Temenê Kovara Nûbiharê gihîşt 30 salan

Temenê kovara Nûbiharê ku ji sala 1992yan ve weşana xwe dewam dike û heta niha bi 154 hejmaran derketiye pêşberî xwendevanên xwe gihîşt 30 salan.

Li ser medya civakî gelek pîrozbahî li Nûbiharê hatin kirin û hêvî hat xwestin ku di weşan û xizmeta xwe ya kurdî de her berdewam be.

Nûbihar di kovargeriya kurdî ya xerû kurdî weşanê dike de, xizmeteke hêja û berbiçav li ziman, çand, dîrok û hunera kurdî kiriye.

 

 

Kovara Nûbiharê sala 2021ê bi hejmara xwe ya 154an ket 30 saliya xwe ku ev ji bo kovargeriya kurdî ya bê navber weşana xwe dewam kiriye xwedî girîngiyekê ye.

Berpirs û edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevîk, di hevpeyvîneke ligel PeyamaKurd de li ser armanc û misyona Nûbiharê wiha dibêje:

“Tabî ev kar, karek normal nîne. Karê weşangerîya Kurdî karek zehmet e. Lê divê ji ber gelek sedeman mirov vî karî bike û dev jê bernede. Mesela eva naşibe karê dikandariyê yan karê xwaringehekê. Ew kar xwedî mîsyon e. Misyon jî ev e: Li hember asîmilasyonê zimanê kurdî diparêze fêrî mirovan dike. Li hember qedexeyên li ser ziman helwestê nîşan dide. Ji ber van sedeman xebat divê, têkoşîn divê. Karên li ser zimanê kurdî tên kirin ev kar bivê nevê bi her şiklê mirov gelek zor û zehmetiyê dikşîne. Yanî heger kar karek normal bûya, ne karê weşangerîya Kurdî bûya belkî deh caran bîst caran me yê dev jê berda û kareke din bikira. Bes ev kar ne karê devjêberdanê ye. Divê mirov micadeleyek dûv û dirêj bidomîne. Çimkî ji gelek însanan re hêvî ye. Di vê karî de tabî fedakarî heye, fedakarîya xebatkaran, xwendewanan ya karmendan heye. Ev kes çiqas zehmetîyan bikşînin jî, çiqas biwestin jî dixwazin ev kar dewam bike. Ev kar bi vê misyon û armanca heta vê rojê hatîye.”

Em jî wek PeyamaKurd 30 saliya Kovara Nûbiharê pîroz dikin û hêvî dikin di xizmeta ziman, çand, edebiyat û dîroka kurdî de weşana wê her û her berdewam be.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply