Tag Archives: Zîwer Îlhan

Tîrmeh, 2018

  • 3 Tîrmeh

    Bûye

    Derdê te nayê gotin. Ne tu tê guhertin ne ez te diguherim. Êşa te nayê kişandin. Ne tu diedilî ne ez te diedilînim. Tu bûyî kewa dafikê. Durûtî bûye edet li ser axa te. Jana te bûye girêk û ketiye ser dilê min. Tu ji ku safî dibî ! dîroka te, bûye cirm ketiye stûyê min ! Ez diçim kîjan …

Adar, 2018

  • 4 Adar

    Xwedê Bes e…

    Ji tîbûna lêvên terikî re ava wehyê, ji birçîbûna zikên çavbirçî re şikra nimetan, ji bo çavên ku dinêre, lê nabîne roniya çavan, ji zimanên ku beleheq dipeyive re rojiya Meryem, ji nexweşiya dilan re baweriya bêbazar, ji nexweşiya jibîrkirinê re helalî, ji jiyaneke belavela re yekîtiya Xwedê bes e, hezkirina Xwedê bes e, şahidiya Xwedê bes e, Xwedê bes …

Sibat, 2018

  • 25 Sibat

    Nûbihar 142 Derket!

    Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …

Hezîran, 2017

  • 19 Hezîran

    Cudahiya Me û Serdema Cahiliyê

    Gelo cudahiya me û mişrîkên serdema Cahiliyê çiye? Wan jî digot: em ji Xwedê bawer dikin; lê jê ne bi ewlebûn û digotin bila Xwedê alaqa xwe ji karê menî dinyayî neyîne. Ma em alaqa xwe ji karê Xwedê tînin !

Cotmeh, 2017

  • 2 Cotmeh

    Emanetên Pîroz – Zîwer Îlhan

    Gelo dibe ku resûlekî navnetewî gotibe ez mûyên xwe ji we re dihêlim, ev emanetên minî pîroz in. Wan biparêzin heta qiyametê. Ku baweriya we kêm bû xwe bavêjin van mûyên min da ku dilê we bêtir bawer bike, ku we ew mû dîtin wê kêrî we û hestdariyê were. Emanet ha! binêrin hûn xwe ji bîr nekin, gûhdarê mûyên …

Tebax, 2017

  • 18 Tebax

    Bijî Yekîtiya Xwedê

    Doza te çi be, hezkirina te jî ew e. Te ji bo çi mirin dabe berçavê xwe, tu dil ketiye wê. Mijara têkoşîna te çibe te dil berdaye wê. Wekî di singekê de du dil nehatine xuliqandin. Wekî dudilî ji hêzketin e. Wekî şirîkatiya evînê çênabe. Wekî tu dizanî ku du siltan li ser textê seraya dil de nikarin rûnin, …

Gulan, 2017

  • 22 Gulan

    Ez Nakirim

    Ez vê pirbûna xemilandî û bi dek û dolap nakirim. Ez berê xwe nadim van rihniyên poz bilind. Ku ez cilên we yî biriqandî dibînim, gunehê min bi we tê. Ma hûn wekî din qey nexweşik in ?  Hûn ji rengê xwe hez nakin. Rûyên boyaxkirî dilê min dixelîne. Her deverên we biboyax in: Por biboyax, lêv biboyax, rû biboyax, …

Adar, 2017

  • 2 Adar

    Çand û Adar -Di Gotinên Pêşiyan de Adar-

    Adar berf hat bi qulat, heta serî hat, bin hilat: Meha adarê, ji ber ku destpêka biharê yê rewşa hewayê guherbar e. Carna dişibe zivistanê carna dişibe havînê. Dibe ku li adarê gelek berf jî bibare; lê ji bin ve zûka dihele û namîne. Bûyerên ku ne di dema xwe de dibin çiqas mezin bin jî pir dewam nakin û …

Sibat, 2017

  • 28 Sibat

    Kovara Nûbiharê Bi Jimara Xwe Ya138an Derket

    Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 138an derkete pêşberî xwendevanên xwe. Nûbihar kete 25 saliya xwe Nûbihara ku di Adara 1992yan de weşanxane, piştî heft mehan jî wekî kovareke xwerû ava bûye kete 25 saliya xwe. Nûbiharê 25 sal berê li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe bi gelek weşanên din re dest bi weşanê kiriye. Heta niha …

Rêbendan, 2017

  • 28 Rêbendan

    Nabe

    Ji ber ku em hêvîdarê cîhê bêhêvî ne, ev jiyan jî dibe qedera me. Mirovên ku ji cîh û warê xwe koç kirine, xwe davêjin bextê yên ku li welatê wan şer derxistine û bûne sedemkarê koça wan. Lê rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Beriya sed salî dîsa kalikên wan, bi kalikên me re şer kiribûn. Dijminê bav, nabe …