê nagihîne xwe.

Bawermend, zilmê naxin nav baweriya xwe. Di karê xwe de piroletiyê nakin. Nadine pêşiya Xwedê û Resûlê wî, tiştê ku negotibin bi ser dînê xwe ve nakin. Bawer dikin ku dîn kemilîye, tiştekî ji dîn dernaxin. Heta mirinê di hedê xwe de dimînin. Piştî tengasiyê ku rewşa wan xweş dibe xwe ji bîra nakin, xwe nakin xelaskerê cîhanê, bangewaziya mehdîtîyê nakin, xwe nakin pêxember, ji bedêla Xwedê şefaatê nakin, piştî baweriyê ji rêya rast dernakevin, di ilmê xwe de xerab nabin, xwe kirêt nakin.

Divê mirov ne pir destvekirî be û ne pir destgirtî be. Ne destbelavî ne xesîsî xweşik e. Destbelavên pirole, hevalên Şeytên in. Forseke bêxêr e tevgera wan. Tevgereke ne di cîhê xwe de zilm e. Ku erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tune be zû xelas dibe. Xesîsî jî nebaş e û mirov ji xesîsan hez nakin. Kesên ji xwe tenê re û destgirtî ji navê Xwedê yê Rezzaq bawer nakin. Hebû nebû herdem xesîsek  hebû. Dawiya dawî, ne xwar û ne da hevala, genî kir avêt newala.

Hemû xebata me ya li ser edebiyatê ji bo afirandina evîneke netewî ye ku gelên din jî ji me hez bikin. Ev keda menî pîroz ji bo ku çîrokeke evînî ye ku hemû gel xwe di mirêka wan lehengan de bibînin. Şev û roj em li ser hezkirineke bedew dixebitin da ku em tev de dil bikevênê. Di hemû serdemên edebî de xirûpişa dilê me ji bo ku em helbesteke diltenik binivîsin da ku hestên me bikemilin em jî karibin derkevin nav mirovan.

Bawerî li ber çavê bawermendan xweşik xuya dike; lê şîrk kîrêt xuya dike. Kafirtî jî li ber çavê kafiran xemilandiye. Gotna rast bi mirovên xwar ne xweş tê. Mirov çawa dixwaze wilo dibîne. Jinên ku di reklaman de bedena xwe bi fahşitî bazar dikin, koleyên kapitalîzma modern in. Jiyana wan li ber çavê wan xemilandî. Ew tawanbarên bijartinên xwe ne. Ji bêehlaqiyê kirêtî çêdibe ji başiyê xweşikî belav dibe. Dew birayê mast e.

Cenka neîslamî, kanikirineke bi zorê ye. Talankirina keda mirovan e. Kolekirina rûmeta mirovan e. Di Îslamê de cîhat ferz e; lê cenk li gorî şert û mercan e. Heta dijminê te êrîşî te neke tu nikarî êrîş bikî, heta ew te ji welatê te nederxin tu nikarî wan ji welatê wan derxî, heta ew di rêya Dîn de bi te re cenkê nekin tu nikarî dest bi şer bikî. Ku te şer kir tu nikarî zarokan bikûjî, tu nikarî kesên ku bi te re şer nakin bikûjî, tu nikarî mal û milkên xelkê bişewitînî, kolekirin qedexe ye, cariyegirtin qedexe ye, destavêtina namûsa xelkê qedexe ye: kirêtî qedexe ye. Dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye. Misilman dagir nakin, fetih dikin; lewra mebesta cîhatê fetihkirina dil e. Cîhat: di rêya Xwedê de, bi nebaşiyê re têkoşîn. Tiştên ku Xwedê gotiye bikin, rind in û xweşik in. Tevgerên ku Xwedê qedexe kirine nebaş in û kirêt in.

Misilman hewceyî şerekî bi minafiqan re bikin. Divê misilman bi yên ku li ser navên wan şerê neheqiyê dikin û li ser navên wan mirovan bi neheqî dikûjin, têkoşînê bi wan re bikin. Lewra misilman li ber çavê dinyayê kûjer, zalim û terorîst xûya dikin. Dînê Îslamê berfireh e, rehma Xwedê pir e, deriyê tovbeyê vekirî ye; lê divê ew dirû jî zanîbin ku derya bi devê kûçikan heram nabe û Îslam bi hesabên wanî kirêt xerab nabe.

Heta nava destan reş nebe, tehma deva xweş nabe. Divê mirov bi keda xwenî helal, vexwe û bixwe. Ji heramiyê başî dernakeve, ji ribayê (faîz) bereket çênabe. Helalî, xweşî ye; heramî dibe nexweşî. Biêş û bikulan ji bedena te derdikeve. Dibe ku nederkeve jî lewra ku di dinyayê de derkeve ji te re kefaret e, rehmeke Xwedê ye. Dawiya helaliyê rehmeke cawîdan e; lê dawiya heramiyê azabeke cawîdan e.

Tevgerên tewanbar pir kirêtin; ji bo wilo Xwedê dixwaze ev tevger bêne cezekirin. Têkiliyeke bedew; bêzina û bêdirû ye. Ma kî ji derewan hez dike. Bêehlaqî ji ku xweşik e ! kî dixwaze bê xapandin. Zina, destavêtina namûsa hemû gelî ye; lewra divê li pêş gel,  mirov bi daran li tewanbar bixe. Kuştina bi neheqî, kuştina hemû mirovan e. Ji ber vê yekê qisas heq e.  Di welatekî bê dad de jiyan nexweş e. Dad, jiyanê xweş dike.

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply