Tenêtî karxezalek spehî û delal e. Tenetî nîvxwedêbûna mirovî ye û tenêtî destpêka afirînerîyê ye.
Di vê dewra modern de tenetî bûye bela serê mirovan û mirov ha ha û zû bi zû ji tenetîyê direvin û berê xwe didin cihê qelabalix. Ew qelabalixî mejî û kesatîya wan ditevizîne û wan ji nîvmirovî dike nemirov. Bi vê saya ew nîvmirov wekî robotan li wan tê û roj bi roj ji insanetîyê dikevin.
Ji bo ku tenê nemînin û xwe bi xwe tefekkûr nekin berê xwe didin cîhana derewîn. Ev cîhana derewîn hestên merivan şa dike, wan ji derd û kulên cîhana derewîn azad dike û ji wan re li ser tora medyayî bihuştek sexte ava dike.
Medya civakî afyon bi xwe ye û şeklekî narkotîka modern e. Bi saya vê kêfdêrê mirov hem mejîyê xwe û hem jî hestên xwe ditevizînin.
Ev şiklê nû yê mirovatîyê ji mirovatîyê bê par e.
Mirovatî ev bi hezar salan e gav bi gav, hêdî hêdî bi pêş ketîye. Ji bo pêşketinê gellek êş kişandine û gellek tadeyî dîtine. Hinekan di vê rêya pîroz de jîyana xwe feda kirine û bûne canfedayê mirovatî, modernîtî û zanistîyê.
Mirovên homo sapîens ji qonaxek dûr û ji rêyek xwaro maro heta gihatine vê astê kedekê mezin dane. Li ser vê kedê di sedsala îroyîn de hewceyê em gellek tiştan lê zêde bikin û timî em bi pêşkevin. Lê mixabin li şûna em bi pêşkevin timî em li paş dimînin û di qonaxa paşmayînan de wekî dînan li havîrdorê xwe digerin.
Serketin kedê dixwaze û serketin wext dixwaze. Gava her du hatin ba hev derîyê hertiştî li hemberî mirovan vedibe.
Ked û wext du peyvên pîroz in û du peyvên xweşik in. Hewceye ku qîmetê wan bê zanîn û heqê wan bê dayîn.
Ne ked û ne jî wext li mirovî/ê vedigere. Tiştê çûyî carek din venagere. Divê ne wextê xwe û ne jî keda xwe ji bo tiştên pûç meriv mesref neke. Her daîm bi hişek paqij û bi mejîyekî zelal gerek meriv gav bavêje ji bi pêşerojê.
Feylesof Elmanî Friedrich Nietzsche (Fredrîk Nîçe) dibêje: “Li ser milê xwe hilkişe jor, wekî din tu nikarî”. Gotinek pir di cih de ye. Hema bêja heman gotin ji alîyê Kurdan ve jî hatîye gotin, em jî dibên: “Ku neynokên te hebin, pişta xwe pê bixwerîne”. Di her du gotinan de jî peyam eşkere ye. Hertişt di destên te mirovî de ye û tu çi bixwazî tu dikarî bikî.
Bes tu hebî, bes tu wext û keda xwe dîyarî armanca xwe bikî; tu yê tim bi ser bikevî.
Ji cîhana xwe ya derewîn serê rakin têkevin nava mirovan de. Dest bidin destên hev û mil bidin milê hev. Bi hev re xwe û me jî ji vê tarîyê derxînin ronahîyê.
Keyfa xwe ji tenêbûna xwe re bînin û keyfxweşbin ku hûnê tunebin. Heta wextê we heye keda we jî fikrê we jî wekî rojê dê pêşîya we ronî bike.
Mela Mihyedîn