Nizanim çima vê Beriya Mêrdînê, bela xwe di min de daye.. an min bela xwe tê de daye?! Em herdu bi hev re hatine girêdan û qederê em li hev banandine.. Qey qedera bav û kalên me ye ku ku ji sedê salan ve hêlînên xwe li ser xaka wê avakirine û ji wan re bûye xweş germiyan û çiyayên wê jî ji wan re bûye xweş zozan. Herwiha, ji mêj ve keleha Mêrdînê wek hêlîna teyrê Baz, di navbera Zozan û Deştê de zêrevaniya wan dikir.. Qey qedera min e jî ku ez li gundekî Briya Mêrdînê çêbûme û min hezêkiriye.. jixwe Nisêbîna ku dergehê derbasbûna Beriya Mêrdînê ye ji Rojhilat ve, wek benderekê ye di navbera çiyayê Omeriya û Bagokê de ji rexekî ve û Beriya Mêrdînê û Beriya Aşîta (Sinceqa Xelef Axa), ji rexekî din ve.. Herwiha çemê Ceqceq di orta Nisêbîn û Qamişlo re ber bi Başûr ve diherike û dibe wek sînorekî sirûştî di navbera herêma Aşîtan ji Rojhilat ve û Beriya Mêrdînê ji Rojava ve.
Nisêbîn, ev bajarê ku di heyamê berê de, bi xelkên xwe ji Cihûyan, Xiristyan, Êzidiyan û Misilmanan pêk dihat.. Û tevan bi zimanê Kurdî xeber didan; zimanê Kurdî, zimanê bazirganî û danûstandina xelkên wê bû.. digel ku zimanê Kenîs û Dêrê yên cuda jî hebûn.. Di nav wê mozayîka netewî û olî de, hezkirinê jî rola xwe di vî bajarê Beriya Mêrdînê de lîstiye.. Ji wê hezkirinê bi min xweş e ku ez hezkirina Ûsivkî Çelebî û Hina Cihû ji we re raxînim ber çavan. Dibe ku hezkirina wan bi rengekî cuda be ji hezkirinên din yên ku di Beriya Mêrdînê de rûdane wek: hezkirina Derwêşê Evdî û Edûla Zor Temir Paşayê Millî û hezkirina Mihemed Axayê Deqorî û Zerga Evdî..
Ûsivkê Çelebî hem dengbêj, helbestvan û misilman bû û evîndara wî Hinê, bi ola xwe Cihû bû.. Belê wek ku diyar e, evîndarî sînorên ol û netewiyê nasnake, di ser wan re derbas dibe.. Di encam de wê hezkirinê de Ûsivkê Çelebî ev strana ku li ber govend û dîlana kurmancî tê gotin û reqisvanî bi gerimbûn, xwe li ber dihejînin, li ser eşqa xwe û evîndara xwe Hina Cihû gotiye.
Min ev gotinên strana wî ji ber dengê şagirtê wî Hizniyê Selîm girtiye:
Nisêbînê bi qijle ye, lê lê kirîvê
Bi Qurana li mala me ye, lê lê kirîvê
Bi Tewrata li mala we ye, lê lê kirîvê
Rêka xas û am tê de ye, lê lê kirîvê
Dilê me di hev de heye, lê lê kirîvê
Gundî û maliya çi ji me ye, lê lê kirîvê
Huryeta me ji me re ye, lê lê kirîvê
Bi Xwedê tu kirîva min e, lê lê kirîvê
Her kes ser dîne xwe be, lê lê kirîvê
Ji vir heta talya dinyê kirîva mi lê Hina..
* * *
Nisêbînê li ber avê, lê lê kirîvê
Qîz û xorta daye navê, lê lê kirîvê
Gewra mi, bejin ziravê, lê lê kirîvê
Girav avêt ser kendavê, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
Serê mi here ber celadê, lê lê kirîvê
Fermana am li mi rabê, lê lê kirîvê
li ser serê min gerya be, lê lê Kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
* * *
Nisêbînê bi dikan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, kirîva mi lê Hina
Alîk deşt e yek zozane, lê lê kirîvê
Delala dilê min nezan e, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê.
Konê Reş