XWENDIN YAN NEXWENDIN; HEMÛ MESELE EV E!

Shakespeare bi devê Hamlet dide gotin ku; “hebûn yan tunebûn, hemû mesele ev e!”, min jî ji ber vê gotina manedar adaptasyon kir û sernavê nivîsê danî “Xwendin yan nexwendin, hemû mesele ev e.” Gelo ji vê gotinê çi tê fêmkirin? Helbet herkesek dê li gorê xwe şîrove bike. Min li ser girîngiya xwendinê gelek caran nivîs nivîsiye. Pêwîst nake ez wan tiştên ku min nivîsiye dubare bikim. Lê li ser girîngiya xwendinê mirov çiqas jî binivîse têr nake. Ji bo wê jî, ez niha li ser girîngîya xwendinê pirtûkek amade dikim ku naveroka vê pirtûkê bi temamî li ser xwendinê ye.

 

Pêşveçûna civakan bi xwendinê pêk tê. Bêyî xwendinê pêşveçûn çê nabe. Civakên modern bi saya xwendinê gihaştine rewşeke ferah. Xwendin jiyana kesan û ya civakan digehurîne. Di nav civakê de prosesa xwendin û nivîsandinê pîvana pêşveçûna civakê dide nîşandan.

 

Arîsto dibêje “Di her însanî de meyla xwendinê, pêzanînê heye.” Lê ev meyl li gorê rewşên civakî, li gor şert û şûtên ku tê de ne, tê guhertin. Li cihên ku îmkanên xwendinê tuneye, meyla guhdarîkirinê derdikeve pêş. Guhdarîkirin ji xwendinê hêsantir e. Kultura devkî a gelêrî li ser şêweya vegotin û guhdarîkirinê pêk hatiye. Di demên berê de edebiyata devkî gelek xurt bûye. Di edebiyata kurdî de jî edebiyata devkî ji ya nivîskî xurtir bûye û hêj jî xurtir e.

 

Xwendin hem ji hêla ferdî-kesayetî- û hem ji hêla civakî ve serketineke bê hempa ye. Descartes dibêje “Ez difikirim, wisan e ez heme.” Xwendin û zanîn maneya hebûna mirov bi mirov dide fêrkirin. Heger mirov maneya hebûna xwe nizanibe çi ferqa mirov û heywanan heye. Xwendin kategoriyekî hebûna însanî ye, hebûna mirov bi xwe ye.

 

Hinek xwendin û nivîsînê wek çalakîyekî pasîf dibînin, lê ne weha ye. Xwendin fêrbûna zanîstiyê ye û nivîsîn jî berhemkarî ye. Berhemkarî, afirandina berheman bi serê xwe hunerek e. Ew kesên ku nivîs dinivîsin, berhem diafirînin heger her tim nexwînin nikarin berhem biafrînin. Nivîskarên herî baş di esasê xwe de xwendevanên herî baş in. Helbet xwendin tenê dibîstan xwendin û dîplome wergirtin nîn e. Ji xwe pirtûkên ku mirov di dibîstanan de dixwîne û pirtûkên din ne wek hev in.

 

Hebûna cure cure weşanxane û kitêbxaneyan(Biblîotek) di pêşveçûna civakî de roleke girîng dilîze. Di welatên modern de bi hezaran weşanxane û pirtûkxane hene. Hebûna vana ji bo têkiliyên civakî û sosyal jî roleke xwe heye. Ev herdu cîh mekanên entelektuelanin, cihên zanîn û xwenasînê ne. Referansên îlmî, zanîstî yên bingehîn di van ciyan de tê bi destxistin.

 

Xwendin, ji tiştên ku tê xwendin fêmkirin, asoyên mirov fireh dike. Mirov ji dinya teng xilas dike. Dema mirov pirtûkên edebî û felsefî dixwîne lênêrîna mirov a li jiyanê tê guhertin. Nivîskar Orhan Pamûk ji bîla sebe di destpêka pirtûka xwe ya edebî -Jîyana Nû- de nabêje “Min pirtûkek xwend û jîyana min bi temamî hate guhartin.” Pirtûka nivîskarê navdar James Joyce “Ulysses” û ya Henry James “Turn of the Screw” (Xwezîya ev herdu pirtûk jî bi kurdî bihatana wergerandin.) berhemên gelek giranin û her xwendevan zû bi zû jê fêm nake. Sembol, mecaz û îronîyên ku di berhemên weha edebî de hene gelek bi manedar in.

 

Xwendin û nivîsîn kedekî zinhî ye. Qîmeta her cure kedê giranbiha ye. Xwendin û nivîsîn çalakîyêkî jîyanê ye. Di temamê jîyana mirov de cihê xwe digre. Xwendin beriya nivîsînê tê. Ji biçûkîya mirov ta dawîya jiyana mirov, tim û tim divê mirov bixwîne. Helbet nayê wê maneyê ku di civakê de her yê ku dixwîne dinivîse jî. Na. Yên ku dinivîsin, nivîskarîyê ji xwe re dikin wek mesleg gelek kêm in.

 

Lê xwendin wek nivîsînê nîn e. Yê ku bizanibe bixwîne û ji xwendinê hez bike, dê tim bixwîne. Wek ku Marcel Proust dibêje “Zewqa xwendina pirtûkê, zewqek orîjînal e.” Divê mirov ji vê zewqa orîjînal tehm û lezet werbigre.

 

Nivîskarên bextîyar kêmin, kî zanê belkî jî tinin. Lê xwendevanên bextîyar hene û gelekin. Ez bi xwe yek ji wan xwendevanê bextîyar im. Ma bi dil û can xwendina berhemên edebî kî bextîyar nake? Berhemên klasîk, yên Cervantes, Dostoyevskî, Tolstoy, Shakespeare, Ahmedê Xanê, Molîêre, Çexov, Turgenyev, Çernîşevskî, û berhemên modern yên nivîskarên cîhanê xwendin, çawan mirov bextîyar nake? Min dema van berheman xwend û ez dema berhemên edebî dixwînim, jê haz digrim, şad dibim, bextîyar dibim. Xwendevanên delal, hûn jî bixwînin, hun ê bi xwendina berhemên edebî bextîyar bibin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Şiroveyek

  1. Dest û Dilê birêz xweş.
    Ez her tim li gel van raman, nêrîn, pêzanîn û rrastîyan bûme.
    Bêyî xwendin ne mirovbûn û ne jî Kurdbûn çê nabe(!) û bi ser nakeve.

    Rexneyên min; peyvên pirtûkxane, pîşe û Ehmedê Xanî kurdî ne, ne yên hatine nivîsandin!
    Bi ya min, heke ez ne şaş bin, çend hevoksazî ne li gor rêzimana kurdî ne!

Leave a Reply