Pêncşem , 16 Tîrmeh 2020

Werin em Rewşen Bedirxan Bibîr Bînin

Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be.

Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weşandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weşanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Şamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Şamê de dikir..

Rewşen Xanim eva ku îro em di dabaşa bîranîna 28 saliya koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne..) Hawar, 27- 1941.

Vê jina kurd di 16 salan de, şev û rojên xwe bi mîr Celadet re derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji nav me revand. Hingê Rewşen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser perîşanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Rewşen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.

Di pêşgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêşeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat)

Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne. Rewşen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê Şamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemşîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piştî koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewşen Xanim ketiye ber pêlên şek û pekên giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di sala 1972 an de, mala xwe ji Şamê Barkiriye Banyas li ser peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin Şamê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat veşartin. Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewşen Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên malbata Mîr Bedirxan bin.

Di roja mirina wê de, min ev helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:

 

Erê Mîro! felek çerx û dewrane 

Rewşen Xanim îro li te mêvane

Bigerîne civateke Botanî 

Digel Rewşen û Celadet û Xanî

Rewşen Xanim wê bide te mizgînî 

Îro şer e li Herekolê banî 

Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax 

Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex 

Şiyarbûne êdî nemaye ew xew

Bexwedan û serxwebûne û hew…

 

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de

Konê Reş Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.